Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 16 peyam
di bin pantor de li xwe kirina pêceme - tirşik
di bin pantor de li xwe kirina pêceme
(8) (0) (20)
di mijarê de bigere

1. Ji ber ku mirov xwe ji sermayê biparêze bûyereke normal e ku mirov di bin pantorê xwe de pêcemeyên tenik an jî tayt li xwe bikin.



Jin û mêrê ku li deverên sar dijîn vê bi kar bînin dê baş be ; lê ji jinan bêhtir mêr vê tiştê dikin. Û dibe ku hinek jin hemberê mêrên pêcemeyên li bin pantor xwe dikin jî derkevin.



2016.01.08-13:37 | hêja hûner

2. (bnr: di bin pantorde li xwe kirina pantor)



pîjemayên gelek feydeya wan heye jibû parastina sermayê hinek ji wan hene piçek tengin sebra meriv di wande nayê lê yên fireh jî meriv qelew didin nîşandan û devzendika wan carna ji ya pantor dibihire hinek ecêb tê dîtin lê meriv germ dihêlin pîjemanên fireh dibe ji tayta çêtirbin jibû tendûrîstîyê.



2016.01.08-15:55 | shorbevan

3. taktîkek baş e li dijî cemidînê lê hinek zehmet e.

cihê ez lê dixebitim jî carina dibe 15 derece, loma mirov gelek dicemide. û mirov nikare cilên stûr jî li xwe bike. min 2-3 caran lixwekirina pêcemayên zirav ceriband lê vê carê jî mirov xwêdan dide û nerihet dibe. yanî kêr min nehat.



2016.01.08-22:57 | simurg56

4. (bnr: ew ez im)

dema ku ez di bin pantora xwe pîjama li xwe dikim, xwe ewledar hîs dikim, dibêm qey bazeke mezin ez girtime di bin perrên xwe*

serê sibehê dema meriv diçe kar gelek dicemide, bo wê ev rêbaz gelek bi kêr tê, lê dema derbasî karî dibî îja ji german dibehicî, dîsa jî ji dewsa ku meriv dicemide, bibehice baştir e..



2016.01.08-23:03 | ferhenga şikestî

5. kirina qet kêfa min jê re nayê. ez heft salan li enqerê jiyam lê min qet tişteke wisa nekir, kî bike bila bike lê li min pir ecêb e.



2016.01.10-01:08 | azadixwaz

6. Ew gorî pêceme diguhere. Heger pêcemeyê wek pantorbe ez dikarim bêjim pirsgirêkek a mezin heye.



2016.01.10-01:29 | berfo

7. aktîvîteya ku mamê min havÎnê jî dike *



2016.01.10-11:29 | brusk56

8. Ku mirov here mevaniyê hewceyê pêcemeyên xwediyê malê namîne.. Pantorê xwe bêxe û xwe bike nav ciyan



2016.01.11-04:39 ~04:54]| hêja hûner

9. Di zivistanê tişta ku ez 3-4 hefteyan dikim e. Li Amedê zivist nêzikê meheki dijwar derbas dibê. Piştî wê mehê jî êdî serma zêde namînê. Ez jî di wê meha sar de di bin pantolon de pîjema li xwe dikim.



2016.02.28-23:34 | nan û av

11. di randewuyê de dibe mesele. piştî xwarinê di tiwaletê de derxistin û ji-holê-rakirina wê gelek zehmet dibe. * * hevalên min ên keçik dizanîbûn ku ez di bin pantorê derpî li xwe dikim. yekî ji trakyayî, digot, ka hela rê min de, ji bo min jî ne mesele bû, derpiyên zerespî didît hema digot, "welle ez bizanîbama tu yê qebûl bike, min ê bixwesta bi te re bizewicim" manyaqeke bû, kêfa wê ji vî cûre zilaman dihat. *



2018.01.13-20:22 ~2018.01.14 00:05]| biruya hayao miyazaki

12. Yên ku henekê xwe pê tînin, bira herin serhedê, li wir ne tenê zivistanê de, havînê jî tê xwe kirin.



2018.01.13-20:45 | mîr

13. tiştek gelek artîstîke.



2018.01.13-23:56 | aqilkêm

14. Li serhedê zivistanê de du heb, havînê de hebekî tê xwe kirin *



2018.01.14-23:08 | mîr

15. (bnr: qûna xwe ji derd û kedera parastin)



2018.01.15-10:19 | tililili

16. 4 salan li Qersê mam min nekir, hatim li Berlînê dîsa nakim. Heya sibîryayê rê ya wê heye, em ê binêrin çi'ka ça' dibe da...



2018.03.04-02:16 | jifêzagorda

17. îsal min derpî di bin pantor de li xwe nekir. rewşa hewayê ya stenbolê sax nebe. bira dev ji lîstikên germbûna global berde û hema nebû di adarê de berf bîne. wa! gelo rewşa hewayê û bandora germbûna global çawa ye li bajarên kurdan? min nedît ku yekî-ê qal kiriye. gelo em ji bo jiyîna vê pirsgirêkê jî di paş de mane! *



2018.03.04-12:02 | biruya hayao miyazaki

18. Nîşana mirovên go xerabî ji wan nayê ye.



2018.03.05-07:11 | gumgumok

19. Rojên pêşî ên li Mosko min pêceme di bin pantor/şal de li xwe dikir lê belê paşê min dît ewqas jî ne sar e. û di vê seqemê de li xwe nakim, bawerim min qeysa xwe girtiye li ber sermayê.



2018.03.05-22:55 | gulêê

20. Di van rojên qerisî de wek heyat e ezbenî.*

Ne pêceme lê taytên ziraf û termal ên ku pirr rihet û germ in li xwe dikim û ji vê rewşê jî heb fedî nakim.

Lixwemiqatebûn kengî ve bûye tiştek jê-şermkirinê.:/



2019.12.09-12:44 | xelîl

21. Kiryara kesên ku ji wan zirar nagê çi kesî ye. Yanê mêrên ku di bin şal de binşalik li xwe bike, li gor mêrên din henûntir û feqîrtir e. Hinekî jî garantîvan e. Lê gelek mihfa wê li hember serma û seqemê heye.

Ez jî li xwe dikim. Lê ewên zirav yên weke taytên jina teng ê bi mirov dizeliqin li xwe dikim. Lê min biryar da vêja ezê kîlotê bi gore yê jina li xwe bikim. Yek perçe. Hama ji lingê xwe derbas bikim û bikşênim heya ser dilê xwe û bes. Hewceyî ne gore ne jî kîlot dike*



2021.01.05-00:12 | tîrêj zana 21

22. di zaroktiya xwe de min jî li xwe dikir, lê di van salê dawî de êdî min dev ji vê edetê berda *

dema zaningehê, ji sira enqere, min dest bi tayt kiribû, malmîrato hingî dijidênê mûyên pakên min ditevizîn *



2021.01.05-01:09 | merwano

23. Di nêrîna yekem de hinek ecêb e ji mirov re. Lê di sermaya sibatê de heger tu xebatkar bî pêkneanîna te poşmanî ye.

Heger tu jî naxwazî di zivistanê de sermahiya pantorê te li çîmên te bixin,nexwe teqez bêcemê kalanî bikar bihêne *



2021.01.05-23:34 | rodem

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
pêş cîvatekê peyivîn [1]
tirseke ji bo kesên ji xwe nebawer û fediyok. lê ji bo kesên ji xwe ba...
99 navên xwedê [2]
99 heb in. *...
lîstik tv [2]
ji bo zarokên kurd a xebatêk baş xûya dikê. dibê gere piştgirî bêt day...
ma music [1]
Navenda ku ji bo cihekî ji xwe re ava bikin li benda alikariya me ye. ...
fongogo [1]
Malpereke ji bo xelk projeyên xwe pêk bînin wan digihîne pêdiviya abor...
belki ev jî bala te bikişînin
» binhişa piraniya tirkan û bi vî awayî binhişa dewleta tc
» pantorên skinny
» xwedê mezin e keçî bizin e

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî