Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; ayetên ku dibêjin ne-misilman diçin dojehê
peyamên reşikkirî

84498. ayetên ku ji hêla romantîk û 'humanîst'an ve tên berovajî kirin. dîn ne tîma fûtbolê ye ku em bibêjin tîma me wê bi serkeve, tîma me yê herî baş e yên din gemarî ne, gû belavdikin hwd. li gor îslamê mirovê herî qenc ew e ku bi ya xwedê bike. ji ber wê heqê ''misilmanan'' çi be yê hîndûyan jî ew e. bi rastî ne ji rehma xwedê be pirraniya mirovan dojehê heq dikin. qûna hev dialêsin, alîgirê zaliman in, qewmperest in,rastiyan vedişêrinin, li ser soza xwe nasekinin, alikariya feqîran nakin,li ser erdê xwîn dirijînin.



(bnr: hucurat 13) gelî mirovan! bi rastî me hûn ji jin û mêr afirandin, ji bo ku hûn hevdû nas bikin me hûn qebîle bi qebîle veqetandin. li ba xwedê qenctirînê we yê ku xwedê dihesibîne ye. xwedê bi her tiştî zane, ji her tiştî agahdar e.



anku dîn dînê xwedê ye, bi gotina 'ez misilman im' kes nabe misilman.



xwezî birêz hola êzîda ayetên (bnr: el îmran 84),(bnr: el îmran 86) jî wergerandana. hingê min ê bigota -bê hestên dijî îslamê quranê dixwîne maşellah!



meriv ji wan ayetan fêm dike ku dinên peyxemberên din jî îslam in, û xwedê ti cudahî naxe navbera peyxemberan.



26.06.2013 22:46 | simurg56

84509. (bnr: îmran:84) bibêje: me bi xwedê teala, bi ya ku ji me re hatiye şandin, bi ya ku ji îbrahîm,îsmaîl,îshaq,yaqûb û neviyên yaqub re hatiye hinartin û bi yaku ji mûsa,îsa û pêxemberên din re ji cem xwedayê wan hatiye dayîn bawerî anî û em qet ferqê naxin nava yekî ji wan û em teslîmê xwedê bûne.



(bnr: îmran:85) kî ji bilî îslamê li dînekî din bigere ew ji wî qet nayê qebûl kirin û ew li axretê ji yên xesirîn(têkçûyî) ye .



(bnr: îmran 86) ma xwedê civateke ku piştî bawerî anîn û şahdehî dan ku pêxember heq e û delîlên eşkere ji wan re hatin, dîsa kafir bibin xwedê dê çawa bîne ser rêya rast? helbet xwedê teala civata zalim rasterê nake.



(bnr: îmran 87) cezayên wana eve ; laneta xwedê ya melaiket û hemû mirovan dê li ser wan be

(bnr: îmran 88) ew heta hetayê dê di agirê vê lanetê da bimînin, ezab li ser wan nayê sivik kirin û muhlet ji wan re nayê dayîn.



gere di navbera tewanek û cezayek de têkilî hebe. peyama ayetên ku dibêjin ne-misilman diçin dojehê/84490 rast nine. veşartina rastiyan e. di xrîstiyantî da tewrat jî kitêbek pîroz e, û xrîstiyan bawerî pê tînin.

quran rastiya tewrat, încîl herwiha kitêba mecûsî (zerdeştî) jî tesdîq dike.

wê xrîstiyan herin cehenmê? helbet yên ku ji xwedê re şîrikan çê dikin wê herin cehenmê. yên ne mişrîk? ji xwedê bipirsin.



wê misilman herin cehenmê? helbet yên ku ji xwedê re şîrikan çê dikin wê herin cehenmê. yên ne mişrîk? ji xwedê bipirsin.



yên ku baweriya xwe bi îsa bi mûsa bi mihemmed bi zerdeşt anîn? ew misilman in baweriya xwe bi kitêb û pêxemberê dawî anîne û bi kitêba dawî hukm kirine ,xwedê li gel wan e.



26.06.2013 22:46 | simurg56

84510. ayetên dînê îslâmêne helbet ewê wisabe inca ewê rabibûna propaganda ezîdîtîyê bikirina..? *



livira bi tirkî kirkirine meriv xweştir jê fehm dike *

Here lînkê



27.10.2013 00:18 | endazer