Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
stêrka xuricî ferêt - tirşik
stêrka xuricî ferêt
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê romana duyem a welat dilken e. piştî pênc dîwan û romanekî nivîskar romaneke din li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. nivîskarî li ser pirtûka xwe wiha gotiye:



Spasdarî:

Romana min a duyem 'Stêrka Xuricî Ferêt' ji nav weşanên Peywendê derket.

Nemir arjen arî digo, dema pirtûkek min dertê, 'dibêjim ew nebû belkî ev' (!) A min jî, peştî 5 dîwanên helbestan û romanekê, vaye bi romana duyem, 'dibêjim ne ew belkî ev'... Lê belê, jê bi hay im, wek her noteya bi melodî, wek her peyva ku ji rista helbestekê re dibe hîm û bi bayî re bo bigihêje 'dem'a xwe bi fir li gerdûna fireh doş dibe, vaye ew roman jî wekî yên beriya xwe (!) ji şûnpêyên zemanekî qedîm bûye honek û bo nirxê xwe bibîne ji zemanê niha û yê bê re hatiye hêlan-şandin.

Spasdarî, ji weşanxaneya peywend, edîtor û berpirsên wê dawud rebiwar, û Ömer faruk yekdeş, bi rexne û nirxandinên xwe yên ku şewqa wêjeyî dane asoyê min; ji ramazan alan, yaqob tilermenî, omer dilsoz , ferzan Şêr, mem zînistanî, Özgür doğa û arkeologê nemir karl dorner re û her wiha, ji hemû kesên, ku rû bi rû bi zarê dil, bi peyam û bi ecibandinan kêfxweşiya xwe diyar kirine re, kurt û kurmancî spasiyek jidil...

wek gotina dawî, nivîsandin ji min-me, xwendin û teqdîr kirin ji dem'ê û ji xwînerê kurmanciyê...



Here lînkê



14.03.2016 20:37 ~20:46 | xendekî

2. (bnr: xweştewanga kê yî tu ferêt?)



15.03.2016 13:11 | kezebmonitor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» stêrka xuricî ferêt

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî