Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rêzimana kurmancî - tirşik
rêzimana kurmancî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka samî tan dirûv pê dixe ku xweşe.. dîyarîya tirşikêye ji minre spas ji (bnr: simurg56)re ez bawerim cara yekeme tiştekî baş kirîye ev pirtûk ji minre şandîye.. niha ket destê min mala simurg56 û yên bûn sedem avabe..



16.11.2015 11:26 | shorbevan

2. pirtûka sernivîsa qelpaxê wê şaşe "rêzı mana kurmancî"'ye divê dijber bilez were sererast bike.. bê henek xwedênegravî çapa nûnkirîye çewa xeletîkî wisa dikin meriv ecêb dimîne.



16.11.2015 12:06 ~23:07 | shorbevan

3. pirtûka ku çapa wê ya berfirehkirî li ba min e û tişaşî di navê wê de tune lê dizanim ku çapa pêşîn(ne şaş bim) şaaş bû, ji ber wek rêzimanê kurmancî hatibû nivîsîn.



16.11.2015 12:12 | dijber

4. riya zanîna/hînkirina zimanê kurmancî, navê pirtûka samî tane, pirtûka ku bi kurdîyek giran hatîye nivîsandinê melûme niha kurdîya min têrî xwendina wê nake.., min çend heb pelê wê bi serhevda qelavt û avête goşekî hetanî roja wê tê..

pirtûk jibû kesên mereq bikin dikarin li vir beşeka çapa wî ya kevn bixweynin:



Here lînkê



ew jî a evdêrehîm karabax amade kirîye:



Here lînkê



09.12.2015 18:05 ~18:14 | shorbevan

5. ev pirtûk cara pêşîn di sala 2000'î de bi navê waneyên rêzimanê kurdî ji nav weşanên welat derketiye û bi awayê pirtûka dersdayînê hatiye amadekirin. her sê çapên wê yên din jî enstîtuya kurdî ya stenbolê derxistine û îcar navê wê jî rêzimana kurmancî ye, ji ber ku bi naveroka wê hatiye lîstin û êdî bûye pirtûka gramerê. her wiha li ser zayenda peyva rêziman jî lihevkirinek tune ye. ji ber ku rê+ziman peyveke hevedudanî ya çêkirî ye. zayenda van her du peyvan ji hev cuda ye. rê mê ye û ziman nêr e. di navê ya pêşî de zayenda zimên lê hatiye barkirin û di ya duyemîn de zayenda riyê lê hatiye barkirin.



09.12.2015 23:50 | kurmanciyagewr

6. Cûda nivîsandina tîpa “e”

Dixwaze: Rast
Dixwaz e: xelet

Ji ber ku peyv a “xwestin” lêker e. Wexta ku koka peyv lêker be pêvek cûda neyê nivîsandin.

Yê din ger peyv “nav, rengdêr, cînav” be pêvek cûda tê nivîsandin.

Mînak:
ev keçik gelek xweşik e.
Ez îro gelek xemgîn im.
kajav îro gelek kêfxweş e
Rizgarm îro çalak e.

Nîşe: Mijara rêzimanê de gelek kêmasîyên min hene lê min xwest vê zanîna xwe parvekim.



05.04.2020 14:03 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzimana zazakî ya devoka gimgimê
» kurmancî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî