Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cole - tirşik
cole
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyvek din e ku zêde zêde heremî ye û li tu deran peyda nabe.

wateya wê tune, tiştek mîna baneşanê ye.



- cole tu zanî, tu bêjî kulmek jî çay li malê nemaye!



li vir armanca cole'yê ew e ku balê bikişîne mijarê û wê hêviyê bide ku wê agahiyên girîng werin dayîn.



- cole ez bêm wê derê, ez ê hestiyê sax nehêlim di laşê te de!



li vir jî dîsa balê dikişîne ser girîngiya meselê. tiştek ecêb e belkî min nekarîbe baş rave bikim.



(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)



30.11.2015 19:43 ~19:44 | simurg56

2. peyv ê ku min ha niha bihîst. hûn dibêjin ku, di ferhengên de jî peyda nabe. lewma ji kerema xwe re gava hun qala peyvên wiha dikin, ji bo wekê min nezanê kurdîya otantik tirkîya wî jî binivîsin.



silav...



01.12.2015 03:00 | xwedaparêz

3. rastê peyvek pir heremîye. herema botanê lê piranî ji alîyê şirnexîyanve tê bi kar anîn (ne navçeyên wê,li navendê) .



lê biya min ne "cole" tê nivîsandin , ya rastî "cowilleh"e. wateya "vallahi-yeminlen"de tê bi kar anîn. lê gelek heşik tê gotin ji ber wê mirov dibêjê qey "cole"ye.



mînak:

cowilleh ez bêm wêdê ezê serê te bişkînim.

vallahi oraya gelirsem kafanı kırarım.



01.12.2015 09:14 | mijdar

4. peyva du cîhê wêde binihêre û ger tê bikar hanîn li herema farqînê.

mînak: eger ez bêm bate ewê ne ji xêrêrabe.

bnr ez werim bate tu kes tune te ji nav lepê min derxe.



01.12.2015 12:31 | shorbevan

5. peyva weke li jor jî hatî gotin ji "ca" û "willeh" pêk tê. weke sondekê ye, ji şuna wê "bi xwedê" jî dikare bê bikar anîn. lê hinekî wateya wê jî hinekî guheriye, weke mînak;

-cole do min ew li sûkê dît, min nas nekir, ewqas guheriye!

li vir ne wateya sond-xwarinê lê tenê xwestina kirpandinê, quwetkirina wateyê heye.



01.12.2015 12:44 | azadixwaz

6. eme bejın awe reş



01.12.2015 13:32 | qers

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» coleg

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî