Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pîroz - tirşik
pîroz
(30) (4) (3)
di mijarê de bigere

1. Di devoka qaşanên ku li derdora mereşê bi bişkok, bijkojê re tê gotin..hin deran pîrzonik jî tê gotin ku denga p'yê hinek hişk e..gotina bişkoj jî heye lê gotina pîrozê wekî cureyên bijkojên îşlikan biçûk re tê gotin..



23.12.2015 19:46 ~19:47 | havka

2. kesê an tiştê qedirgiran, bimbarek, qedîm, miqedes



23.12.2015 20:03 | shorbevan

3. peyveka din a ku bi saya medyaya civakî li nav kurdên xwenezan jî belav bûye. bi rastî tiştekî xweş e ku kurdên ne kurdewar jî êdî dibêjin newroz pîroz be û eydî pîroz be (cejn hîn qasî wê belav nebûye :D). herwekî peyvên kerem kirin û mamoste jî. êdî heya bavê min jî dema mişterî tê dibêje keremke, tevî ku di devoka me de divê kerem bik be.

herwiha tirşikvaneka mêrdînî ye. jixwe dema cara pêşî min nivîsên wê xwandin ji devoka wê ez tê gehiştim mêrdînî ye. ji me gazin kiriye ku kes xêrhatina wê nekiriye. ya rast ji bo hêvotina (teşwîqkirina) tirşikvanên nû ev kiryar tiştekî baş e. dema ez jî nû hatibûm tîrêj zana û yûsivî xêrhatina min kiribû û ez jî şa bûbûm. tu jî bi xêr hatî tirşikê. bihêvî me tu bi dewamî li vir binivîsî. tu ê hevaltiyên çak jî bi dest bixî û kurmanciya te jî ê gelek pêş bikeve. û pêşniyazeka min ji bo te ev e ku bi vî awayî nenivîse (ew ê biki, ew ê biçi) lê wek ew ê bike, biçe binivîse. ez jî alîgirê devokparêziyê me lê devokparêziyeka bi rêzimana dirust. bi xêr hatî dîsa *



17.04.2021 10:31 | keyomerd

4. Tirşikvanê ku ew jî kategoriya yên ku goştê wî/wê xelkê ra tehl de ye. Ji mêrdîna rengîn e, bixêr hatiye, sersera hatiye . Ew yek dê rêjeya me jina li tirşikê zêde bike jixwe tirşik ji mêran aciz bûye.
Hevalek hêja ye, hêviya min ji xwedê în şa Allah her tim serkeftî be. Me kurdan ji wê divê milyonek wa hebe da em bigihêjin armancê xwe.

(bnr: serkeftin li gel jina ye)
(bnr: rêjeya jina li tirşikê)
(bnr: hewl dana gihiştina sed peyama)



17.04.2021 15:20 ~2021.07.17 08:21 | navîgiranmezelîwêran

5. Spas dikim. Nav xêrê de bin. Xwedê biki ko ezê gelek fêde ji vir bigirim û qasî ko min ji vir girt li vir jî zêde bikim.


Wekî din piçekî ecêbmayî mame ji ber ko di peyama jor li ser min " yekî xwîn tahl" hatîye gotin:((



22.04.2021 01:17 | pîroz

6. Nivîskarê ku dibe li peyamê taybet binêre (:



22.04.2021 22:32 | navîgiranmezelîwêran

7. bi xêr hatî ye .
nivîsên wê balkêş e .
gelo ji ku derê mêrdînê ye di meraqa min de ma.



16.05.2021 21:25 | shwinsherm

8. Xwedê xêrê bide we, omerîme ji Mehsertê me.



16.05.2021 21:30 | pîroz

9. berê li cem me kurda roj mînan xwedê bû .

gelo pîroz ji "pê roj" -di riya xwedêd-(tanri izinde)
an ji pî roj -mohra xwedê- (tanrisal) ê tê



17.07.2021 00:38 | shwinsherm

10. Li Tirşikê ez bi nasîna hinek kesan gelek aciz û poşman bûm, Xwedê wê bihêle ew tu car ji bo min nebû poşmaniyek. Gelek kêfa min jê re tê nexasim dema qala serpêhatiyên zarokatiya xwe dike( li tirşikê) kenek li ser rûyê min peyda dibe * ewqasî diyar e zarokek gelek şêrîn bûye :d



17.07.2021 08:30 ~08:30 | navîgiranmezelîwêran

11. çaxa ku rastî nivîsên wê têm, kêfa min jî tê cî. bi şêweya herêma xwe dinivîse loma siviktir û xweştir e xwendina peyamên wê. meraq dikim qet xwe daye ber nivîsîna çîrokan gelo?



25.08.2021 02:03 | ezcan

13. (bnr: ger ez xort bûma min ê te ji xwe ra bixwesta)

Ji vê hat girtin :

(bnr: gerezbabuma minêporêtebialasta)



01.09.2021 22:33 ~22:32 | navîgiranmezelîwêran

14. Tirşikvana ku min hê nuh nas kiriye û maşalê derfet çêbibe dixwazim em rû bi rû jî hev du bibînin. Axaftina wê zahf resen û delal e hingî bi coş diaxive mirov matmayî dimîne *



02.09.2021 00:06 | biaqila malê

15. kêfa min jê re gelek têtin. miroveke jidil, dilrehm û dilpak e. hêvî me jiyaneke bi dilê xwe bijî û li tirşikê jî daîm bibe.*



02.09.2021 00:25 | xelîl

16. pîroz/136370 nivîskara ku şevê din min û biaqila malê hevdû dîtiye. Pêşî ew hevdû dîtin 45341 saetan. Paşî ez çûm cem wan. Xwîna me tevizî li ser hev. keçikek jidil bû. Dema ku dida ser hev û xeber dida min di go qey metka min e xeber dide. * kurdiyek wek jinên berê li ser zimanê wê bû maşale. Keçikek jêhatî ye. Hevdîtina min û yûsiv hate bîra min. Yûsiv jî wek pîrozê li gor temenê xwe zahf pêşketî bû. Wek keç û xortên tirkan ne wilo fahş in. Giran in, Efendî ne, bikêrî xwe tên maşela maşela. Xwedê tovê keç û xortên wilo zêde bike.



08.09.2021 08:43 ~08:45 | xwelî li ser

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîroz şah zêrînkuleh

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî