Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 21 peyam
    snowpiercer - tirşik

    dinya ew qas sar dibe ku, êdî mirov nikarin bijîn û ji xeynî mirovên di trênekê de, herkes dimire. lê di wê trênê de jî rewş ne gelek baş e. ...
    (4 şîrove)
    snowpiercer
    (1) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. navê fîlmeke joon-ho bong e.. di sala 2013'an de hatiye kişandin

    bi rastî jî fîlmeke gelek xweş e..

    tevahiya fîlmê di nava trênekê de derbas dibe, li ser gerbûna dinyayê çend ezmûnên zanîstî tê ceribandin lê axirê bi ser nakevin ji nişkê ve pîleya germahîya cihanê dikeve binê sifirê de û dinya cemed girêdide, zilamek beriya ku dinya biqerise têrenek îcad dike ku ew trên dikare xwe bi xwe bi rê bibe û hemî pêdiviyên rêwiyan pêk bîne, seleksiyoneke xwezayî dike, di nava trênê de jî cudatiyên çînî hene û fîlm jî li ser wê geş dibe..

    pêşniyaz dikim..



    2015.11.14-23:28 | ferhenga şikestî

    2. fîlmekî gelek cûda ye. min eciband. ji xwe ji bo min ger di fîlmekê de fikrên cûda hebe ku me beriya niha nefikiriye an jî me xeyal nekiriye, ew fîlm bi avantajekî baş despê dike. û ger senaryo û lîstikvanî jî ne xerab be bes e. ew ê ji min puanek baş bistîne.



    fîlm eslê xwe de peyamên cûda jî dide. senaryo jî hinek li gor van fikran hatiye çêkirin. axaftina wilford ya di dawiyê de tijî peyamên felsefîk bû.



    fîlmek hêjayê temaşekirinê ye. puana min jê re ; 81



    2015.11.18-23:06 | brusk56

    3. filmeke li ser fikreke cuda hatî avakirin. ji bo germbuna dinyayê bê sekinandin madeyek bi navê cw7 berdidin atmosferê, kes nabihîse ka çima lê ji nişka ve dinya dicemide û bi tevahî diqerise. trêneke ji bo geştê hatî çêkirin ku qet nasekine û ji ber wê jî naqerise pê ve tu kes namîne. di nava trênêde şerê dewlemendiyê û xizaniyê destpê kiriye û film li ser serhildaneke vî awayî ye.

    Çiqas senaryo resen be jî bi ya min tam nehatiye bicih kirin. filmê nekarî min bide bawer kirin loma kêfa min zêde jê re nehat. ji xwe ji imdbê 7 / 10 standiye.


    di trênêde ekosîstemeke nêzikî ya dinyayê ji bo masiyan heye lê ji ber çi û çawa? di filmêde yên xizan li derekê goştê mirîşkan dixwazin paşê demek din hêk didin wan û jinek dibêje min digot qey mirîşk li ser ruyê erdê nemane.


    werhasil ez vî filmî pêşniyar nakim.



    2015.12.11-08:33 | azadixwaz

    4. fikrek xweş e. lê ne fîlmek ewqas xweş e.

    fîlmê xwestîye rexneya sîstema kapîtalîzmê bike. lê binê rexneyan nehatîye tijekirin. her çiqas sahneyên trajedîk hebin jî, ji ber kêmasîya kûrahîya senaryoyê, mirov ewqas jî tesîrê jê nabîne. ez ê wek spoiler, li jêr behsê bikim.

    fikra destpêkê gelek balkêş e: dinya germ dibe, ji bo ku pêşî lê bigirin mirov hinek ceribandinan dikin lê ji ber ku eyara destê wan tune, vê carê dinyayê zêde sar dikin û dinya komple diqerise. mirov hemû dimirin. tenê çend sed (belkî jî hezar) mirovên di trenekî de, sax dimînin.
    ji ber ku ev tren dikare xwe bixwe îdare, bike. ango tê de elektrîk, av, xwarin vs bêsînor in û tren qet nasekine. li ser rêyeke ku dîsa bi xwe ve tê girêdan, tim û tim diçe.



    eger em li gorî mantiqê, lê binêrin:
    - Têra xwe ravekirin nehatine kirin ka ev tren enerjîyê ji ku peyda dike, ewqas heywan çawa dikarin di trenê de werin xwedîkirin (çimkî ji bo wan jî xwarina bêsînor lazim e).
    li gorî fîlmê ez ne şaş biê 18 sal ji ser bobelatê derbas bûye û evqas sal in, evqas mirov di trenê de dixwin û vedixwin û lê tren jî hîç nasekine. zêde ne mantiqî be jî, divîyabû behsa çareserîyekê bikirana.

    - Fîlmê xwestîye bi rîya cûdahîya navbera polan, rexneya kapîtalîzmê bike. lê bingeha fîlmê tije nekiriye. fikir ev e: tevahîya mirovatîyê di trenekê de asê dimîne û duzena dinyayê ji nû ve, dîsa eyn weke berê tê avakirin. belê lê çawa?
    di dinyaya rastîn de gelê feqîr nanoziko dixebite û dewlemen ji pişta wan, ji xwe re keyfê dikin. belê. lê belê di fîlmê de kar heye ne xebat. ew pola/vagona feqîran, çima di trenê de ne, bersiva vê tune. eger ji bo keyf û pêdivîyên vagonên pêş bixebitiyan, temam. lê tiştek wisa jî tune. ya rast di trenê de tu kes naxebite. tren jixwe hemû pêdîvîyan bi awayeke otomatîk peyda dike.
    ê di rewşek wisa de, rewş wisa xuya dike: hejmarek mirov bi awayeke çawalêhato, di trenekê de bi cî bûne. ew ê ku di vagonên pêş de ne, tenê ji bo keyfa xwe, zilmê li yên paş dikin.
    dema wisa be, min nekarî wateyek bidim bûyeran. jixwe fîlm yekser bi serhildanê destpê dike. tu dînamîkên serhildanê berî wê nayên ravekirin.

    dîsa fîlmê xwestîye vê peyamê jî bide: kapîtalîzm an jî sîstema heyî, dema bikeve tengasîyê, dikare zarokan jî bi kar bîne. yanî meseleya zarokên karker.
    lê dîsa ev mesele jî bi rîyeke gelek absûrd di fîlmê de hatîye bicîkirin.

    belê tiştên ku fîlm dixwaze bêje, gelek in û mafdar in jî. lê şûna ku peyamên xwe ji nişka ve di mejîyê me de peyda bike, hema yekcar li rûyê me dide. li ber guhê me diqîre.

    meseleya dawîn: li gorî min lîstikvanî jî ne serkeftî nû. bi taybetî serleheng. bêyî rih û bêyî îfade. bawer nakim ku ev yek armanca dîyarkirî ya derhêner be.


    welhasil, fîlm eger bi hurgilîyan û karakteran bihata xemilandin û binê bûyeran jî bihata dagirkirin (bi ya min bibûya rêzefîlmek) wê gelek serkeftîtir bûya û dikarîya di dîroka sînemeyê de ji xwe re quncekî veqetîne. lê halê xwe yê heyî fîlmek ji fîlmên şevên înîyê ye.
    temaşe bikin lê ne bi hêvîyên mezin.



    2020.03.31-18:41 ~18:41]| simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirkmancî [5]
    ecêba xwedê ye ku berî 20 salan bûye mijara hejmara duyemîn ya (vbnr: ...
    nusret [1]
    yekem kesek navdar e ku li ser înstagramê wî dişopînim. Du roj berê li...
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    (bnr: ciwan haco) - (bnr: diyalog)

    ''Ez li vir im!
    Li Şir...
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê [2]
    Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye k...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Bi şermînî û bêdermanî dinivîsim. Cara ewil li mala dengbêja min dîtib...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » snowpiercer

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî