Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xposed framework - tirşik
xposed framework
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. piştî romên taybet, belkî tişta herî xweş be di androîdê de. ji bo sepanên ku telefona androîd dixemilîne, bingeh û platformek gelek bihêz e.

ez hinek behsa wê bikim (li jêr ji bo sazkirina wê agahî hene);

me got ev framework platformek e, yanî piştî ku xposed hat sazkirin, sepan û modûl li ser vê platformê dixebitin. bi van modûlan gelek taybetiyên telefonê dikarin werin guhertin. sînora wê tune. weke mînak yên ku min kirine;



1- min finksiyona qeydkirina axaftinên telefonê bar kir. (di gelek telefonan de ji bo vê yekê sepan hene û hêsan e lê di note-3ê de bi tu awayî çênedibû)

2- min gelek kurterê û fonksiyonan li menûya bişkojka hêzê (power) kir. (weke mîna kişandina wêneya ekranê, telefona hevsera xwe, moda rizgarkirinê, moda downloadê û hwd.)

3- min îkonên din panela li jor ya agahdarkirinê guhert.

4- te dît, di telefonê de dema mirov nivîsek kopî bike û paşê here tiştek din kopî bike, ya ewil tê jibîrkirin. êdî hemû kopîkirinên min li ber destê min dibînin û qet wenda nabin.

5- min bernameyên ku di destpêka telefonê de jixweber dixebitin, asteng kirin û bi rastî jî êdî naxebitin.

6- bi saya modûla ds battery saver dema ekranê digirim, êdî hemû sepan jî dekevin xewê û bataryaya telefonê dirêjtir diçe.

7- dema peyamek hat, te dît hişyariyek derdikeve lê mirov tenê beşek ji vê peyamê dikare bixwîne. ji bo xwendina temamê wê divê mirov here peyamê. êdî mirov dikare di hişyariyê de jî peyamê komple bixwîne.

8- êdî dema di youtubeê de stranek guhdar dikî, ger hûn ji sepanê derkevin ji lêdana wê didome.

9- mirov dikare fonksiyonên hemû bişkojkên telefonê biguhere. weke mînak dema we dirêj pê li bişkojka home(mal) kir, bila kamera vebe. dema telefon asêkirî be, hûn dikarin bi bişkojkên dengê strnanan biguherînîn. bêyî vekirina ekrana telefonê.

10- taybetiya jinûvedestpêkirina zû çêbû (telefon bêyî ku bi temamî were girtin, ji nû ve tê destpêkirin)

11- te dît dema şarja telefonê ji %5ê kêmtir bû, telefon nahêle hûn wêne bikişînin. min wê astengiyê jî rakir.

12- min hişyariya dengê dengê bilind rakir



hê gelek modûl hene ku min kifş nekirine, saz nekirine.





sazkirin;

mirov dikare ji malpera wê .apk'ya wê daxe û saz bike. lê paşê divê mirov li gorî androîda telefona xwe sdk'ya xposed'ê bi twrp an jî cwm'ê flas bike/saz bike.

di gelek romên taybet de ev bername sazkirî û amade ye. ger we telefona xwe format nekiribe û romek taybet lê bar nekiribe yanî roma we stock rom be, wê demê divê hûn bixwe lê saz bikin. ji bo vê yekê divê pêşîn hûn roma xwe deodexed bikî. ev jî karek dûv û dirêj e. loma ya herî hêsan barkirina romek taybet e. (min bixwe roma stock ya note 3ê ya deodex'kirî peyda kir û li gorî xwe guhert û xposed lê bar kir. gelek pê re mijûl bûm ji ber ku sedemên min yên taybete hebûn.)

weke mînak di cyanogenmodê de xposed jixwe sazkirî ye.



02.03.2016 21:59 | simurg56

2. gelek modulên kêrhatî dihewîne, hem ji bo xwe hem jî ji bo meraqdarên wê modulên xwe li vir binivîsim;



1- (bnr: apm+)

menûya girtina telefonê(bişkojka powerê) dewlemend dike. weke mînak hûn dikarin vebijêrkên kişandina wêneya ekranê, nimroya kesekê, lempeya kamerayê, jinûvedestpêkirina bilez, ketina moda download, recovery û safe modê fîlan lê zêde bikin.



2- (bnr: bootmanager)

dikare wan bernameyan asteng bike ku di vebûna telefonê de jixweber vedibin





3- (bnr: gesture navigation)

xêra xwedê ye. bi saya vê bernameyê hûn dikarin gelek kurterêyan jixwe re çêkin. bi tiliyekê, 2-3-4 an jî pênç tiliyan li ser ekranê tevgerek bikin û li gorî vê encamê hûn kîjan çalakiyê bixwazin bila ew bibe. weke mînak dema ez tiliyeke xwe ji çep ber bi rastê ve tînim, fonksiyona "paşve" pêk tê. dema ez du tiliyên xwe ber bi jor ve dibim, ekran tê girtin. dema ez tiliyeke xwe ji kêleka jêr ya ekranê ber bi jor ve dixirikînim, hemû sepanên vekirî tên lîstekirin û hwd.

hûn dikarin her tevgerekê li gorî xwe bi fonksiyonekî ve girê bidî.



4- (bnr: amplify)

bernameyên ku telefonê diwestînin dixe bin kontrolê. bi peretî ye, lê versiyona belaş jî hinekî kêr tê.



5- (bnr: all notifications expandend)

hemû hişyariyên di panela jor de fireh dike. di rewşa normal de tenê ya ewil tê firekirinç ger ji yekê zêdetir be tenê hejmara wan tên nîşandan.



6- (bnr: greenify)

dema ekran tê girtin, bernameyên vekirî dike xewê da ku telefonê û bataryayê newestînin. kêrhatî ye. dema versiyona peretî were kirin wê gelek baştir be tabî.



7- (bnr: minminguard)

hemû reklamên di înternetê de û di nava sepanan de asteng dike. bi qasê adaway serkeftî ye. karê xwe gelek baş dike.



8- (bnr: native clipboard)

min nav nedabû lê li jor behsê kiribû: te dît, di telefonê de dema mirov nivîsek kopî bike û paşê here tiştek din kopî bike, ya ewil tê jibîrkirin. êdî hemû kopîkirinên min li ber destê min dibînin û qet wenda nabin.



9- (bnr: samsung camera any gallery fix)

dema mirov bi kameraya telefonên samsungê wêneyek bigire li quncikeke ekranê de sembola wê wêneyê çêdibe û ger mirov lê bitikîne dikare kontrol bike ka wêne baş derketiye an na. ev wêne mecbûr di bernameya galarî ya kêrnehatî ya samsungê vedibû û mirov nikariya vê yekê biguhere. bi saya vê modulê bi hêsanî dikare were guhertin.



10- (bnr: screenoffanimation)

di vebûn û girtina ekranê de anîmasyonên xweşik bi cî dike. min ji bo effekta mîna girtina televîzyonên berê (crt) saz kir. gelek ji vê effektê hez dikim.



11- (bnr: smart network)

li gorî keyfa we, dema ekran tê girtin -an jî wextek piştî wê- wifi, interneta mobîl an jî bloutooth fîlan tê girtin. an jî demaekran tê girtin 3g tê girtin 2g vedibe. bi vî awayî şarj hindiktir diçe fîlan.vebijêrk gelek in.



12- (bnr: twcallrecorder)

di hinek telefonên samsungê de tomarkirina axaftina di telefonê de ewqas hatiye astengkirin ku tu sepana di marketê de nikare vê astengiyê rake. lê ev modul radike. him jî bişkojkek li ekrana axaftinê bixwe dike û we kengê bivê wê demê dest bi qeydê dike. him jî kalîteya tomarkirinê zêde zêde baş e.



13- (bnr: wanam xposed)

amûrek gelek dewlemend e. tê de mîhengên belkî sed tiştan heye. mînak: rakirina astengiya kişandina wêneyê ya di hindikbûna şarjê de, rakirina hişyariya dengê zêde, guhertina xuyaniya statusbarê fîlan, guhertina menûya girtinê, mîhengkirina ekrana asêkirinê, qeyda axaftinê û hwd. nayê jimartin.



14- (bnr: xposed additions)

ji bo guhertina fonksiyonên bişkojkên telefonê ye. we çawa bivê, hûn dikarin wisa eyar bikin. weke mînak min wisa kir;

dema ekran girtî, destê xwe li ser bişkojka girtinê digirim û lempeya kamerayê vedibe.

dema ekran girtî, destê xwe li ser bişkojka zêdekirina dengê digirim û strana dûre tê lêdan

dema ekran girtî, destê xwe li ser bişkojka kêmkirina dengê digirim û strana berê tê lêdan

dema ekran vekirî, destê xwe li ser bişkojka menuyê digirim û sepana berê vedibe û hwd.



15- (bnr: youtube backround playback)

ji navê wê jî diyar e: dihêle ku youtube dema ne li ser ekranê be jî vîdyoyan lê bide. di rewşa normal de dema mirov derbasî sepanek din bibe youtube disekine. gelek serkeftî ye.

her wiha dema mirov derbasî ekranek din dibe di panela jor de mirov dikare vîdyoya lê dide kontrol bike û derbasî vîdyoyek din bibe fîlan. mîna ku mp3 player lê bide.



06.03.2016 21:51 ~22:03 | simurg56

3. framworka ku bi pêveka xwe ya x halo floating window carek din dilê min şa kiriye.

bi vê pêvekê, mîna komputerekê, hûn dikarin paceya her spanî li gorî daxwaza xwe biçûk bikin û di ekrana xwe de di heman demê de gelek bernameyan bi kar bînin.

ev taybetî jixwe di telefonên note yên samsungê de hebûn lê ne evqas serkeftî bûn.

dema mirov mîhengên wê li gorî kêfa xwe eyar bike, gelek kêrhatî dibe.

danesîneke kurt:



19.06.2016 22:01 | simurg56

4. frameworka ku min di derbarê wê de nivîsek amade kiriye. sazkirin/çalakkirin hemû hatin ravekirin;

Here lînkê



17.01.2021 00:22 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xposed framework
» framework

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî