1. warê siyabend û xecê, di bakurê rojavayê behra wanê de ye.. ji dengê hozan serhat vîdyoyê veke dîmenê ku derdikeve pêşberî we Here lînkê |
|
15.11.2015 13:32 ~16:56 |
ferhenga şikestî
|
2. bilindahîya wê 4058 mêtre ye. di nav çîyayên kurdîstanê da sîpan, dilê min de cîhêkî zehv taybet digre. ez dikarim bêjim hema hema zehfayîya emrê min bi şahîdtîya çîyayê sîpan ve derbas bûye. |
|
01.04.2016 11:53 ~12:06 |
bûtîmar
|
3. Du roj ewil min dîna xwe day ku berfa ser kêm bûye. Ji ber ku ewrên baranê li ser Sîpanê de şilî dibarandin. |
|
23.06.2017 01:51 |
bûtîmar
|
4. Hunermend rojda ser vê çiyayê distre. Strana xwe berî mehekê bi klîbek li ser kanala xwe parve kir. Li gor agahiyên parvekirinê gotin û muzîk aidê rojda ne. Dilê min bû behra wanê Dikele difewre Bêje Çiyayê Sîpan Warê evîndaran Warê Xecê û Siyabend Warê Memê Alan Were lo were lo Ez birîndar im lo Bêje çiyayê sîpan Nazik û nazdaran Bi şîr û şerbetan Bi gul û beybûnan Te têr xwe xemiland Ew kir mêvanê xwe Were lo were lo Ez birîndar im lo Bi çavê siyabend Tu min mêze kir Ax çiyayê sîpan Warê evîndaran Xwe zû bixemilîne Ji boy evîndaran Were lo were lo Ez birîndar im lo |
|
23.08.2021 20:18 |
kajav
|
5. çiyayê çarem yê herî bilind yê kurdistanê ye. berî wê, agirî, reşko û cîlo tên. |
|
29.12.2021 01:07 |
berxweda
|
6. Çiyayê ku serê êvarê li wanê (gundê meleqasim) wiha tê xuyan: |
|
07.08.2022 16:46 ~17:14 |
pêşewa
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |