Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    ssd vs hdd - tirşik
    ssd vs hdd
    (4) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. herdu jî amûrên depokirinê ne. Yani mere dikare muzîk, wêne, fîlman filan li wan bar bike. Ferqên wan pir in:

    1. Ssd nêzî 100 qatê hddyê beza ye.

    2. ssd nêzî 20 qatê hddyê biha ye.

    3. emrê ssdyan ji yê hddyan pir kêmtir e. emrê ssdyan texmînî 5 sal e. lê li gorî marka û kapasîteya wan diguhere.

    4. Ji ber di ssdyê de weke hddyê dîskeke ku hertim dizîvire tune ye, qet deng dernaxe.(eynî weke flaşdîskan e)

    5. Dîsa ji ber nebûna dîskan zêde hêz naxwaze.



    Mînak: komberseke ku herî kêm di 2 deqeyan de vedibe, bi ssdyê herî zêde di nîv deqeyî de vedibe.

    Mînak: 240 gb ssd 350 lîre ye, lê 2 tb hdd 250 lîre ye.

    mînak: bezahiya xwendin/nivîsandina pelan di ssdyê de derdora 500 mbyî ye, lê di hddya herî beza de derdora 50-60 mbyî ye



    2015.11.23-23:26 | mergehez

    2. Mala me de laptopek 2009 model packard Bell marqe heye, niyeta min hebû çend cara jê bavêjim xwe xilas kim.

    Lê paşê min qerara xwe da harddiska wê yê hdd derxînim ssd bavêjim ser.

    laptopa min berê bîna kalekî bû bi gopalê xwê hêdî hêdî dimêşiya niha wekî hespê kihêl e çirtik davêje.

    Spas ssd good bye hdd...



    2021.10.16-22:59 ~23:01]| mîr

    3. Ssd kîvroşk e, hdd kîso (kûsî) ye.



    2021.10.17-00:05 | xabûrî

    4. ssd zêr e, hdd hesin e :(



    2021.10.17-00:07 ~00:08]| heval.js

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    jan dost [1]
    nivîskar e lê xwe wek serokê partiyeke li dijî pkk û pyd dibîne.\r\nbi...
    mêr çi dixwazin [2]
    (bnr: mêr) *...
    kürdistanda milliyetçilik ve dil(1918-1985) [2]
    pirtuk rewş û pêşveçuyîn a zimanê kurdî qal dike. vekolîn bi ahmedê xa...
    kingdom of heaven [1]
    fîlma ku min dema ku nû hatibû kişandin, lê temaşe kiribû lê di derbar...
    hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan [1]
    avaKirina edaletê li dinyayê ji aliyê Xwedê ve. Dewletên ku ji nîş...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ssd
    » hdd

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî