Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
di dawetên kurdan de dansa bûk û zavê - tirşik
di dawetên kurdan de dansa bûk û zavê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. reqsa ku ger bi stranekî kurdî be qet ne pirsgirêk e. her tişt ne hewce ye di çanda me de hebe. ji xwe dema çanda gelan çêdibin, carinan di bin tesîra gelên din de dimînin. ha berê ragihandin û têkilî ne ev qas baş bû û piranî tesîra çanda gelên cîran çêdibûn. lê aniha saxiya serê înternet û televîzyonê, her tişt digihije herkesî û ev yek me digûherîne. ew kesê ku di televîzyon û fîlman de dibîne bûk û zava reqsê dikin dikare bixwaze ew bi xwe jî bike û ev tişteke normal e bi in.



13.11.2015 23:34 | brusk56

2. dansa xwedê ji şahê bedo razî be ku strana çavreşa min xisûsî ji bû wan çêkirîye li vê dansê zêdekirîye û ev dans daye keşifkirin.. tiştekî ku di çand û hunera merivda tunebe û meriv rabe ji xwera bike çand û huner nabe dibe an meriv pê nayne.. wekî ku qijangê gotîye gere ez jî wekî kewê birêve herim.. çend roja xwedênegravî wekî kewê dimeşe ji wî çend rojî wêda edî meşa xwe jî ji bîr dike edî nizane wekî xweyî berê jî bimeşe.. yê me jî eve.



14.11.2015 01:41 ~01:59 | shorbevan

3. edeteke ku li cizîrê heta niha jî nîn e.



14.11.2015 01:55 | xendekî

4. ez bixwe qet ji dansê hez nakim û dibêjim heger rojek bizewicim ez ê çavê orkestra dawetê bitirsînim ji bo ku nebêjin bila bûk û zava bireqise. *



14.11.2015 03:04 | kurê xelkê

5. bi ya min jî tiştek eletewş e. û jixwe min di xêla xwe de dansek wisa nekir. (min gotibû bila stranbêj behsa tiştek wisa neke, ji ber ku ez nakim)



ez bixwe ji dansê mansê hez nakim lê ne dijî dansê me. lê li vir rewşek gelek ecêb heye. ew du mirovên ku di daweta xwe de dansê, dikin di tevahiya jiyana xwe de (90 sal be jî) carek din tenê jî dansê nakin. ji ber vê yekê jî nizanin dansê bikin û sahneyên komîk derdikevin holê.

weke mînak, niha bûk û zavayek swêdî ku heta niha qet govendê negirtine, di daweta xwe de hewl bidin ku şemamê bilîzin çi qas komîk be, ev jî ewqas komîk e.



ger me di zaroktiya xwe de di dibistanan de dersa wê bidîta û di rojên taybet de vê dansê bilîsta. an jî me bi hezkiriyên xwe re, di hevdîtinên xwe de ji dil pêdiviya danskirinê bidîta û bikira, wê demê dansa me ya di dawetan de jî wê xwezayî û biaheng bûya.



14.11.2015 08:22 | simurg56

6. gelek caran rastî vê tevgera spastîk hatime, ne ku di çanda me de nîn e, dijî wê yekê me, na!

mesele ev e ku li jor jî behs kirine, ma law kesên ku di heyata xwe de di xewnên xwe de jî reqsê nekirne radibin di roja xwe ya herî taybet de evê reqsê dikin û xwe rezîl dikin..

ku rojek bizewicim beriya zewacê ezê ji keçikê re bêjim ger tu tiştekî wilo bixwazî ezê ji dawetê birevim û herim*

ji ber ku zanim tiştên wilo berredayî nexasim ji rika jinan diqewimin.



14.11.2015 10:29 | ferhenga şikestî

7. Ne çavreşa sahîn abê buya kurmancên me dans nedikirin. Her hebî şahîn abê.



26.11.2017 00:46 | hêvî

8. jixwe piraniya dawetan ji bo kêfa xelkê ne, vêce di ser de reksa bûk û zava jî lê zêdekirine. ji bo milet bêhtir kêfa xwe bike...

tû dibe qey em li sîrkê ne û bûk û zava jî heywanên li vir in :/



03.06.2021 19:00 ~23:11 | merwano

9. Kurmancên me Gava dixwazin dest bi reqsa xelkê Evropayî bikin, Feqîra nema dizanin destê xwe dêynin ku û xwe dihetikînin!
Gelemperî ji ber ko kirasê bûkê hengî ji alîyê etekê fireh e, neqebek dûr di navbera zave û bûkê de çêdibe.
Çiqas xwe nêzîkî hev jî bikin ew etek dibi astengî ku dema reqsê jî zavê me pêl kirês dike, kiras dihetike ( ne xem e). lê carnan pêl nigên rebena bûkê dike malka feqîrê xira dibe!



04.06.2021 00:28 | pîroz

10. Ev nizanim daweta çendan e di dawiya wan de straneke tirkî lêdixe û xelk dilîzin. Ev ne bes e îja stranbêj (dibêje qey Kurdî têra wî nake, yan jî xelk nizanin bi kurdî) gelek caran bi Tirkî anonsa dike, xelkê vedixwîne govendê filan. Bala min kişand Kurdîya wî ne xerab bû jî, peyvên standard bikar dianî.

Helbet ez jî ne dijminê dansê me lêbelê ditirsim ku êdî dawetên me bi temamî bibin wek ê wan. Ditirsim Evan lîstikên me yên xweş wenda bibin, bimirin.

Ev a me ye:




Ev jî a wan e:




18.08.2021 23:36 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dawetên salonan
» kurdan cihûtî çawa nas kir?
» dansa çarbendî
» bûk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî