1. berevajî baweriyan, ne cûreyeke qehweyan e. tenê navê şêweyeke çêkirina qehweyê ye. |
|
26.11.2015 22:47 |
simurg56
|
2. Xu rinde nawe we nerinde |
|
26.11.2015 23:02 |
qers
|
3. qehweya erdoba ya mêrdînê jî mîna qehweya tirk navê şêweyek çêkirine... |
|
26.11.2015 23:33 ~23:33 |
havka
|
4. qehweya mîna xwelîyêye, jiber ya tirkaye ez wisa nabêjim rastî jî min jê hez nekir gelema/telpa di binîde kom dibe îmana meriv jê diçe.. qehweya bê şîr ez jêra nabêjim qehwe hûn jî nebêjin. |
|
27.11.2015 01:21 |
shorbevan
|
5. Li aliyê kurdistanê exleb bi şîr tê çêkirin lê tirk bi avê çêdikin. Dema malbata zavê diçe xwezgînî bûk vê qehwê çedike û dide mêvanan. Heke bersiva bûkê "erê" be, şêkir dike nav qehwa zavê de, lê ger bersiv "na" be qehwa zavê tijî xwê dike.* |
|
27.11.2015 02:26 |
kevçiyê dil
|
6. qehweya tîrkan, ez dê bêjim ewen wî qehwe vaxun ne ji ber xweşya tamawi ye ji ber fal e di vaxun. beri xwe didin fala xwe ka tê pêş rojanda çê tê et ser seri wî, ka tê evinek çawa qehwa wî de derkevit. |
|
11.01.2016 14:35 |
siyabend zana
|
7. li aliyê me piştî ku vê qehweyê vedixwin û fîncanê digirin, pêşî ji bo pêxember mihemed û ehlê beyta wî paşînê jî ji bo pîrê qehweyê xwestek tê girêdan. pîrê qehweyê bîna milyaket û perîyan pîroz û fesûn e. |
|
21.03.2020 21:13 ~21:14 |
tizbîkêş
|
8. (bnr: tişta ku hûn lê digerin nehate dîtin) |
|
21.03.2020 21:22 |
tîrêj zana 21
|
9. Qehweya ku kîngê vexwim heşa hizûra we zû bi zû diçime tiwaletê. Made min tevlîhev dike, ji bo min bîna dermaneke laksatîf e. |
|
01.05.2020 23:05 |
mîr
|
11. qet nikarim vexwim. bi min ew qas tehl tê. min çendê caran ceriband ne xêr nikarim vexwim. |
|
02.05.2020 03:53 |
kajav
|
12. heta min jî çend hevalên xweyên tirk jî pirsî ku, kêfa wan jî jê re nayê jsjsjjs |
|
02.05.2020 04:27 |
merwano
|
13. Qehweyek ku min wextekî gotî 'barîkem xweş e, ku ez tehm bikim'û paşê ku min zor daqurtandîbû. Ne xweş e yanê |
|
02.05.2020 05:29 |
berfinekk
|
14. Qehweya ku dderbarê wê de tweetekî gelekî komîk heye ku kena min anî li vê şevê. |
|
04.12.2021 02:40 ~02:40 |
heval.js
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |