Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
revend - tirşik
revend
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyva ku Kurdî de di wateya dîasporayê tête bikaranîn.

Yanî koma mirovên ku ji welatên xwe cûda bûne û li welatekî din bûne kêmnetewe.

Di cihanê de revendên herî bi bandor û çalak revendên cihû û ermeniyan e. Ev her du revend ji aliyê gelse (nifus) ve hindik lê bi rastî gellekî bandorê li ser siyaseta Amerika û welatên ewropayê dikin. Hin kes bi pereyan an jî bi têkiliyên rasterast bi siyasetmedarên ewropî an Amerîkî re, dikin ku siyaseta van welatan ber bi berjewendyên wan ve werin guhertin.

Li gor tahmînan li seranserê dinyayê ji derveyî Kurdistanê nêzîkê 5 milyon kurd dijîn. Ji wan nêzîkê 3 milyonan li ewropayê û yên din jî li amerika, Asya, Avustliayê dijîn. Li gel vê gelseyê mixabin kurd nikarin li ser polîtîkayên welatên cîhanê bandor bikin. Sebeba vê jî ew e ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ne xwedî yek armanc û helwestê ne. Eger armanc û helwest yek bûya belkî wê demê kurdan bikariya bandorê li ser politikayên dewletên mezin bikin.

Van salên dawiyê bi saya şerê kurdan yê li hember daişê qedr û qîmeta kurdan li hember welatên cîhanê bilind bûye û lê mixabin ev ne bes e. Gellek caran ji kurdan re gotinên xweş têne gotin(weke Kurd mêrxas in, Pêşmerge Qehreman in, Kurd bi zirav in) lê mixabin ji aliyê kiryaran ve gellek kêm tişt têne kirin.



23.03.2016 16:31 ~16:46 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» revend

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî