Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


2 mijar û 3 peyam
rewşa hunermendên kurd - tirşik
rewşa hunermendên kurd
(3) (3) (4)
di mijarê de bigere

1. Mixabin ev demeke dirêj e Ku di rewşeke pirr xetere de ne. Hema bêje huner û hunermend hatine kuştinê ji aliyê siyasetvanên tevgerên nezan ve. Nezan in ji ber ku fam nekin ku huner karekî azad e huner karekî kubar e. Ew nikare bikeve bin perê tevgerekî, rêberekî an rêxistinekî... Ya ji destê we tê her Ev e Ku hûn hunermendan azad bihêlin, wan nefetisînin bi bîrdoziyên xwe ve. Û alîkariyekî bidin wan ku hunera xwe pêş bixin. Ji ber ku huner e her ya ku netewekî li ser piya dihêle, bihêztir dike. Carnan difikirim Heta Devleta tirko ya Ku em şev û roj rexne dikin jî tiştek wiha nekiriye. Hunermendên wan cur bi cur in. Ji çi partiyê NE çi fikrî ne ji bo wan ne xem e. Ew tenê guh didin hunera wê/î. Lê mixabin tevgerên me hunermend wisa bê qîmet kirine Ku dijminê kurdan jî heta niha nekariye tiştekî wiha bike. Tu niha qanalên kurdan vekî Tu mûzîkeke baş nikarî guhdar bikî. Tenê yên wekî :xelîl xemgîn, seyîdxan,sosin, kawa... hene. Lê êdî pirr aciz bûme ji vî halî re hunera kurdan tu caran evqas bêqedir nebûbû. Min bi xwe lîsteyek amade kir yên Ku ji aliyê tevgerên me ve ji gel hatine dûrxistin :şivan perwer, Xêro abbas. Ciwan haco, nîzamettîn arîç, delîl dîlanar, beser şahîn, yekbûn, nîlufer akbal, mûrat batgî, ganî nar... Ev lîste wiha dirêj dibe û diçe vê gavê ev hatin bîra min... Lewma ev tevger dema qala "civaka azad, Jina azad, huner, lêgerîna heqîqetê ye..." dike bê hemdî kenê min tê



2015.12.29-22:25 ~22:27]| sergijik

2. rewşa ku ne ji rewşa şivan perwer xerabtir e.

bloka pkkê ya ji bo hinek hûnermendan bi rastî jî carinan pir keyfî û xelet e.

lê hinek kes jî hene ku wan bi xwe xwe xistine vî halî. mînakek berçav : şivan perwer.

ew şivanê ku strana kîne em digot û baweriyekî xurt dixist nava gelê kurd de, hat li paytaxta kurdistanê, li hember erdoganê xwînmij weke palyaçoyekî destê îbo girt û destpê kir "negrî negrî" ..














2015.12.29-23:30 | brusk56

3. hunermendên rewşa wan ne ti rewşe, hewceye alîgirbin ew jî wekî kurd û kurdîstan ne yekin çar perçene.. yên perçê kurdîstana bakur weka ku mejbûrin alîgirê pkkê bin an herwiha bi darê zorê dibin pkk yî ez bala we dikşînim serê vir, li alî din yên kurdîstana başûr dîsa wisa divê alîgirên barzanî û pdk bin.. dev ji wî jî berdin li alîkî hemû ji birçîna kuçelanî dibin.. li alîyê din ne alîgirbin jixwe xayînin heqê wan tune bijin.., bi wan konser nadinkirin, wan tevlî newroza nakin, yên alîgir jî konserekî bi wan didin kirin qurişek pere nadin wan û em jî dibêjin xweş nastirin divê em dia bikin ku wa ji mera nazirin.. ka ev hale? rewşa hunermenda eve min kêm nivîsîye zêde nenivîsîye.



2015.12.30-02:53 | shorbevan

4. rewşa ku hûnermend bi xwe afiradiye û bi xwe, xwe xistiye wê rewşê. tu kesek rewşê wek diyariyekî an jî wek cezayekî nade meriv.



2015.12.30-13:34 | bêhna_piştî_baranê

dengdanên dawîn (Yên Din..)
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dikeve navbêra qarabax û ermenistanê welatê kurdan e...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
rojnivîska tirşikvanan [1]
Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e. Bi taybetî...
koremişk [1]
Dimilkî em dibêjin muşo kor (n) Heywanê ku çavê wî kor e. çav...
cimlîk [1]
şirînayîyeke berê ye. axtê ku serê merivan êşîyaye, gotine deng serê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa kurdên êzîdî ên li moskovayê
» hunermendên kurd ku di sala 2020’an de koça dawî kirine
» kurdên qet bi kurdî nizanin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî