Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ssd - tirşik
ssd
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Yanî: solid state disk

celebeke amûrên depokirinê ye. Alternatîfa hddyê ye. Lê gelek ferqên wan hene. Ez ê van ferqan di mijara ssd vs hddyê de binivîsim. ssd ji ber ku ji hêmayên biha tê çêkirin, bihaya wê pir zêde ye. Weke mînak min sê roj berê ssdyeke 240 gb kirî û min 350 lîre da. Mîmariya wê weke ya raman e hetta hema hema eynî ye. ram her carê xwe paqij dike lê ssd ne werê ye. em li gorî kêfa xwe dikarin tiştan têxinê û jê bibin.



neyse: ssd vs hdd



23.11.2015 23:15 | mergehez

2. teknolojiyek gelek baş e lê hinekî bûhayê wê zêde ye. lê ger leza kombersa we nexweş kiribe, mirov dikare şûna kirîna kombersek nû serî li pevguhertina hdd û ssdyê bide.



24.11.2015 20:38 | simurg56

3. tiştek wisa ye ku tama ku mirov ji komputerê distîne, dike du qet.
min vê heftiyê komputerek nû kirî, şûna ku yeke bi harddîskek 1 tb lê bi hdd, min yeke 256 gb lê bi ssd kirî û qet poşman jî nebûm. ji ber ku niha komputer tenê 5-6 saniyeyan de vedibe û ji bo xebitînê amade ye. yanî piştî vebûnê jî mirov namîne li benda haziriyên bernameyan.
her wiha piştî vebûna komputerê jî, barkirina bernameyan gelek leztir dike. weke mînak gimpa ku nêzikî 20 saniyeyan de vedibû, niha di 2 saniyeyan de vedibe fîlan. mirov gelek leztir dikare bixebite.
ger we niyet hebe komputerek nû bikirin, bila teqez tê de ssd hebe.



28.07.2017 22:13 | simurg56

4. Sîstemeke baş e, heke laptopên we kevn û giran be anegorî wê hûn dikarin li cihê cd yê laptopên xwe derxin li wir harddiskên ssd têxin, qutiyên hazir ji bo harddiskên ssd jî çêkirine. Piştî guhertina harddiskê Laptopên we yê kevn gelekî leztir dibe.

Qasî ku ez dizanim, Pirsgirêka ssd anegorî hdd ev e, heke harddiskê komputerê xira bibe, meriv dikare ji hdd hinekî dosyayên xwe jê xilas bike lê belê ssd heke xira bibe îmkana wê tune.



28.07.2017 22:27 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ssd vs hdd

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî