Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 19 peyam
şîretên seyda bedîûzzeman seîdê kûrdî ango amentûya dildarên zehra û med-zehra yê - tirşik
şîretên seyda bedîûzzeman seîdê kûrdî ango amentûya dildarên zehra û med-zehra yê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1.

Bi minasebeta wefata seyda bedîzzeman min xwest vê peyama Seyda bo şopînerên tirşîk ê parve bikem. İnşallah di van rojên xirab de ev nivîsa dîrokî bo me bibe çarenûsa azadîyê.



min ev nivîs ji gazetekurd ê hildaye.





EY GELÎ KURDAN!



Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de se’adet, hukûmetê de selamet heye.Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke.



Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim:



Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin.

Yek Îslamîyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan buhayê wê dane.

Ê duduyan însanîyet e; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, ciwanmêranî û însanîyetî xwe nîşanî dunê bidin.

Ê sisîyan millîyeta me ye, ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.



Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:

Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.

Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye; ku hezar ji me da yek “qazete” nikarin bixwînin delîla wê ye.

Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e; ku ev ‘edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.



Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, ta ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin.



Û şûrê ‘ewil: Me’rîfet û xwendin e.

Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye.

Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê(xelqê) hêvî neke û pişta xwe nedetê.

Û wesîyeta paşî:



Xwendin, xwendin, xwendin…

Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin…



Mela Seîd



Ev nivîsa Bediuzzeman bı Kurdî nivisîye.

Di sala 1908’an de di rojname ya Kurt Teawun ve Teraqqi’yê de derketîye.



23.03.2016 13:45 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
xeste [1]
Peyveka bi eslê xwe kurdî/îranî ye. Derbasê tirkî jî bûye. bi kurd...
şivan perwer vs ciwan haco [1]
ji bo gîtarvan an tembûrvanan dibêjim: Ger cîhê ku lê stran dibêjî ...
gotinên pêşiyan [2]
gotinên pêşiyan/145236 na, xelet e. Divê wusa be: mala êzidiyan nan bixwe, ma...
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
belki ev jî bala te bikişînin
» şîretên hêja yên aram serhad li gelê kurd
» seydayê tîrêj
» seîdê kurdî
» ango
» zehra doğan
» yê zane zane yê nizane baqê nîskan e

Kategoriyên mijarê:: dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî