Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
bi kurdî aforîzmaya herî xweş - tirşik
bi kurdî aforîzmaya herî xweş

Navê mijarê ya ewil ev bû:aforîzmaye kurdî ye herî rind
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: aforîzma) ye zimané kurdî da hatine gotin in. Gorî min ya herî rind ev e ; " Géj géje xwedé ye nîv géj bela xwedé ye "



30.12.2015 11:31 ~18:31 | medovskî

2. ji "na looo" yê çêtir heye qey?



30.12.2015 13:25 | bêhna_piştî_baranê

3. ''rast be ji qeza û bela xilas be''

imze: diya min



30.12.2015 17:13 | diclefirat

4. 1. di dewetande û piştî keçik ji hemamê derketin bi bedewîya wan ne xapin wêdemê keçikan ne ecibînin.

2. dema we keçika hilbijart yên dev piçûk hilbijêrînin (rastî ev şîretek xweşe ku pêşîyan kirîye rihma xwedê li wan be..)

3. ger hûn virekî bikin berê hûn ji vira xwe bawerbikin .(niha vana hatin bîra min dema dîsa hatîn hişê min ezê derî li wan vekim bînim li vir binivîsînim)



30.12.2015 17:35 | shorbevan

5. tu bi qurbana zaroyê xelkê bî



30.12.2015 17:42 | bêhna_piştî_baranê

6. Dero ji bo te dibêjim, piştdero tû guhê xwe bidê.



31.12.2015 14:12 | ycup

7. heta mirov xwe nas dikit

umrê xwe xelas dikit



01.01.2016 02:53 | seydayê_peyvan


9. Hevalên te hemû serê çiyê ne, tu qurbana wan bî (Aforîzmayeka kêr hatiye)



01.01.2016 16:09 | emrahbazsahin

10. dilê tirsek sînga sor nabîne (gotina pêşiyan e, lê pê îdare bikin)



01.01.2016 21:34 | pîrêmerd

11. şol/xebat şêre, dema kû te xwe lêda ,dibê rêvî

çavkanî: bavê min



02.01.2016 19:32 ~19:38 | ycup

12. Xebera êvara dikevê qwula dîwara.



02.01.2016 21:24 | gumgumok

13. Dijminê bavan, nabê dostê zeroyan.



02.01.2016 21:25 | gumgumok

16. "(bnr: dinya ne bi zor e, bi dor e)" hat bîra min, lê derew e:



"(bnr: dinya ne bi dor e, bi zor e)"



03.01.2016 14:59 ~15:36 | arya jîyanda

17. belkî ya herî kurt be jî: (bnr: nizanim rihetcan im)



03.01.2016 21:01 | simurg56

18. dibé eger tu şér bé ewé taştéya te penér bé



03.01.2016 21:33 | filîtê qutto

19. dibê ne esil kil û kildan e, esil têşî û badan e



03.01.2016 21:38 | filîtê qutto

20. ne herî xweşbin jî dû heb jiwan gotinan evin:

"eger meriv ker be yên bar li meriv bikin pirin"

"Bar naçe ber kerê, ker diçe ber bar"



03.01.2016 23:59 ~2016.01.04 00:01 | shorbevan

21. Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.



04.07.2020 02:40 | yûsiv

22. Kêyf kef e zu ditefe/pîrê kal



04.07.2020 12:05 | xeletnivîs

23. Bûk a salê qeşmer a malê



04.07.2020 12:05 | xeletnivîs

24. heta xera nebe ava nabe.



04.07.2020 13:25 | hector

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîkirina evernote
» herîsork
» xweştirîn kurmancî

Kategoriyên mijarê:: cand ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî