Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 18 peyam
bi kurdî aforîzmaya herî xweş - tirşik
bi kurdî aforîzmaya herî xweş

Navê mijarê ya ewil ev bû:aforîzmaye kurdî ye herî rind
(7) (1) (17)
di mijarê de bigere

1. (bnr: aforîzma) ye zimané kurdî da hatine gotin in. Gorî min ya herî rind ev e ; " Géj géje xwedé ye nîv géj bela xwedé ye "



2015.12.30-11:31 ~18:31]| medovskî

2. ji "na looo" yê çêtir heye qey?



2015.12.30-13:25 | bêhna_piştî_baranê

3. ''rast be ji qeza û bela xilas be''

imze: diya min



2015.12.30-17:13 | diclefirat

4. 1. di dewetande û piştî keçik ji hemamê derketin bi bedewîya wan ne xapin wêdemê keçikan ne ecibînin.

2. dema we keçika hilbijart yên dev piçûk hilbijêrînin (rastî ev şîretek xweşe ku pêşîyan kirîye rihma xwedê li wan be..)

3. ger hûn virekî bikin berê hûn ji vira xwe bawerbikin .(niha vana hatin bîra min dema dîsa hatîn hişê min ezê derî li wan vekim bînim li vir binivîsînim)



2015.12.30-17:35 | shorbevan

5. tu bi qurbana zaroyê xelkê bî



2015.12.30-17:42 | bêhna_piştî_baranê

6. Dero ji bo te dibêjim, piştdero tû guhê xwe bidê.



2015.12.31-14:12 | ycup

7. heta mirov xwe nas dikit

umrê xwe xelas dikit



2016.01.01-02:53 | seydayê_peyvan


9. Hevalên te hemû serê çiyê ne, tu qurbana wan bî (Aforîzmayeka kêr hatiye)



2016.01.01-16:09 | emrahbazsahin

10. dilê tirsek sînga sor nabîne (gotina pêşiyan e, lê pê îdare bikin)



2016.01.01-21:34 | pîrêmerd

11. şol/xebat şêre, dema kû te xwe lêda ,dibê rêvî

çavkanî: bavê min



2016.01.02-19:32 ~19:38]| ycup

12. Xebera êvara dikevê qwula dîwara.



2016.01.02-21:24 | gumgumok

13. Dijminê bavan, nabê dostê zeroyan.



2016.01.02-21:25 | gumgumok

14. "(bnr: dinya ne bi zor e, bi dor e)" hat bîra min, lê derew e:



"(bnr: dinya ne bi dor e, bi zor e)"



2016.01.03-14:59 ~15:36]| arya jîyanda

15. belkî ya herî kurt be jî: (bnr: nizanim rihetcan im)



2016.01.03-21:01 | simurg56

16. dibé eger tu şér bé ewé taştéya te penér bé



2016.01.03-21:33 | filîtê qutto

17. dibê ne esil kil û kildan e, esil têşî û badan e



2016.01.03-21:38 | filîtê qutto

18. ne herî xweşbin jî dû heb jiwan gotinan evin:

"eger meriv ker be yên bar li meriv bikin pirin"

"Bar naçe ber kerê, ker diçe ber bar"



2016.01.03-23:59 ~2016.01.04 00:01]| shorbevan

dengdanên dawîn (Yên Din..)
berevajî [1]
Kurdînivîsekî li twitterê ye. Bi qasî go dizanim ji aliyê bernamesazî ...
şerîf omerî [4]
Şerifo kurmancî hat nas kirin erebî hat jî bir kirin......
japonî [1]
japon jî wek torîya ji dêlva "erê" dibêjin "a" . ...
hüdapar [1]
Wan doh Li ser twitterê bi hashtaga #kürtmeselesi çalakiyek xweş lidar...
hueyn [1]
Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bi ezm û şewq dinivîse. Bawerim dê gelek ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan xweş e
» herimîna xewê
» xweştehl

Kategoriyên mijarê:: cand ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî