Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
mıgırdiç margosyan - tirşik
mıgırdiç margosyan
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî ermenî ye, ji amedê ye..

bîranîneke wî û mehmed uzun heye ku di dema zarotiyê de hevalên hev bûne, lê piştî ku uzun têkiliya xwe ji amedê dibire haya wan êdî ji hev nabe, ez ne şaş bim uzun di pirtûka xwe ya nar çiçekleriyê de behsa vê bûyerê dikir..

rojekî, uzun ji bo sempozyumekê diçe kanadayê û tesadufî li piştî dehan salan rastî hêv tên..

dema min ji uzunî ev bûyer xwende ez gelek hestyar bûm

(bnr: tesbih taneleri)

(bnr: taxa fileyan)



10.01.2016 16:44 | ferhenga şikestî

2. ermen lawê ermen e. mirovekî pir dilgerm e. pirtûkên wî, "gavur mahallesi (1992), soyle margos nerelisen? (1995)" pir bi kêf û bi hêsanî tê xwendin. çend pirtûkên wî yên bi ermenî jî hene. li stenbolê di dibistanên ermenan de xwendiye. mamostetî kirîye. bo diyarbekirê nivîskarekî gelek hêja ye.

ji ber ku li xançepekê ji dêya xwe welidîye û zarokatiya wî jî li wê derê derbas bûye, migirdîç û dê û bavê wî kurmancî û zazakî dizanin. hîna jî migirdîç kurmancî ji bîr nekiriye. du pirtûkên wî yên li jor min behsa wan kir bi devoka diyarbekirê (bi tirkî) hatine nivîsandin. heke hûn ji diyarbekirê bin, dibe ku hûn bi xwendina van pirtûkan bigirîn. margosyan te dilê min şewitand.



08.02.2018 01:03 ~2021.05.13 17:07 | mirovekirind

3. Ermeniyek Amedî ye. Gor dazanîna bavê wî ji heredana pîranê ye. Piçeke kurdî, tirkî û ermenkiyek baş dizane.

Cara ewil 2018 yan de di fûara pirtûkan ya amedê de ez ji bo îmzeyê çûbûm cem. Ji bo dibe ku suhbetek vebe min bi carekê got "mamoste mezinê me dibêjin koka me jî digihêje ermeniyan." Hebekê di ber xwe de kir pistepist û hişk bû, li ser pirtûka min jî min nihêrt got "selamla!" Ez şaş mam. Ji ber min çend pirtûkê wî xwendibû û di rojnameyan de jî qunciknivîsê wî dişopand, di hişê min de wek merivek nerm û dilnizm mabû. Neyse min dev jê berneda sala din dîsa çûm û pîqotek binevşî û helesor li xwe kiribû. Û îja min ji bo suhbetek xweştir hewl da "mamoste rengên kincê te çi xweşik in! Meriv dibê qey tu ji kolajek parajanov firyaye*" bi ken li nav çavê min nihêrt û got "xorto tu jî gelek qeşeng î." Welhasil ez giham miradê xwe me li ser nigan piçek be jî suhbet kir. Min ew mêrikê di mêjiyê xwe de sêwirandibû bi zorê derxist holê*

Çîrok û meseleyên nivîskar bi zimanek herikbar û nerm hatiye nivîsîn. Dema ew daxive an ez wî dixwînim mîna li ser ewrên xeyalan soberiye bikim. Weha aram weha herikbar weha rehet û nerm* tiştên ew vedibêje rasti bi xwe ye lê xeyalên gelek dûre jî. Ez çûm li wan sikakan geriyam lê tu tehma çîrokên wî tê de tunebû. Tê bîra min carê em li taxa fileyan ya amedê rûniştibû û ji devê min ev hevoka derketibû "ev taxa di çîrokên migirdîç de xweş e lê di rastiyê de tu balkêşiya wê nemaye".

Ji ber ku beriya şer hîn zêde xisar negihabû taxê dibe ku ew ruha meriv hîs bikira lê ez li gundek ne pir dûr de di nav bêderfetiyan de bûm û min çûyina amedê mîna tiştek xeyalî didît. Wan çaxana min ew taxa nedît lê niha her tişt xera bûye tenê di wêne û vîdyoyên kevn de hewl didim wan tiştan hebekê di serê xwe de zindî bikim.

Lê çiqas mekan dûr be jî bûyerên di çîrokan de tê vegotin ez û em bi xwe ne. Mala me ya axban, maxên ku dike bişikê û ji jimartinan êdî hatiye ji ber kirin, limpeyên mazotê, şevên bi berf û dirêj, malêzên zivistanê, arvanê aşan û bereketa nan û avê...

Neyse em ji kur hatin vir, wan rojana kekê tîrêj zana belgefilmek wî parve kiri bû min îro temaşe kir. di taliyê de min hew xwe ragirt û mîna zarokan giriyam. Kekê migirdîç tu her hebî, dengê te neyê birîn, pênûsa te bêxwedî nemîne.



13.05.2021 03:06 | rizgarm

4. çû rehma xwedê (bnr: migirdîç margosyan). Perçeyeke dilê min jî pê re mir û çû ve nîvroya biharê.

Mekana wî bihuşt be! Zar û zêçên wî tim û tim aşt bin, xweşî bibînin!



03.04.2022 15:21 | mirovekirind

5. Nivîskarek ermenî ku taxa xançepekê gelek xweş disewirîne û bi çîrokan vejîn dike ye. Emrê xwe kuta kiriye. Serê hezkiriyên wî sax be.



04.04.2022 00:55 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mıgırdiç margosyan

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî