Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
moza zebeş - tirşik
moza zebeş

Navê mijarê ya ewil ev bû:moza zeveş
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. moza pirî li ser qalikê zeveşa xwe datîne û dixwe jêra dibêjin moza zeveş, moza ku awê kerê xwarinê dixwe û hingiv çênake.., lê bêbavê derba kuştinê li meriv dixe bivedana xwe, moza ger vedanek baş bike dikare ser û çav li meriva bi werimîne.., bira format li vir bimîne.. moza ku min û wê pir bi hev vedaye bi vî awhayî: hêlîna wê di xanîyê meda hebû ez jî diçûm min zixtika di qula wande radikir û di revîyam de here û de neçe.. lê dîsa ez biçûma dinya wî alî jî ji vedana wan xelas nedibûm carna, werhasil paşê min bi serê darikva naylon şewitand û min bir ber devê qula wan heba derket baskê wê dişewitî diket erdê.. edî ewro ez bi serketim min wan qedande lê niha ez îtirafdikim ku berê min wan daye işkenceyê.. ê bira wan jî hingiv çê bikira zanin bi meriv vedin nizanin hingiv çêbikin lê wan jî heyfa xwe hilanîye carek gohê min, carek çavê min, ..





Here lînkê



04.12.2015 02:16 ~02:20 | shorbevan


3. moza dibe ku navên wê yên kodî jî hebin lê rastî jî em jêre wisa dibêjin dibe ku navên wê û din jî hebin an dibe ku em şaş dibêjin lê min ji berî xwe ev nav nexuliqandîye..



04.12.2015 13:25 | shorbevan

4. moza ku li farqînê navê wê wiha ye. tabî rastiya wê "zebeş" e ji ber ku "b"yên kurdî li farqînê dibin "v" îca dibêjin "zeveş"



ew moza pîsa heram ku carekî wexta ku ez biçûk bûm û em malîtî li ber televziyonê bûn mi dî enîşka milê min ji nişkave şewitî hê min tam meselê fehm nekir careke dî jî bazûyê min şewitî bavê min go kuro zû qazaxê xwe derxe îca min derxist vê moza kerkere vê zivistana xwedê ji ku hatibe xwedê zane ji nav qazaxê min derket. baş e ku yê min gava moz bi min vedidin tiştek bi min nabe, hebkî hevalê min hebû gava moz pê vididan wî bizorê digihandin dixtor mala xwedê ava yê min xema min nabe



04.12.2015 16:32 | ceso

5. li derdorê meletiyê bi kurmancî ve rê moza hespan tê gotin û wekî wan hin cureyên reş û mezin re jî moza keran...digotin jehra wan hinek xurt e ku alerjiya meriv hebe li hember mozan dikare merivan bikûje jî..



05.12.2015 19:17 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» moza zeveş
» zebeşê kal

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî