Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 73 peyam
xwedê - tirşik
xwedê
(22) (16) (1)
di mijarê de bigere

19. ew kes an tişt yê ku mirovan ji xwe re çêkiriye.



23.06.2015 14:00 | dijber

20. xwedê, xweyî, xwedan. kesê ku tişkî ava kiribe çêkiribe. helbet xwedê heye lê çewaya? çiye? li kure? kes nizane. xwedayê mirova dê û bavê wane. ev jî rastîyeke ger xwedê ku hebe jî ewyê di olada tê beskirin nîne.



23.06.2015 16:43 | shorbevan

21. xwedê ji xweda tê, yanî: yê xwe afirandîye

Sebeqeyek ji qewlên êzîdiyan dibêje:



"Siltan Êzîd bi xwe padşaye

hezar û yek nav li xwe danaye

navê mezin her xweda ye"



li gorî êzîdiyan navê xwedê gelekin, lê xwedê tenê yeke. ji wan navan yê herî mezin û girîn jî xweda ye. sebebê wê jî ev ku ev nav dibêje "xwedê xwe afirandiye".



23.06.2015 16:55 | hola êzîda

22. tiştek e ku baweriya bi wî ji bo min hîc ne hewcedarî ye û hebûn an tunebûna wî ji bo min hîc ne girînge. bijî miletê êzîdî.



06.07.2015 02:05 | hola êzîda

23. (bnr: îlahiyat)

(bnr: teolojî)



18.09.2015 15:26 | biruya hayao miyazaki

24. "xwedê li ser gumana(zena) ebdên xwe ye" wê rojê hevalekî min ji min re got û min piştrast nekir lê got, ayeta xwedê ye.

heke wiha be, gelek pirsgirêkên din dê derkevin lê gelek pirsgirêkên heyî jî dê çareser bin.

û ez vê tiştê ji dil qebûl dikim û dixwazim û pê bawer im.



26.09.2018 20:24 ~20:28 | biruya hayao miyazaki

25. Kesê/kesa kurdan ji kokê ve sansûr kiriye. Heçî tiştên kurdan kirine an bidest xistine %100 tehba wan e û piçek jî alîkariya xwedê tê de nîne.



24.11.2019 21:15 | berxweda

26. (bnr: 404 not found)

tu delîlên hebûna wî nîne. tişta nîne nayê îspat kirin, lewma nîqaşa hebûn û nebûna xwidê bi rêbazên teolojîk dûrî mantiq e. lê em dikarin bi awayek sosyolojîk, zanistî îdîayên olan nîqaş bikin. dema mirov li pey şopa dînên îbrahîmî diçe digihe mîtolojîya sumeran, zanînên wê serdemê yên ilmî û civakî. bo mînak mîta adem û hewa di mîtolojîya sumer de heye, ravekirina gerdûnê piştî tofanek dîsa bawerîyek sumerane. tewrat û incîl û quran li gelek ayetan de mijarên siyasî, deshilatdarî û heta eşîrî nîqaş dikin. bi taybetî ayetên quranê ji bo bersivdayîna konjonkturê, li gor serencama mihemed "hatine xwar". Derketina pêxemberan ji herêmek sînordar, hema bêje ji silaleyek, tunebûna pêxemberên jin, nakokîyên bêhejmar û zanînên xelet... ev mînakên jor destnîşan dike ku ol tiştek kulturî ye, sosyolojîk e. pêşengên bawermendîya her herêmê li gor şert û mercên erdnîgarî, zanîn û bawerîyên wê demê bawerîyên nû, olên nû afirandine. Xwedayê ewil mirov bû. Niha jî mirov xwedê dide jiyîn. Ji bo mirov beşerîbûna olan fehm bike bi çavek objektîv xwendina çend rûpelên pirtûkên wan bese. Tu xwedayê gewre tehdîd li mirovên biçûk nake, sond naxwe, ewqas methê xwe nake.

Qudreta xwidê û ehlaq divê were nîqaş kirin. Ku xweda hebe û mutlaq qenç be wê demê ev tê wê wateyê ku qudreta wî têre nake şeytan û xirabîyan têk bibe. Na heger xwida qudretek mutlaq be û dihêle her xirabî bêt serê evdên wî, wê demê ew xwidayek xirabe.



03.04.2020 15:59 ~16:02 | hespêsor

27. heke xwedayek hebe û me afirandibe (mirovekî ku dikare bihizire , rexneyan bike û ser her zindiyên li ser cihanê re be) wê demê ev mirov dikare xwedê jî rexne bike ango li gor xwe tune bike ji bo ku xwedê , xwediyê dad e.Ew hişmendî daye me.
Lê hevalo , lê ku ji me pirr zêde jêhatîtir zindîyek hebe û em bo wî wek mûrî bin , wek mûrî li gor me çiqas bê hişmendî ye. ( Li gor îslamê ev hizir ne rast e. )
lê gerdûn pirr mezin e yaw , ez ditirsim ku bêjim ew tune ye.Li gor mezinbûna wî emir û bejna me pirr pirr piçûk e wek atomekî ku mirov çiqasî jê mezintir be.
Bes e bes e.Min dev jê berda! hişê min jî tevêhev bû.Dibe hebe dibe tunebe ez ji herduya jî ne bawerim.



03.04.2020 16:21 | brzn

28. min serê zêde bi hebûn û nebûna wî/wê, neêşand! xîre nakim. ne hewce ye. ku ew çax hat û xwedê hezkir * ez ê xîre bikim û lêbikolim.



04.04.2020 11:40 | xwelî li ser

29. Çewa ku derzîyek bê xwedî çênabe ev kaînata bê ser û binî jî helbet bê xwediyek çênabe, aqil vê yekê qebûl nake. Ji olan nikarim tiştekî bêjim, dibe ku mirovan ew çêkiribin lê afirînerek teqez heye. Yên ku dibêjin tuneye çavên wan kor e qey.
Edît: û ez bawer im gelek ji wan jî di jiyana rojane da peyva Xwedê bikartînin. Mînak: Xwedê ji te razî be, Xwedê te nehêle û hwd.



04.04.2020 12:53 ~12:58 | xabûrî

30. di nav ateîst û xwedanasa de ev dîaloga gelekî cîh girtî ye ;
xwedanas: hûn hertim dibêjin xwedê tinne wêga ji min re tinne bûna xwedê îspat bikin !
ateîst(gewr) : tiştê ku tinne nayê îspat kirin , heke îspat biba zaten em ê xwedanas bûna ..

lê belê ez dîsêjî bawermend im ,
divê xwedak hebe anjî ez ê bi çolê kevim .



04.04.2020 13:18 | shwinsherm

31. Hebûna xwedê hêj nehatiye îspatkirin, loma li civatên xortan nabe mijarek nîqaşê



04.04.2020 16:51 | qijilyo

32. Xwedê ez im. Ene'l-Hakk. (bnr: hallâc-ı mansûr)



04.04.2020 17:49 | roz

33. xwedê = xwedî dê,
xweda = xwe bi xwe da, ji xwe berî xwe çê bû,
yezdan = (bnr: farisî) kesê ku tişta daye

nakokiyek mezin e ku tu millet bi qanda kurdan ji olê xwedê ra xizmet nekiriye, lê xwedê ji kurdan ra tu tiştekî çênekiriye, dibe ku ji ber vî awayî be her diçe bêoldarî di nava kurdan da zêdetir dibe rewac, yanê kurd dibêjin "oy xwedê êdî bese lo"



04.04.2020 18:33 | afa

34. Mi peyamek dît, peyam eyn wusa ye
'' yê gava ku însan xwe dihetikîne sûcê xwe jî dixin stûyê wî''
Wî ji bo mêr tê pê kar anîn, haşa xwedî 'mêr' e?
Ew çewte wusa tê nivîsandin.
'' 'yê gava ku însan xwe dihetikîne sûcê xwe jî dixin stûyê xwedê''



04.04.2020 18:36 | dilreş

35. Ji bo '' xwedê '' wê/wî naye pê kar anîn. Wey xelete.



04.04.2020 18:38 | dilreş

36. Hebûna Xwedê ne hevce ku em bêjin heyî an tinneye. Mirov bêje jî tine ye. Ew hertim heye. Mirovên bawerîya xwe dîna naynin. Baweriya xwe zanistîyê dikin. Zanistî raste, Dîn xelete? Wê çaxê mirovê baweriya xwe xwedê naynin çava zanîn dîn xelet e an zanînistî raste? Min mijarek nivîsandin bu (bnr: dinya pehn e). Wê mijarê de min bawerî xwe zanistî yê nanî û min got dinya pehn e. Jiber ci ji bo ku zanistî derew e. Delîlê min ji heye lê mijar ne ew e. Li qurana pîroz dinya na bêje gilovere,dibêje ku roj û hîv li dinya'yê dizivire. Lê gorî zanistî dibêje çi? Dinya li rojê dizivire. Werin yabo bawer bike. Ez quran ku baweriya xwe lê anime raste? An ji zanistaya nav derewa raste?



04.04.2020 18:51 | dilreş