Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
çincîrik - tirşik
çincîrik
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Li cizîrê ji bo amûra kû zarok lê siwar dibin û mirov dihejênê re tê gotin.bi seranser ji daran tê çêkirin. Bi taybetî di cejnan de li çend qadên mezin de ev çincîrik têne sazkirin û zarok ji sibehê heta êvarê bi peretî li wan siwar dibin. Bi qasî min bihistî ev kevneşopiyek e qedîm e û tenê li cizîrê ev kevneşopî heye.. Her çiqasî di dema me de gellek amûrên lehîstokê yên xwedî taybetmendiyên teknolojîk derketibin jî li gora min ev wê zewqa kû çincîrik didê, nadê mirov...



08.08.2013 00:50 ~2016.04.12 23:01 | nan û av

2. lunaparka cizîriyan e.. lêkera vî navî jî heye (vbr: çincirandin).. wek nimûne:

- min xwe çincirand/çincirkand..

berî her derav û erefateka eydê çapemeniya tirk ileh û ileh nûçeya çincîrikên seyar yên li cizîrê li ber qeraxê şetê cizîrê yanî çemê dîjleyê tên danîn diweşînin.. mîratê pirraniya hevalên tirk ji ber vê îmaja cizîrê gunehê xwe bi min tînin û dilê xwe bi min dişewitînin..



24.09.2013 02:14 | endazer

3. hêvî dikim ku vê eydê jî nebe malzeme ji bo çapemeniya tirk.. dilê min dixele dema ku ez cizîrê bi wî awayî li ser çapemeniya tirk dibînim.. heta min dil heye herim li cem çincÎrikan nobetê bigirim dema nûçegihanê kanal dyê hat ji berstûkê re bigirim û bêjimê (bnr: kanal d muhabiri tamam mı)??



12.10.2013 18:21 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» çincîrik

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî