1. Di devoka qaşanên ku li derdora mereşê bi bişkok, bijkojê re tê gotin..hin deran pîrzonik jî tê gotin ku denga p'yê hinek hişk e..gotina bişkoj jî heye lê gotina pîrozê wekî cureyên bijkojên îşlikan biçûk re tê gotin.. |
|
23.12.2015 19:46 ~19:47 |
havka
|
4. peyveka din a ku bi saya medyaya civakî li nav kurdên xwenezan jî belav bûye. bi rastî tiştekî xweş e ku kurdên ne kurdewar jî êdî dibêjin newroz pîroz be û eydî pîroz be (cejn hîn qasî wê belav nebûye :D). herwekî peyvên kerem kirin û mamoste jî. êdî heya bavê min jî dema mişterî tê dibêje keremke, tevî ku di devoka me de divê kerem bik be. |
|
17.04.2021 10:31 |
keyomerd
|
5. Tirşikvanê ku ew jî kategoriya yên ku goştê wî/wê xelkê ra tehl de ye. Ji mêrdîna rengîn e, bixêr hatiye, sersera hatiye . Ew yek dê rêjeya me jina li tirşikê zêde bike jixwe tirşik ji mêran aciz bûye. |
|
17.04.2021 15:20 ~2021.07.17 08:21 |
navîgiranmezelîwêran
|
6. Spas dikim. Nav xêrê de bin. Xwedê biki ko ezê gelek fêde ji vir bigirim û qasî ko min ji vir girt li vir jî zêde bikim. |
|
22.04.2021 01:17 |
pîroz
|
7. Nivîskarê ku dibe li peyamê taybet binêre (: |
|
22.04.2021 22:32 |
navîgiranmezelîwêran
|
8. bi xêr hatî ye . |
|
16.05.2021 21:25 |
shwinsherm
|
11. berê li cem me kurda roj mînan xwedê bû . |
|
17.07.2021 00:38 |
shwinsherm
|
12. Li Tirşikê ez bi nasîna hinek kesan gelek aciz û poşman bûm, Xwedê wê bihêle ew tu car ji bo min nebû poşmaniyek. Gelek kêfa min jê re tê nexasim dema qala serpêhatiyên zarokatiya xwe dike( li tirşikê) kenek li ser rûyê min peyda dibe * ewqasî diyar e zarokek gelek şêrîn bûye :d |
|
17.07.2021 08:30 ~08:30 |
navîgiranmezelîwêran
|
13. çaxa ku rastî nivîsên wê têm, kêfa min jî tê cî. bi şêweya herêma xwe dinivîse loma siviktir û xweştir e xwendina peyamên wê. meraq dikim qet xwe daye ber nivîsîna çîrokan gelo? |
|
25.08.2021 02:03 |
ezcan
|
15. (bnr: ger ez xort bûma min ê te ji xwe ra bixwesta) |
|
01.09.2021 22:33 ~22:32 |
navîgiranmezelîwêran
|
16. Tirşikvana ku min hê nuh nas kiriye û maşalê derfet çêbibe dixwazim em rû bi rû jî hev du bibînin. Axaftina wê zahf resen û delal e hingî bi coş diaxive mirov matmayî dimîne * |
|
02.09.2021 00:06 |
biaqila malê
|
17. kêfa min jê re gelek têtin. miroveke jidil, dilrehm û dilpak e. hêvî me jiyaneke bi dilê xwe bijî û li tirşikê jî daîm bibe.* |
|
02.09.2021 00:25 |
xelîl
|
20. pîroz/136370 nivîskara ku şevê din min û biaqila malê hevdû dîtiye. Pêşî ew hevdû dîtin 45341 saetan. Paşî ez çûm cem wan. Xwîna me tevizî li ser hev. keçikek jidil bû. Dema ku dida ser hev û xeber dida min di go qey metka min e xeber dide. * kurdiyek wek jinên berê li ser zimanê wê bû maşale. Keçikek jêhatî ye. Hevdîtina min û yûsiv hate bîra min. Yûsiv jî wek pîrozê li gor temenê xwe zahf pêşketî bû. Wek keç û xortên tirkan ne wilo fahş in. Giran in, Efendî ne, bikêrî xwe tên maşela maşela. Xwedê tovê keç û xortên wilo zêde bike. |
|
08.09.2021 08:43 ~08:45 |
xwelî li ser
|
21. ger makîneya xwendinê nebe(bi îhtîmalekî mezin), yek ji ewan e: |
|
18.11.2021 19:13 ~19:13 |
heval.js
|
22. yek ji nivîskarên tirşikê ku bi nasîna û ji hevaltiya wê kêfxweş bûme, berî 2 roja min wê rû bi rû dît û bi rastî jî hevaleke dilsoz û devliken e. ji bo hevdîtina hevalên xwe çûbûm Îzmîrê, ji ber ku cara ewil diçûm îzmîrê min rê baş nizanîbûn, mala wê ava pir bi min re xwe teheband. ji aliyê zimên ve kes wek wê wêrek nedîtibû heya îro, em diçûne ku qet ji axaftina kurdî şerm nedikir, xwedê kesên wek wê ji serê me qût neke. |
|
30.11.2021 21:24 |
merwano
|
23. Hevaleka gelek delal e. dema bi wê re diaxivim dilê min şa dibe , xemrevîn e Birastî cira wê xweş e * Tu her hebî xweşkokê. dafik , kemîn û tora jî jibîr neke bila tim dagirtî be (; |
|
01.12.2021 00:35 ~2023.04.25 23:02 |
navîgiranmezelîwêran
|
25. Min bîra wê kiribû law * |
|
20.06.2022 17:42 |
navîgiranmezelîwêran
|
26. Bi Xwedê min jî hem bêrîya tirşikê hem jî bêrîya hevalên xwe kiribû. |
|
20.06.2022 18:33 |
pîroz
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |