Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
yol - tirşik

Çar mehkûm ji girtîgeha îmralîyê destûrdayî derdikevin....
(3 şîrove)
yol
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yol - yilmaz guney/84249

fîlmê meriv dikare li vira temaşe bike:





28.01.2016 17:26 | shorbevan

2. senaryo a yilmaz güney e. derhêner pêşîerden kral bû. 11 mehkûm hebûn di senaryoyê de.. pişt rê nekarîne bikêşin. senaryo dane destê şerif gören. wî jî gotiye em dikarin 4 mehkûma bikêşin. piştî darbeya enwero hatiye kişandin. gelek zehmet kişandine. ji bo ku dewleta tirko dest ne deynê ser fîlmê. her hefte fîlmê negatîf dişiyandin swîsre. welhasil bi zor û zehmetî xilas kirine.

fîlm li ser çar mehkûma qala rewşa tirkiyê û qala kurdan dike. ew çar mehkûm jî kurd bûn ne şaş bim.

ew ê ku diçe gundeke rihayê dibîne ku leşker û gundî pev ketine şer dikin her şev. gund li ber sînor e. gundî bi qaçaxçîtiyê debara xwe dikin.


ji bilî tarık akan û şerif sezer ew ên din lîstikvaniya wan nebaş bûn. lê esil senaryo ye.



02.12.2020 17:13 | xwelî li ser

3. Fîlma ku ev bû cara duyem e ez temaşe dikim. Cara ewil kêfa min zêde jê re nehatibû. Lê vê carê min jê hez kir. Ya bi rastî min jê fêm kir.

Fîlm dema tê kişandin yilmaz guney di girtîgehê de ye. Şerif goren Bi dîrektîf û pêşniyarên yilmaz guney fîlmê dikişîne. Fîlmê xelata palmiyeya zêrîn a ku li cannesê xelata bilindtirîn e wergirtiye. Heya sala 2014'an li tirkiyeyê tenê ev fîlm bûbû xwediyê wê xelatê.

mijara bingehîn a fîlmê Zilm û zordariya ku li ser gel tê meşandin, kevneşopiyên gel û zehmetiya jiyana wan e. Dîsa bandora ku darbeya leşkerî ya 1980'î li ser gel kiriye bi awayeke zelal hatiye nîşan dan. Jixwe ji ber vê yekê li tirkiyeyê 17 salan qedexe maye. Sedem jî ev e ku fîlm tirkiyeyê xirab nîşan dide û li ser mijara pirsgirêka kurd dimîne



28.02.2024 22:38 ~22:42 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» yol - yilmaz guney

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî