Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
leonardo dicaprio - tirşik
leonardo dicaprio
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. lîstikvaneke hollywoodê ye.

ji ber ku di gelek fîlman de lîstiye dema di lîsteya lîstikvanên fîlmekê de navê wî dibînim rûyê xwe tirş dikim lê dîsa jî ji hemû fîlmên wî hez dikim.

an mêrik lîstikvanek gelek serkeftî ye an jî tenê fîlmên serkeftî hildibijêre ku tê de bilîze.

aiha 41salî ye lê ciwantir xuya dike.



fîlmên wî yên ku zanim;

- titanic

- the wolf of wall street

- django unchained

- the revenant

- inception

- shutter island

- the departed

- catch me if you can



15.01.2016 20:38 ~20:39 | simurg56

2. bi rola xwe ya the revenantê ez helandime. bi rasti jî ji aliyê lîstikvaniyê ve êdî piştî sînoran ketiye. hêvîdar im vê cariyê oscarê bidinê. guneh e oxlim, êdî vê oscarê bidin vî camêrî yabo.



16.01.2016 01:14 | wiha wilo wisa

3. yê ku bi îxtîmalekî mezin wê bi performansa xwe ya di fîlma the revenantê de, oscar bistÎne.



28.02.2016 19:38 | brusk56

4. lîstikvanek hêja ye. di her cure filman de lîstikaniya xe nîşan daye.

gelek caran bûye namzetê oscarê lê hê jî nekariye bi dest bixe. îsal herkes dibêje divê êdî vê oscrê bistîne, ez bawer im tenê ji ber vê yekê be jî wê îsal bistîne.

ser xêrê be



28.02.2016 19:55 | simurg56

5. ger evê salÊ jî oscarê nestîne ezê pirr pê bikenim..

li fîlma ku pÊ berendamê oscarê ye gelek xweş lîstibû, meriv digot ma êdî çi bike.

ji bela ku hemî filmên wî xweş in her sal meriv dibêjê wÊ teqez bigire lÊ nagire. bi ya min ev yek motîvasyona wî zêdetir dike, ger ez bim ezÊ dîsa oscarê nedime wî, bila bi xeyala oscarê motîvasyona wî her car zÊde bibe. ger oscarê bigire belkî bÊje bes ulan! ma ez qeşmerê we me lan?!*



28.02.2016 22:28 | ferhenga şikestî

6. xwediyê xelata oscar 2016. pîroz be. gelkî kêfa min hat. ser xêrê be.



29.02.2016 16:15 | hola êzîda

7. bejna te pê dirêj bû



29.02.2016 21:00 | xwelî li ser

8. Ji ber Xelata ocsarê ketibû zimana xelatê girt dîsa ketiyê zimana lê ev e pir dirêj dewam neke.. Hem em hem jî ew xilas bû



29.02.2016 21:08 | gokerr

9. Ewqas bextreş e ku xeleta xwe di 29ê sibatê de wergirt* ango wê di çar salan de carekê karibe sersala xelata xwe pîroz bike*



01.03.2016 00:35 | ferhenga şikestî

10. (bnr: ji tunebûna mêra)



lîstikvanek serkeftîye, lîstikvanê bi filmê titanic tê naskirin.. xuyaye sitendina xelata oscarê kirîye serê xwe û bidest xistiye, xelata wî lê pîroz be kesê daye nîşandan ku kerametê simurg56 hene leonardo dicaprio/85102



01.03.2016 00:37 | shorbevan

11. di dawiyê de bû xwediyê xelata oscarê, piştî merasîmê çûne li xwaringehekê xwarin xwarine lê piştî ji wir derketî, hatiye fêhmkirin ku xelata xwe li wir ji bîr kiriye.

gotinek tirkan heye ku wateya wê wisa ye: qûna hînî nebûyî, derpî lê nasekine



04.03.2016 20:17 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» leonardo da vinci

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî