Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yê zane zane yê nizane baqê nîskan e - tirşik
yê zane zane yê nizane baqê nîskan e
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjeke kurdî ye ku ji bo rewş û bûyerên ku ji aliyê hin kesan ve bi awayên din tên zanîn tê gotin..

çîroka vê biwêjê jî ji vê meselê derketiye: dibêjin rojekî yek dest davêje jinekê û direve. jinik dike hawar û gazî, gundî didin dû mêrik. mêrik dibîne ku ji hember ve çend rêwî tên, yên li pê wî, gazî rêwîyan dikin, dibêjin wî bigirin.

mêrik hema ji zevîyê li kêleka rê, baqek nîsk diçine û direve, xwe digihîne rêwîyan. rêwî wî digirin, dipirsin: “law xêr e, çi ye, çima berra te didin?”

mêrik dibêje: “ez di nav zevîyên wan re derbas bûm, min ji xwe re baqek nîsk çinî ku bixwim; hêrs bûne, dibêjin te çima baqek nîskê me biriye, dane dû min. heke min bigirin, ew ê min bikujin.”

li ser vê agahîyê, rêwî zilêm berdidin û yên li dû wî digirin, dibêjin: ma ne şerm e, ji bo baqek nîsk we daye dû vî mêrikî ? qey dilê wî bijîyayê, ma çi bûye, dinya xera bûye?

jinik dibêje: “ yê zane hey zane, yê nizane dibêje qey ji bo baxê nîskan e..''



06.08.2013 07:09 | endazer

2. biwêja ku ez pir jê hez dikim e.



06.09.2013 14:33 | gulan

3. Zanê dizanê ê ku nizanê baqê nîskê ye



02.07.2017 18:35 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yên ku îro têketine
» yên ji kul û derdan mirine
» nizane daweta kê ye çû ket serê govendê
» baqê nîskan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî