Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
çeqilmast - tirşik
çeqilmast
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mast dixî sihanê, avê berî didî serê, têêr li hev dixî û bi ser de nan hûr dikî (loqên qerase) û bi kevçî dikevî serê, xwarina kurda ya pîroz =) çend xweşe bavo!



12.08.2013 16:21 | mîrzal

2. (bnr: kerîm lawo çeqilmast)



12.08.2013 23:26 | azadixwaz

3. (bnr: firdoqî)

(bnr: firdik)

(bnr: dew û çeqilmast)



16.12.2013 02:31 | dijber

4. xwarinekîye çêkirina wî gelekî zehmete bi seeta berxwe dide. çêkirina wî wihaye berê mast têr di (vbnr:çelq)ilînin û ava cemidî dikin serê û xiyar an bejik ku bi dest bikebin meriv hûrke navê û dûre nanê tendûrê hurkê û bi kevçîya bikeve serê tişkî wisa xweş tune.



03.07.2015 22:13 | shorbevan

5. (bnr: avdew)



02.01.2017 23:14 | bûtîmar

6. kerim lawo çeqilmast
min meyand û nebû mast





02.06.2017 22:33 | xwelî li ser

7. Di zaroktiya min de ez bi kalê xwe re diçûm avdaniya baxçe
Her roj me satilekî biçûk mast bi xwe re dibir
Bîra me hebû neh metro kûr
Me bi tilimpê av jê dikişand
Pêşî me mastê xwe bi benekî be girê dida û berî nava wê ava cemidî dida
Peyda me avdanî dikir
Piştî avdaniyê em diwestiyan û birçî dibûn
Ez û kalê xwe me nan xiyar û bejik hûr dikir nava mast û me dixwar
Tamek ku piştî ewqas sal hê jî li ser zimanê min e
Û nîvrojê jî me li mal (bnr: hevrîşk) dixwar



19.07.2020 02:22 | afa

8. An jî dew, li heremê torê bêhtir çeqilmast tê bikaranîn



19.07.2020 13:32 ~13:33 | merwano

9. xwarina favorî ya zarokên min in. gelek caran hej şîva malê nakin û naxwin. di demên wisa de çqilmast digihe hawara me. lê divê mast jî ne ya marketan be. baş e ku li sêwregê hingî te nevê mastê gundan heye.
havînê xwarinek xweş, têrker û kêrhatî ye.



20.07.2020 15:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» çeqilmast

Kategoriyên mijarê:: cand zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî