1. Min cara yekem pirtûkên kurmancî piştî qedandina lîseyê dîtin, berî hingî min tu car nefikirîbû jî '' gelo kurmancî |
|
24.03.2016 23:15 |
xulamê mîr
|
2. Wek gotina seyda seîdê kurdî "bêhêvîtî dijberê her cure geşedanêye(yeis mani-i her kemaldir)" ev sernavê hanê jî nîşaneya bêhêvîtîyê ye. Belê raste geşedana kurdî di bakur de qels e û di nav xetereyê de ye lê eve naête wî ma'nê ku kurdî ber bi mirinê ve diçe. Ger em tene wek dildarên tirşîk ê jî bi zimanê xwe xwedî derkevin îzna xwedê wê rewşa kurdî hêj geştir be. Tiştek ne zehmete ku em di nav gelê xwe de xebatên geşedana kurdî bikin, di qada tora medya yê bikaranîna kurdî bikin karekî sempatîk. Binêrin di nav kurda de xîretkêşên wek damezrînerên tirşîk ê heye. ma qey avakar û nivîskarên tirşîkê hêvî nadete dilê me. Bi min xwe piştî ku tirşîk ava bu ez zêdetir ketime xwendin û xebata kurdî. Ez bawerim di vê mijarê de ez ne tenê me. Û îzna Xwedê hindî ku em di jîyane xwe ya civakî de kurdî bikarbînin wê rewşa kurdî baştir bibe înşaallah... |
|
25.03.2016 00:10 |
azad30
|
3. rastî ev e. hecî dibêje ne wisa ye bila analîzên li ser rastiyê bike. Bi hêvîyeke sloganîk em nikarin çavê xwe ji rastiyê re bigirin. |
|
25.03.2016 00:58 |
xulamê mîr
|
4. vê nivîsa michael l. chyet bixwînin, hinekî din rewşê li ber çavê we zelal bibe. Here lînkê |
|
25.03.2016 01:02 ~01:03 |
xulamê mîr
|
5. Mixabin li bakur kurdî dimirê. Kal û pîrikên me Tirkî nizanin , zarokên me kurdî nizanin. Ji bo kurdî felaketeke mezin û ji bo dewlet û neyaran ji serkeftineke girîng e. |
|
25.03.2016 02:44 |
gumgumok
|
6. îdîayek rast e. |
|
25.03.2016 19:29 |
simurg56
|
7. ji ber ku bazara kurmancî li bakur tune ye tişteke normal e. berî şeş salan min ne dikarî kurmancî xeber bide ne jî dikarî fahm bike. zimanê min ê dayikê kurdî ye lê bi tirkî mezin bûm. bes çaxa ez bûm dora 15-16 min got ez ê hîn bibim. |
|
25.03.2016 20:29 |
kurê xelkê
|
8. bi ya min ne îdiayek e, bi serê xwe rastiyek e ber bi çav e. Lê xemsarî û bêhêvîtî kesek nabe dereke qenc û çê. bira aliyê te bê zanîn, ew jî tiştekî girîng e. |
|
25.03.2016 21:51 |
biruya hayao miyazaki
|
9. raste , lê ez hêvîdarim. |
|
25.03.2016 22:04 |
mijdar
|
10. sedema vî rewşa qirêj em nikarin tenê sîstemê û dûjmina de bibînin , em nikarin dê û bava de jî bibînîn . Kurd û kurdî tu tiştên polîtîkên rewş reşbe gere em rewşenbîr û polîtîkvanên xwe de bibînîn sîyaset çi bêje em jîyana xwe berbi wî alî yê ve dimeşînên û didomînîn . Kesê bêje "em kurdin ev hemû belan seva kurdbûna me li me dorgirtine em doza xwe neqetin " tu biêjî ev Îlkel mîllîyetçîlîk ê mîtînga alana tu bi tirkî biaxifî tu polîtîkaya xwe li ser kurda ve avakî lê derheqe kurdewarî de tu tiştekî nekî kurdewarîyê bi çavên dujminan bibînî û bêjî ev jî dewlemendiya anatoliyayê ye bêjî zimanê paşve here . Hejmara yekem ya kovara zerema yê de derheqê vejîna zimanê îbranî de nivîsek hebû gere rêber û serokên me wê dîroka gelê cihûyan bidine ber çavên xwe û polîtîkayeke ji bo gelê xwe biafirînin |
|
25.03.2016 22:45 |
xeteraqirêj
|
11. Gelê hevalan me têra dilê xwe behsa kul û derdê xwe kir dê ka hela em hinekî li ser çareserîyê biaxivin. Ya yekem divê em pêşî rastîya gelê xwe rastîya bişaftinê bizanin û li gorî hindê jî armancek reel an jî armancek biçuk destpê bikin. Mînak em dikarin gel weşanxaneyên kurdî pêvendîyek çêbikin bo belavkirin, firotin û xwendina kovar û pirtûka. Ji bo hindê jî divê em wek dildarên tirşîkê salê çend cara cîvîna lidarbixin hevdu baş nasbikin û dest bi amedekarîya projeyên pêşvebirina zimanê xwe bikin. Çi gava ku me destpêkir û me xebat kir emê encamekê hildin. |
|
25.03.2016 23:58 |
azad30
|
12. Çi gava ku me şûr û mertalê geşkirina kurdî hilda destê xwe tiştek ne dûr e ku em hindîk be jî bigehin miraza dilê xwe. Wek seyda bedîûzzeman gotî xwendin xwendin xwendin desthevgirtin desthevgirtin desthevgirtin. Divê em hemû hêz û qeweta xwe ji bo xîretkêşîyê bikarbînin ne ji bo îfsadkirin û biçûkxustin a hevalêt xwe yê ku dijberî fikra me ne. çi alîyê dînî çi alîyê sîyasî çi apocî çi pdk î çi nurcî çi pak î. Divê em cûdatîyêt xwe bidin alîyekî û tenê hêza xwe ji bo geşkirina kurdî bikarbînin. |
|
26.03.2016 00:12 |
azad30
|
13. Di vê meseleyê ku en rola dewleta tirk deynin aliyekî û wilo li rewşê binerin ez dibêm dê çêtir be. Pkk û hdp di nav ciwanên kurdan de pirr tên hez kirin. Ciwanên me çi xort bin çi qadin arkadaş bin tim endamên van her du rexistinan wek rolmodel dibînin. Dema meriv hinekî rolmodel diğer, bi her awayî xwe dişibîne wî/e û gelek cara wek wî/ê tevdigere. Îjar em werin ser kurdî. Pkk wek rêxistineke 40 salî heta niha bi ti awayî kurdî di nav xwe de bû awayekî xweş û geş bi kar neanî. Çiqas weşanên wê hebin ji sedî 90 turkî bi kar anî û kir ku polîtîkaya asîmîlasyonê karîgertir be. Serok û berpirsiyarên wê gelek cara daxuyanîyê xwe bu tirkî dan. Bnr. Birêz ocalan, serok ocalan hemû pirtik û pirtûkê xwe bu tirkî nivîsand. Camêr dev ji nivîsînê berde ti carî pirtutek kurdî nexwend jî. Bnr lîsteya pirtûkên camêr xwendine. Hemû nivîsînên di nav xwe de bi tirkî kir. Gerîlayên ku nizanîbûn tirkî, bi saya serê pkkê elimîn. Dek bahoz û gelekê din. Di pirtûka hesen cemalê tirk ya rojnivîskên delîlayê de li ser vê meseleyê anekdotek heye. Rojekê dêya delîla tê kampê bo qîza xwe bibîne. Dema tê û qîza xwe dibîne tiştek bala wê dikşîne. Ev jî ew e: delîla bi her kesî re bi tirkî diaxive. Dêya wê meraq dike û dipirse, qîza min te ti carî bi tirkî nediaxivî. Çi bi te hatiye? Filan bêvan. Wê çaxê delîla min û te weha bersiva dêya xwe dide: ez çibkim çayê li vira kes bu kurdî naaxive. Li belgefîlma bakur temaşe bikin di wir de jî heman tişt heye: gerîla di navbera xwe de bi tirkî diaxivin . Tiştekî ecêb e.yanî tê ji bo ziman rabe ji dev her tiştî berde û paşê bi wî zimanî neaxive. Me go weşanên pkk ji sedî 90 bi tirkî ye. Helbet weşanên wê yên kurdî jì hene lê pirr kêm in. Em werin ser hdpê.hpd jî hemû miting û çalakiyê xwe bi tirkiyeke xweş li dar dixe. Hpd di çalakiyê xwe de zimanê kurdî wek xemleke erzan û wek sloganeke puç û vala bi kar tîne. Di rojên ziman de û bi taybetî jî di bîlboardan ki di wir de jî gelek xeletî hene her tim. Ciwanên me jî ji ber kesê ku ji bo xwe wek rol model dibîne bu kurdî naaxivin ew jî gelek cara di bin bandora wan de dimînin û wek wan tevdigerin. Kî ne evên rolmodel? Selahattin demirtaş, sırrı süreya önder, fîgen yuksekdag, idris baluken û filan û bêvan. Ev camêrana jî tirkî pirr xweş bi kar tînin. Wekî din ti projeyeke hdpê bo kurdî nîne. Niha wê tenê wek amureke siyasî dibîne û wilo bi kar tîne. Heke ne wilo bû ya wê şaredariyê wan bêhtir girîngî bidana kurdî lê ka ew roj. Rast e kurdî li bakur ber bi Mirinê ve diçe. Ev yek her tim diçe bi leztir dibê. Vê rewşê jî heta ku kurdî bibe zimanê fermî siyaseta kurd kare biguherîne. Çawa? Mesela di çalakiyê xwe de bêtir kurdî bi kar bîne. Meselâ şaredarî xebatên çandî û hunerî teşwîq bike. Pirtukxaneyan veke. Festîvalan li dar bi bixe û hwd. Bi ya min ki vana bibe we kurdî hilmeke giran bistîne û hinekî bi ser xwe de bê. Binerin akp dema tê kurdistanê behsa helbestkarên wek xanî û feqî dike. De hinekî hun jî li van nirxan xwedî derkevin law. Bila şaredarîyê me mem û zînê çap bike. Bila ew mesnewîya mewlana wergerînin kurdî. Lê ka? |
|
26.03.2016 00:20 ~00:36 |
hêvî
|
14. ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka pkk and pdk ye. rast e ji ber ku pkk wekî tevger zimanê kurdî nekir zimanê sereke lê kadroyên pêşîn ê pkkê binêrin ya tirkên çepgir yan jî kurdên welatparêz hene. jixwe hebûna tirkên çepgir dibe sedema li paş mayîna kurdî lê jixwe welatparêzên kurd ên ku pkkê saz kirin hemû xwendekarên zanîngehê bûn û tirkî zimanê wan ê rojane bû. ji ber wî hemû xwendin û nîqaşên wan bi tirkî bû. lewma jî ocalan pirtûkên kurdî nexwendibe ev yek tişteke normal e. lê ev ne mesele ye. dikarin hîn bibin û bila hîn bibin jî. |
|
10.10.2017 17:38 ~17:41 |
kurê xelkê
|
15. îdîayek rast e lê bi rastî ne rast e.. Ez xwendekarê lîseyê me. Ez bi mamoste û hevalên xwe re tenê bi kurdî diaxivim. kurik tenê bi kurdî diaxivin le keçik... Yên herî zêde di bin bandora asîmîlasyonê de ne keçik in. |
|
15.04.2023 22:53 ~22:53 |
horhorik
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |