Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
medyaya civakî - tirşik
medyaya civakî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişteke ecêb e. bi nêrînekê ve tişteke pir baş e, ji siyasetê bigre heya aboriyê, ji komînîkasyonê heya çandê, hay ji dinyê bûnê heya têkiliyên taybet û hwd. di gelek beşan de mirov dikare ji bo armanca xwe bi avayekî bi feyde bi kar bîne.

lê bi nêrîneke din ve tişteke pir xerab e. wek vîruseke bê derman ketiye nav civatê û mirov ji merivatiyê dûr dixe, têkiliyên samîmî yên civatê yên rû bi rû tune dike. wextê mirov distîne, derûnnasiya mirov xerab dike. lê ya herî girîng mirov ji rastîtiya dinyê diqetîne.



24.02.2016 11:43 | nazim tolhildan

2. wekî mînak: çend meha berê, dayika hevalekî min çû rehma xwedê. hevalê min, rehmet bûna dayika xwe li ser facebookê parve kiribû. ji ber wê, ez jî fikirîm û min ji xwe re got "bi vî avayî ne hewceye ku ez biçim sersaxiyê". min jî li ser facebookê jê re fatihek xwend û derbas bûm...



24.02.2016 11:51 | nazim tolhildan


4. navê bernameyek e li ser televîzyona trt kurdî. min fêhm nekir ka ji bo zarokên 3-4 salî hatiye amadekirin an ji bo mezinan. pêşkêşvanê bernameyê hemû masûlkeyên li rûyê xwe bi kar tîne û di her peyveke hevoka xweî kirpandinek cûda bi kar tîne. dema mirov 2-3 deqe lê temaşe dike, serê mirov pê diêşe.



29.04.2017 00:45 | simurg56

5. piştî li kurdistanê çanda televizyonê belav bû, rola çîrokbêjan roj bi roj kêm bû. Di roja me ya îro de çanda çîrokbêjiyê rabûye. Fenomena nû jî medyaya civakî ye. em bînin bîra xwe; gelek kesên ji heman gundî yan jî ji heman taxê li hev diciviyan û bi kelecanî li çîrokên çîrokbêjan guhdarî dikirin. Çîrokên kurt ên wekî kurtefîlmên niha, çîrokên dirêj ên mîna fîlmên sînemayê yên niha û çîrokên bi şevan dewam dikirin yên mîna rêzefîlmên niha hebûn.



25.06.2017 16:06 | tizbîkêş

6. gava di medya civakî de çerx dibim xwe mîna turîstekî hîs dikim.



01.08.2018 02:32 | bijîmillah

7. Dibe ku medyaya civakî ya kurdî were* Min e-mail ji koma pawe.dev re şand û raya xwe diyar kir. û ez difikirim ku wan kir *

Here lînkê



27.07.2023 15:36 ~15:37 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» medyaya civakî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî