Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 25 peyam
tevgera ji nû ve vejandina tirşik.net'ê - tirşik
tevgera ji nû ve vejandina tirşik.net'ê
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ev tevger ji ber gazinên hin hevalan û li ser dwaxaza min hatiye ava kirin. emê ne wekî tevgerên din manîfestoyeke dûvdirêj binivîsin ku hûn jî nexwînin. kerem kin bipirsin em bibersivînin.



2015.12.27-12:45 | bêhna_piştî_baranê

2. hema pirsa yekem ji min; hûn kî ne? çend kes in û armancên we çi ne?



2015.12.27-12:47 | bêhna_piştî_baranê

3. bersiva yekem jî ji min; em ez im. ez tenê me. armanca me ew e ku em tirşik.net'ê bînin ser halê wê yê berê. ew halê wê yê ku gotin li bin gûhê hev diketin.



2015.12.27-12:49 | bêhna_piştî_baranê

4. Tevgera ku ez ê bêpirs û şert bibim endam.

Ji niha pê ve ez ê teqez her roj peyam binivîsim.

Heta em dikarin kampanyeyek wisa bidin despê kirin :

(bnr: di tirşikê de her roj peyamek binivîse)



2015.12.27-16:02 | brusk56

5. tu bi xêr hat. pêşniyareke baş e bo destpêkê.

lê divê em hê jî bifikirin ka em dikarin çi bikin.

ez jî difikirim û tiştin hêdî hêdî tên bîra min lê

bi min û te nabe. xwezî hevalê vê derê tev fikrê xwe bibêjin

(bnr: di tirşikê de her roj peyamek binivîse)



2015.12.27-18:21 | bêhna_piştî_baranê

6. pîroz be. her çiqas peyva 'tevger' xweşik xuya neke jî ez ê jî bibim endamekî vê. hêvîdarim hevalên din jî bên û em rûnên her roj peyamokan binivîsin.



bi dil û can.



haydê yawrim.



2015.12.27-19:39 | wiha wilo wisa

7. tu jî bi xêr hat wiha wilo wisa

de ka çend pêşniyara bikin looooo/lêêêêêê

ez dibêm sêçar tîman ava bikin û her tîmekî bila peywîreke wan hebe

nabe?



2015.12.27-21:01 | bêhna_piştî_baranê

8. tabî ku kêfa wiha wilo wisa ji peyva 'tîm' re bê :D



2015.12.27-21:15 | bêhna_piştî_baranê

9. (bnr: format heval)



2015.12.27-21:25 | brusk56

10. bila herkes di face, twît û jehrûziqûma xwe de vê bangawaziyê bike;

hevalno, haydar dûmen niha li ser tirşik.net'ê ye û bi awayekî zindî pirsên we dibersivîne...

ka ji bo xatirê xwedê bkin bila herkes were vê derê.

an jî dereweke din ku herkes berê xwe bide vê derê



2015.12.27-21:51 | bêhna_piştî_baranê

11. tevgera ku li dijî bêelaqetiyê hatî ava kirin û dîsa ji ber heman sebebê (bêelaqetî) hindik maye ku xwe fes bike...





2015.12.28-18:10 | bêhna_piştî_baranê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
fisherman
dengdanên dawîn (Yên Din..)
îtîrafên tirşikvanan [2]
mijarên ku li ekşisozlukê populer in li vir jî popular dibin, ew jî mi...
kurdên çavşîn û porzer [4]
(bnr: ne ez im)*...
kurdên porsor [4]
(bnr: ne ez im) edît: hê jî....
28.07.2021 şewatên li bajarên tirkan [3]
em li heman gerstêrkê dijîn. li ku derê be, divê xweza bê parastin. ...
behs kirina ji sernivîsa mijarê [1]
li gorî formata ferhenga înteraktîfê xeta ye....
belki ev jî bala te bikişînin
» tevgera mijarên bi tirkî bila bên qedexekirin
» nusaybin

Kategoriyên mijarê:: tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî