1. niviskarê: "wiha(wilo, wusa) kerem kir zerduşt.. feylezofê ku kedeke mezin daye felsefê. di sala 1844'an de li almanyayê ji dayik bûye. gotineka wî : "em ;yé kû fahm dikin, em xwe nas nakin, em xwe bi xwe: sedema vê jî yek e: ti caran em li xwe negeriyan ku emê xwe çawa nas bikin... |
|
2013.08.10-15:19 |
gabarî
![]() |
2. ên ku xwedê kuştin , piştrê xwedêyên nûjen hatin afirrandinn. |
|
2013.08.10-15:32 |
kelha bayê
![]() |
3. bi aliyên teoriyê ve pirr serkevtî ye tiştê ku herî xweşa min çû ku ji bo oldaran dibêje ''nasîbî qit'' ên ku kêmasiya xwe ya derûnî û fîzîkî divên li hemû civakê parve bikin , jîyanekê çîlekêş ji bo mirovahiyê yek vebijêrk didin nîşandan. ji ber ku ew ''kêm'' in. |
|
2013.08.10-15:41 |
kelha bayê
![]() |
4. xwedîyê vê gotinê ye: "çi ji hezkirinê tê kirin, herdem li dervEYÎ çê û xirabî tê kirin" |
|
2013.09.02-11:07 |
chepo gewez
![]() |
5. camêro nêzîkê 200 sal berê ji bo mirovatiyê gelek şev bê xew bihurandine. li hemberê hemû zordarî, desthilatî û fikrên şaş têkoşîneke mezin daye.di dawiye de hişê xwe xwariye û miriye. lê belê hata roja îro jî ew fikr û felsefeya wî nehatiye famkirin. |
|
2013.09.02-21:44 |
newenda
![]() |
6. (bnr: gelo wê friedrich nietzsche jî me bibîne) |
|
2013.11.28-13:32 |
ceso
![]() |
7. ku mihemmed îqbal li ser wî wanî gotiye: bi hiş û aqilê xwe kafir e, bi dil û canê xwe mûmin e. |
|
2013.11.28-16:46 |
aryâspa
![]() |
8. kêmasiya wî tenê ew bû ku pez neçêrandiye, şivantî nekiriye..nexwe gengaz e ku bibûya pêxember. |
|
2014.01.24-05:03 |
zero
![]() |
9. feylesofeke bandordar e. nivîskar û feylesofên dûv wî re hatine û di bin bandora wî de nemane tuneye. bi alîyê erênî an jî alîyê neyînî de, hemû feylesof, romanvan, nivîskar, helbestvan, muzîkvan, wênesaz û derhêner bi wî re hesabê xwe girtine û paşê mirine. hê jî kes heta ji wî re şereke mezin neke ramanên xwe yên taybet bi cîh nakin. |
|
2014.02.17-12:54 |
nazim tolhildan
![]() |
10. rebenê ku berhema xwe ya bi navê ecce homo de nivîsiye ku tirsa wî ew ku dema bimire behsa wî bêjin 'pîroz' fîlan.. lê mixabin ji ber ku ev berhem dema ew mirî, hê nehatibû weşandin; hevalê wî yê bi navê Gast, di merasîma definkirina wî de gotiye "bila pîroz be ji hemû nifşan re" |
|
2014.02.17-17:21 |
simurg56
![]() |
11. cudatiya wî û pêxemberan ev e; nietzsche şivantî nekiriye. |
|
2014.03.01-03:35 |
rêzan
![]() |
12. kesê ku derheqê hêvî-yê de ev tiş gotiye: "dema ku qûtîka pandora-yê vebû hemû xirabî jê çûn lê belê bes yek xirabî lê ma. hêvî ji xirabiyan yê herÎ xirab e lew ra îşkenceyê dirêjtir dike..." |
|
2014.09.16-15:32 |
oxir
![]() |
13. derheqê baweriya de wisa gotiye ; " bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye! " |
|
2016.04.19-03:02 |
çiyayê mêrdîn
![]() |
14. friedrich nietzsche/88180 |
|
2016.04.19-09:29 |
gumgumok
![]() |
15. (bnr: naxwazim bawer bikim dixwazim bizanim) |
|
2016.04.19-09:56 |
ceso
![]() |
16. hin kes piştî mirinê diwelidin, nietzsche her ro, her saet, her xulek, her çirke diwelide. her bijî! |
|
2017.06.19-04:29 |
tizbîkêş
![]() |
17. Feylesofê ku ji Îsa re gotiye ehmeq, ji immanuel kant re gotiye batirsok û ji sokrates re gotiye qeşmer. Rastî mirovekî pirr ecêb e. Heke mirov hîn tişta nizanibe divê Nietzsche nexwîne. |
|
2020.06.23-22:28 ~22:37]|
yûsiv
![]() |
18. Ev şizofren çima bu mijara tirşikê min fahm nekir. |
|
2020.06.23-23:46 |
dilreş
![]() |
![]() |
tirşik translate [1] |
![]() |
arrival [1] |
![]() |
ronî artîn [1] |
![]() |
tora tarî [2] |
![]() |
tirşik translate [1] |