Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pirtûkxaneya el-cezerî - tirşik
pirtûkxaneya el-cezerî
(3) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. Niha pirtûkên me yên kurdî gihaştine 758 pirtûkan. *)



11.12.2016 08:12 | darînê daryo

2. Lê ger Evdila keskîn û lal laleş ji me re bişînin wê bigihîjin 2 hezarî



11.12.2016 08:13 | darînê daryo

3. taybetmendiya pirtûkxanê ya pêşî li ber çavê mirov dikeve ew e ku pirtûkxane bi destpêşxeriyeke sivîl, takekesî û serbixwe a çend xortan hatiye damezirandin. jibo dabînkirina pêdawîstiyên wê di serî de ji hin camêran alîkarî girtine û wekî dî ji şaredariyê heta bi qeymeqamtiyê li deriyê her kesî xistine bo ku piştgiriya pirtûkxanê bê kirin. saziyên dawî ên binavkirî pî nedaye ber wan, lê herçiqas alîkariyek ji wir wernegirtibin jî karibûne xwe bigihînin çavkaniya herî girîng a ku



10.02.2017 23:17 | darînê daryo

4. pirtûk

li pirtûkxaneya ku a niha bi rêvebiriya çar kesan karê xwe didomîne 9.000 pirtûkên bi tirkî û dora 900 pirtûkên bi kurdî hene (kovar û hin pirtûkên zarokan ên netomarkirî jî ne tê de). pirtûkên kurdî, refên wan li gor binemaya ziman ji ên dî hatine veqetandin lê sernavê her beşê, li hola mezin a pirtûkxanê, bi kurdî liser refan hatiye xistin. ji qertên endamtiyê bigirin heta bi deriyê daşira wan a gelekî paqij ku mirov sola xwe derdixe û bi şimikekê dikeve hundirê wê serdestiya nivîsên kurdî li her derê heye. lê hakan bi dilekî şikestî diyar dike ku alozî û teşqeleyên dawî fikar bi wan re jî çêkirine lewma vê dawiyê jêrnivîsên tirkî jî li bin navên refan xistine.



10.02.2017 23:24 | darînê daryo

5. Çalakî

Dîwarên pirtûkxanê pêşî bi helbest, bend û parçeyên dîtir ên ku ji pirtûkan werdigirtin tên xemilandin, lê paşê dibînin ku ev jî têrê nake. Hingê bîr dibin ku gazî nivîskaran bi xwe bikin—lê tenê nivîskarên kurdînûs, tevî ku ên tirkînûs jî xwestine werin dawetkirin ji xeta xwe nehatine xwar. Heta niha Kawa Nemir, Yıldız Çakar, Rênas Jiyan, Berken Bereh, Sîdar Jîr û Selîm Temo hatine wan “rojbuhêrk û şevbuhêrk”ên ku li pirtûkxanê li dar xistine.



10.02.2017 23:25 | darînê daryo

6. Ji bilî van çalakiyên ku êdî dixwazin formata wan biguherînin û ji qada helbest, çîrok û romanê derxin da dubarebûn çênebe, û hinekî bêtir giraniyê bidin bîranînan û pêşangehên hunerî, çalakiyeke dî jî kirine ku ew dimîne helwesteke ku misyonapirtûkxaneyê ji nû ve tarîf dike: Hinga ku ê salek di ser avakirina pirtûkxaneyê re derbas bibûya, di 22ê Nîsana 2016an de, ango di 118emîn salvegera rojnameya Kurdistan de, bi 17 xwendavanên xwe re şitlên daran ji şaredariyê werdigirin û li ciyê ku Şêx Evdirrehîmê birayê Şêx Seîd hatiye kuştin wan diçînin. Navê Mîqdad Mîthad Bedirxan, avakerê rojnameya Kurdistan, li vê daristanê dikin.



10.02.2017 23:26 | darînê daryo

7. Pirtûkxaneyeke kurdewarî ya ku ji aliyê tirşikvanekî ve li bismila amedê hatibû vekirin e. Pirtûkxane gelek berhemên kurdî dihewand. Xwudiyê pirtûkxaneyê li lîseyê diket waneya me ya " türk dili ve edebiyatı" ( ziman û wêjeya tirkî). Lê di waneyê de ji wêjeya tirka bêhtir behsa wêjeya kurdî dikir. Ehmedê xanî, baba tahîr ûryan, feqiyê teyran , melayê bateyî....

Wê demê xwudiyê pirtûkxaneyê kartên têketinê belav dikir, bi perekî bê qîmet. Hem pirtûkxane bû hem jî jihê ders lê bixebitin hebû. Lê mixabin ez nebûm endam û neçûm pirtûkxaneya wî. Piştî ku ez li tirşikê bûm endam, min wêneyê wî camêrî di gel simurg dît û pir xemgîn bûm. Tiştê zanim wî jî demekî li vir dinivîsand lê niha nanivîse.

Piştî demekî ez li berberekî lê rast hatim û min ji qewla shorbevan gotê wî " tu ne tirşikçî yî?" Li min mat ma. Nizanibû dê bêje çê. Paşê min xwe pê da nasîn û behsa wî tirşikê kir. Soza dayîna pirtûkên kurdî da lê hêj li benda wî me*


(bnr: darînê daryo)



14.12.2020 14:17 | tîrêj zana 21

8. Piştî avêtina qayûman ya li ser şaredariya, ji neçarî pirtûkxane hate girtin. Niha pirtûkxane tune ye.



14.12.2020 14:20 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkxaneya dîjîtal ya zaningeha rojava

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî