Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
peyamên çepikkirî

85653. Bihar bû lê hebkî serma jî hebû. Ez û hevalê xwe yê ku nicknameyaa wî @çiyayêmêrdînê ye dîsa ji Medya kitabevî derketin û ketin ser rêya Kaçakçayê... mijar vebû, tirşik û tirşikçî bûn. Li ber guhdarîkirina "stranên pir xweş" yên Kaçakçayê me çaya xwe ya tehl vedixwar û me di nav wê mij û dûmana ku wek tenura Xaltîka Xalîsa seba nas û hisiman diikir. Jixwe em wek Entellektûelên Mêrdînê, me çay bê şekir vedixwar. Li ser maseya me jî pirtûka Michel Foucault ya bi navê "Hapishanenin Doğuşu" hebû. Bawer nakim ku hevalê mi ev pirtûk xwendibe lê her tim di destê wî de êdî ev pirtûk kevin bûbû. Ji nişka ve ji min re got;

-Yaw ev çi tirşikçîne, çima festivaleke ku hemû tirşikçî werin ba hev li dar naxin? Min jî got;

-Yaww ma tu nizane? Hemû sîlahşorên klavyeyê xwe ne û qet tiştên wisa nayên bîra wan.



Ji wir bangî koma tirşikçiya dikim û dibêjim, WERIN RÊ an jî rajin pirtûka xwe û werin Kaçakçayê...

Piştî vê bîranîna derew ez dixwazin werim mijara girîng, heval, hogir û eyşê yên ku li Stenbolê ne an jî yên ku dikarin bi tayeraya bavê xwe werin Stenbolê... bila werin û em Tirşik Festa 2016an li dar bixin. Bixwin, sebê bikin, Kurdistanê ava bikin û xera bikin, hendeka bikolin an jî nekolin... Hevalên ku dixwazin-dewlenend dikarin ji kîsê me, ne ji kîsê bavê xwe vîskiyeke vexwin... û birîn.

Festîvaleke mezin nebe jî em dikarin li kantonên Stenbolê wek Roştiya-Cîhê Selman an jî li Kaçakçaya bi nav û deng hev bibînin... û hew!



wek sloganeke komünîstik: TIRŞIKÇIYÊ HEMÛ DINYAYÊ BIGIHÎJIN HEV!

Sponsorên me:

Ji bo pirtûkan ji Medya Kitabevî Kekê Selahaddîn û ji bo çayên "bayatlamîş"Kaçakçay e *)

Spasiyên xwe yên teybet jî ji stranbêje kurd û kurdistanê Halit Bilgiç re dişînin...



Şerm nekin û ji bo programê pirsê xwe ji "kirmizibiber72@gmail.com" bipirsin.



08.06.2013 18:10 | endazer

85672. Naxwe divê ji vira dîsa bangî hevalên li Stenbolê bikim. Em dikarin li ser vira mijareke hevdîtinê vekin û xeber bidin hev. Lê pêşî divê ev heval destê xwe rakin *



08.06.2013 18:10 | endazer

85677. Çeppik, Şabaş şabaş ji hevalê endazyar re. Erê, em li benda hevalên din in.



08.06.2013 18:10 | endazer

85679. eger navê civînê biguhere ez jî tevlî wê bibim. ma şerte ku her tiştî ji tirkan bistînin? hinek kurdewarî bibin ji boyî xwedê! a dido jî dev ji peyva tirşikçî berdin: tirşikçî/364



(bnr: tirşikvan vs tirşikçî)



17.06.2013 21:56 | simurg56

85680. (bnr: formata tirşikê)

(bnr: herimîna formatê)



divê ne li stenbolê be, li bajarek kurdistanê be. bila esnafên me qezenc bikin.



henek li dera he, lê bila vê carê bajarek din ê kurdistanê be. li stenbolê çêbû, li amedê çêbû. dora cihek din e.



07.06.2013 18:27 | brusk56

85687. Waweylê ev jî çi bû? * min qet tişteke wisa nebihîstiye ger li ba te hebe bi xwe re bîne em jî li tehma wê binêrin.



08.06.2013 18:10 | endazer

85765. Hevdîtina ku em ê 10ê nîsanê, saet 18:30an de devê deriyê (bnr: medya kitabevî)/Teqsîmê hev bibînin û paşê jî biçin çayê filan vexwin. Yên ku dixwazin helbet dikarin vîskî jî vexwin.



08.06.2013 18:10 | endazer

85775. Ji dost, jin, mêr, dê, bav, kalik, dapîr, xwişk, birazî, xaltîk, metik, dotmam, pismam û hogirên xwe re bibêjin û em civateke xweş deynin ;))



08.06.2013 18:10 | endazer

85778. Civîna ku jili bendê gunikê min qurmiçî.



07.06.2013 05:01 | simurg56

85803. Ji bo xwestina hevalekî me dîroka hevdîtinê guherand. Bawerim ev dîrok ji bo her kesî baş e. Hevalên ku niyeta wan heye ku werin bila ji kerema xwe destê xwe rakin.



08.06.2013 18:10 | endazer

85810. qirara guhertina dîrokê gelek kêhfxweş bûm.ji bo min tengasîyekî dijwar bû hatin.spas rêveberîya amadekarê civînê re



24.06.2013 23:59 | xewn

85879. (bnr: endazyar) ji bo nîv saete jî were, ê xweş be. (bnr: quşxaneli) te jî xebereke xweş da. Yuppie



08.06.2013 18:10 | endazer

85941. civîna ku shorbevan nayê ka ez xwe dikim hevalê we sakûla * law henek henek bi tenê şertê xwe guherand ger nemre ewê beşdar bibe



27.10.2013 00:18 | endazer

87709. hevdîtina ku jê re 5 roj mane ye.

Dengê dilê min ''guup guupp guupp'' *



08.06.2013 18:10 | endazer

88057. applicationek heye nave wê periscope e bawerim. em dikarin civîna xwe ji ser lînkekî ji herkesî re vekin (:



08.06.2013 18:10 | endazer

88066. mêvanên te mêvanên me ne * wan jî bi xwe re bîneee (::



08.06.2013 18:10 | endazer

88097. analîza ewil ez bikim, ku nehatime civînê lê me dît ev civîn bû civîna herî mezin û balkêş a tirşikê. ev jî hemû bi saya serê gulêê. ji ber ku mijara civînê beriya civînê çend mehan vebû û guléé ji bo hatina wan bi herkesî ket têkiliyê yeko yeko bersiv da û di bin mijara civînê de heta vê gavê 77 entry hatin nivîsîn. ma hê wê çi bibe?



yên tevlî nebûyîn jî bi qasî yên têlîbûyîn bi kelecan, bi meraq bûn, hê jî bi meraq li hêviya analîzên beşdaran e.



07.06.2013 18:27 | brusk56

88100. sibhanellah yek jî yekî dilgermtir û xweyn şêrîntir ferhenga şikestî û gêjê wax! wax! devê wan deqekî neçûye serhev mala wan.. kelt û kelt niha serê min kirine dolav û ewê niha derên bibêjin shorbevanê bi zincîra nedihat girêdan deng jê dernediket û bibêjin tu dibêjî gey melaîkete... *



27.10.2013 00:18 | endazer

88105. civîna min pir dixwestceso simurg56, sergijik xendekî, rasteqîn, elegez û hemû tirşikvanên din jî tevlî bûbûna me hev nasbikira.. me gelek çavê xwe liwan gerand lê gelek dûrbûn me nedît. ha min ji bîrdikir û endazer jî *



27.10.2013 00:18 | endazer

88111. dawiyê de ez hatim, ji bo nivîsandina analizan li ser kursiyê xwe yê efespîlsenê rûniştim. cîhê qûna xwe xweşkir û lenûska xwe vekir. dîrok 17.04.2016 ye. beriya analîzên xwe dixwazim qala beriya hevdîtinê bikim. îro roja min ya vekirina pirtûkxane bû lê bextê min ev e ku pir hindik kes hatin û ew jî zû derketin. min jî ji dilê xwe got bila saet bibe nêzî 17:30 ez ê pirtûkxane bigirim û herim leylekê. paşê zengilê lê xist, sê xort hatin. her sê jî ji hev xweşiktir. gotin "kolay gelsin" bi rûyekî ken. min jî got "hoş geldiniz" bi rûyekî kentir. ji dilê xwe digot ev jî ji ku derketin ger heta saet hefta bisekinin ez ê dereng biminîm hevdîtinê filan û xemgîniyekk. çûm ser kompîtirê û li tirşikê peyamên dawî mêzand. piştî nêzî 10-15 deqqeyan, ew xort hatin û xatir xwestin jî got "iyi akşamlar" û derî girtin. çawa derî girtin, dîsa li zengilê xistin. ew ê zerik bû. berçavkê wî şoq didan û got "ben sizi ber yerden taniyor gibiyim" tişteke wisa. min jî got "nerden". got guléé? min got erê got ez ji hozan serhad û yê din jî got ez quşxaneli û mêvanekî wan hebû. ez pir kêfxweş bûm. ketin hundir û min ji wan re çay anî. û sebê destpêkir. mijara yekem ferhenga şikestî û shorbevan bû. ji ber ku tirşik bi peyamên wan tevlîhev bûye. min lenûsk ji çentê derxist me li ser kesayetiya shorbevan û ferhenga şikestî hin texmîn kirin. ji bo shorbevan tenê me got şermok û dilnizm e. lê ji bo ferhenga şikestî qurre, xwerazî, artîst, dengnazik û blabla.. dema ku em ketibûn ser seba shorbevan, ew çûbû leylekê û li benda me bû. min telefonî çiyayê mêrdîn kir, got ez diçim. min got baş e shorbevan li wir e em jî tên. hevalên li ba min beriya min derketin çûn, min jî piştî 10 deqqe dikan girt û ketim ser rêya hevdîtina mezin.

rê zû xelas bû min xwe devê deriyê leylekê dît. Bêhneke kûr kişand û ketim hundir. Xwedaa xwedaa min çi kesên xwîngerm, şekir û şêrîn... welhasil paşê ferhenga şikestî hat, paşê xeteraqirêj paşê jî gumgumok. Piştî demeke jî endezyar hat.

Ferhenga şikestî hin sirên tirşikê ji me re gotin ew di navbera me de. Paşê mijar hat li ser wêjeya kurdî, nivîskarên kurdî,ciwanmerd kulek, jan dost, erol şaybak, bextiyar elî, yıldız çakar,fatma savci û nizamçik nizamçik.

Welhasil ez hebkî qala nivîskarên tirşikê bikim. Divê ji shorbevan dest pê bikim. Shorbevan ku wî shorbevanê di hişê xwe de bikujin û yekî dî biafirînin. Wisa şermok wisa dilnizm. Tu dibe qey ev kezebxwarê wira yekî din e. Nêzî sê -çar saeta tenê temaşe û guhdarî kir. Bi temamî sê hevok gotin jî ji devê wî derneketiye. Yekî qels, dirêj û bi berçavk e. Besî xwe xwînşêrîn e. Yê din jî moderatorê hêja ferhenga şikestîye. Çiqas li ser peyamên xwe yên tirşikê pir qurre xuya bike jî xortekî efendî û zana ye. Têrî xwe xeber da, xwedê wî bihêle newestiya haa. Tam sê saeta xeber da ne got ka çima feqirê shorbevan xeber nade (: qala tirşikê kir filan behvan, şabaş ferhenga şikestî şabaş... nivîskara din jî gêje ye. Me qet nizanîbû ku ê were lê vê hevala torî, por gijik û bi xizme têrî xwe xeber da (:

Yê din jî hozan serhad e. Hevalekî wisa xwîngerm nîn e bawerim. Qet kesên nû xerîb nabîne û wek ku hûn ji zarokatiyê ve hev nas dikin dikeve civatê. Xwedê ji wî jî razî be sergijik û sergijik (: me têrî xwe qala vê nivîskarê kir -ji nivîs û zimanê nivîsên wê por begen dike-. Yê din quşxaneli ye. Ji bidlîsê ye û ew jî besî xwe xwingerm û pelpelî ye. Dema ku ferhenga şikestî û gêje destûr dida vî hevalî jî xeber dida (:

Nivîskarê din jî hevalêçiyayê mêrdîn bû. Ev ji wan nivîskarên ku tenê dixwînin e. Xwedê wî bihêle çiqas xeber da yaew. Ger qasê xeberdayina xwe binivîsanda anha tirşik bûbû birincii (:

Lê bawerim bi xêra vê hevdîtinê ew jî ê dest bi nivîsandinê bike. Ka em ê binêrin .

Yê din jî hevalê gumgumok bû. Hevalê ku wek shorbevan tenê guhdarî û temaşe dikir.

Yê din jî xeteraqirêj e. Destpêke de wek shorbevan û gumgumok bêdeng bimîne jî paşê vebû û kete nav civatê de. Û ev heval ji erol şaybak hez dike.

Yê din jî endezyar e. Dereng hat, cixara xwe pêça, kişand û zû derket. Ew jî xweş dilgerm bû.

Û ez gulêê, ji wan(bnr: jinên por kin).

Ayyy bavoo ez mirim. Destê min diêşe dixwazim rakevim..

Û ev wêne jî ev bes û gelek in .d.d.dd.

Here lînkê

Here lînkê



08.06.2013 18:10 | endazer

88112. yên ku min ji wê nivîsa jor fêhm kirine ev in: gulèè porê xwe jêkiriye û li dijî shorbevan antî-propagandayek tê meşandin *



03.06.2013 06:31 | endazer

88114. Gulèè va nêzî sê sala por kin e * rûdaw kî ye, bila bavê wî were (:



08.06.2013 18:10 | endazer

88116. analîzên di derbarê shorbevande seranser rastin tu dibêjî qey qîzek bikezî bû şermok, gohdarvanek baş nivîskarek baş û dema ew kesên hev nû dibînin devê wî ji kelecanê venabe gotin di hişê wîde gîh dimirin, nizane bibêje çi lal dibe werhasil shorbevan nivîskare ne axaftinkare ev îtîraf jî hat analîzkirin



27.10.2013 00:18 | endazer

88120. gulêê xweş qala civînê kiriye, ji me re tiştekî nehêliştiye lê ez ê bi çend hevokên kurt ya dilê xwe bêjim...

ger bi giştî binirxînim hemî beşdarvanên civînê mirovên qenc û hêja bûn, giş xemxurên zimanê kurdî bûn, giş li ber xwe didan li ber pêla bişaftinê...



shorbevan zÊde neştexilî, ya rastî qet neştexilî, çend car min jê re pirsan pirsîn hew bersivên kurt dan û dîsa bêdeng ma, loma ez hebekî şok bûm ji lew di tirşikê de deqeyekê jî nasekine, tu pêl kîja mijarê bikî teqez navê wî jî di bin mijarê de xuya dibe, ger li gorî suhbeta xwe di vir de binivîsiya, yeqîn herî zê de sê heb entryên wî dê hebûna* xwudê jê razî gelek efendî bû û bi qasî ku min jê fêm kir dilê wî pirr paqij e û lawikekî qenc e, loma ezê êdî tevlî entryên wî nebim, êdî ew azad e dikare saçmalamîş bike*



gulêê wexta min dest bi qalkirina agahî û salixên derbarê tirşikê de kir, deftera xwe derxist û dest bi nivîsandinê kir, heya dawiya civînê pênûs û deftera wê ji dêst neket. xwudê jê razî be, bloga canikê gelek xweş e, min di civînê de jî jê re got biqasî xweşikbûn û dagirtîbûna bloga xwe bi tirşikê re jî eleqedar be dê gelek baş be, canikeke devliken û rûgeş e, qet kenê ji xwe texsîr nake, bila her bikene*



hozan serhad xortekî netebitî ye* ew jî mîna yên dî xwîngerm bû, têra xwe jî peyivî*



quşxanelî di destpêkê de xwe li min wek shorbevan be da nasîn, ango qerf û heneka xwe bi min kir* yekê baş bû, ger zêdetir binivîse baştir dibe



gêjê ya starrr! ev keçika ha çi qasî xebar dide rebbî!* qet nesekine, av sekinî lê ew nesekinî, di warê helbestê de em gelek ji hev cuda difirikin, ez û wê me piçek li ser helbestÊ ketin nîqaşê, nexasim li ser helbesta dawî ya selîm temo ya bi navê keştiya bayê. keçikeke qenc e û derûnnasa tirşikê ye, ger derûniya we têk çû berrê xwe badin vê keçkê*



gumgumok piçeke dereng hat civînê û jixwe zêde nepeyivî, camêr têra xwe henûn û dilnizm bû, li gorî dixuye têra xwe zana ye lê ji ber henûniya xwe zêde pê de naçe*



xeteraqirêj ev camêr jî piçek dereng hat civinê lê dûre devê wî vebû* yekê qeşeng e haa*



endezyar gelek ji gelektirîn dereng hat civînê û zû rabû ji civatê, wek hûn jî dizanin camêr bi eslê xwe mîna min zaza ye, min xwest pê re piçikek bi zazakî qise bikim lê min qet derfet nedît, xwezî dema wî vala bûya me yê zÊdetir hev nas bikira, gelek qeşeng e hay ji vî lawikî jî hebin*

dibêm qey ji ber ferqa zaravayê zêde nepeyivî, min jê re got tu bi min bi zazakî bipeyive ezÊ guhdarîya te bikem, lê ew nepeyivî min jî guhdarî nekir*



çiyayê mêrdîn felsefevanê civînê bû, jê rîca dikim, çi li ser felsefeyê hebîn bila were li ser beroşa tirşikê belav bike û agirê binê tirşikê gurtir bike, li van deran zêde naxuye lê têra xwe heye, di warê têgeh û pênasên felsefeyê de tirşik gelek qels e, ew camêr dikare valahiyekê dagire...



mijareke zelal a civînê tunebû, me qala her tiştî kir, ji ber kurtbûna demê min gelek gotinên xwe di dilê xwe de hişt û bawer im min serê wan êşand, loma min nexwast zêde serê wan biwerime..

çend mijarên sereke yên civînÊ:

formata tirşikê

rewşa zimanê kurdî

pêşvebirina zimên

girîngiya tirşikê û geşedana wî

çend nivîskarên tirşikÊ

li ser rewşa helbestê

qelsbûna helbestkarên jin ên wêjeya kurdî

di warê perwerdehiyê de rewşa kurdî

rewşa zimanên dî yên bindest ên cihanê

rewşa xirbe ya nivîskarên kurd

rola sosyal medyayê ya li ser nifşa nû

vesayre...



08.06.2013 14:50 | simurg56

88122. civîna ku vî welatî çiyayê mêrdîn jî naskir û kêfxweş bû min got riya te bi bağcilarê ket bira li ser çava ezê ji nihave çayê bayat bikim *



27.10.2013 00:18 | endazer

88127. xuya ye herkes kêfxweş bûye û bûne mêvanên hev du * ti carî xwesteka min a tevlîbûna civînan nebû (ji ber qelsbûna axaftinê) lê belê bi nivîsên guléé û ferhenga şikestî min fêm kir ku (mîna min) bi kesên kêmaxêv û hişşşş-hezan ve jî civîn pêk tê, hema du kesên çelziman hebin bes e. * qewla derqamij, pîroz be. *



06.06.2013 16:08 | endazer

88129. Ez, quşxanelî û mêvanê me pêşîya civînê me go em herin weqfa ismail Beşikçi zîyaret bikin jineke por kin û xwînşêrîn derî li me vekir bi ruyekî bi ken ewê em hildane hindir.

Em qasekî sekinîn û paşê jî me xatirê xwe xast em derketin. Min waxta ça ku derî girt hişê min da çerx zivirîn û min got kuro welleh ev geléê bu. Min gote quşxanelî da min go kuro eva guléé ye. Got na heyran çima çi buye ew nîn e.

Min go kuro heyran ez zanim ew e . Eger ku ew be û em herine kafeyê paşê jî ewa were yê nebaş be.

Neyse min derî da disa. Gulé derî vekir min got sizi birine benzettim de ? Got evet? Min got guléé?

Wira da 4-5 sanîya guléé mat ma *

Paşê me xwe da naskirin û me çaya gulê vexwar û em derbasê kafê bun ji pey me jî guléê hat.

Di kafeyê da shorbevan, Çîyayê mêrdînê û gêjê hazir bun.

Paşê jî tirşikvanê din jî hatin.



Me pêjîyê nasîya xwe da hev û hine glî û gazinê xwe ji hev re kir.

Paşê em derbasê dwrheqa peyivîna tirşikê kir.

.. Ka me behsa çi nekir? Qirçîn bu *

Her kes weke xwe têr , tijî û xwingerm bu .

Em arthur rimbaud va ketinê û ismet özel va derketin.

Em nazim hikmet va ketine xeberdanê û arkadaş zekaî özger ra dwrketin pihhheee *



26.10.2013 23:54 | endazer

88134. Çend mijarên balkêşê ku îro hatine axaftin:

gêjê : nivîsandina derheqa derunnasîyê bi kurdî (ez hevîdarê wan nivîsa me ku tirşikê da jî parve bike)

Dîsa navbera min û gêjê da : Bi kurdî nivîsandina fîzîkê; kuantum, görelîlîk, îzafîyet, qanûnên newton.. Li ser vê bingehê jî nivîsandina terîm û pirtukên endezyarîya avahîyan..

Navbera min, xetera qirêj, gêjê û Çîyayê mêrdînê da ew munaqaşeya li ser nazim hikmet, ismet özel û şexsîyeta helbest û hekbestvana ji hev re girêdayî ye an na ..

ferhenga şikestî : Behsa tunnebun û lazimbuna ferhengeke kurdî-kurdî ( gellek balkêş bu )



shorbevan : Netirsin behsa erotîzmê nekir * lê min pirtuka şener özmen ya rojnivîska spînoza jê ra tavsîye kir ku bixwîne *

Çîyayê mêrdînê : Felsefe..



26.10.2013 23:54 | endazer

88135. Piştî ne kêmî sê salan ji bo xatirê tirşikvanan çûme taksîmê, rewşa min nedîyar bû , ji bo wilo min qala hatina xwe nekiribû. Hinekî dereng jî çûm. Lê mala xwidê ava ku ez beşdar bûm. Tişta di serê min de rewşa shorbevan bû. Gelo shorbevan û ferhenga şikestî şerekî çawa dikin? Weke şener şen û ilyas salman an jî weke Bruce Lee li hewa difirin , şer dikin. Min di go vêga shorbevan yekî zimandirêj, qure û (dûrî haziran) qereçî ye. (: peppû sed carî , ew shorbevanê nan-xwerê-cil-qetên û gelac feqîrekî dera ha derket. Feqîrê xwidê weke berxikikî rûniştibû, bêdeng bû, shorba wî jê kêm bû (:



Hemû tirşikvan jev xwîngermtir û qenctir bûn.

xwidê ji wan razî be



Not : civîna din kengî ye (:



27.10.2013 15:55 | simurg56

88142. (bnr: kurahîya felsefeya avatara gumgumok) û nivîsa li ser tîşortê wî û têlê wî yê elimyon û teyîsî jî damgaya xwe civînê dan *

Xwedê ji wî jî razî be



26.10.2013 23:54 | endazer

88143. Axir min ev fêm kir ku di jiyana rasteqîn de tu kes ne wek nivîsên xwe yên tirşikê ye. Tirşik j bo me cîh e ku em bikaribin kesên binhişên xwe de derxînin holê. Jixwe nivîsên me jî ji bo dinyayeke din e (:



08.06.2013 18:10 | endazer

88150. civîna ku min bi dizîka wêneya beşdarvanên wê kişand e. **



Here lînkê



08.06.2013 00:32 | simurg56