1. nivîskarê di sala 1903'yê de li eyaleta bengalê ya hindîstanê li bajarê montihari xwedê dayî ye. piştî ku bi malbata xwe re vegeriya ingîlîstanê xwendina xwe li eton collegeê domand. navê wî yê rast eric arthur e, di navbera salên 1922-27'ê de wek polîsê împaratoriyê yê hindîstanê kar kir. lê belê piştî rûyê rast ê împaratoriyê dît ji karê xwe istîfa kir. di sala 1936'ê de bi pirtûka xwe ya bi navê "shooting an elephant" (kuştina fîlekî), ji ceribandinên wî yên tê de tevgerên karmendên mêtingehê rexne dikir pêk hatiye. nêzîkî dawiya şerê cîhanê yê duyem pirtûka xwe ya bi navê çewlika heywanan nivîsî û di vê pirtûka xwe de bi awayek tûj rejîma stalîn rexne kir. pirtûka wî ya herî bi nav û deng 1984 e, romaneke ji cureya -xeyalê zanistî- ye û di vî warî de bûye yek ji klasîkan, bi vê romana xwe george orwell cîhana nûjen protesto dike. bi pirtûka xwe ya bi navê burmese days (rojên bûrmeseyê) cara ewil behsa mêtingeriya ingîlîstanê ya li bûrmeseyê (myanmar) kiriye. george orwell di sala 1950'ê de li londonê mir. |
|
13.01.2016 00:19 ~00:29 |
xendekî
![]() |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
çaya li ber kompûterê [1] |