Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şêxo fîlîk - tirşik
şêxo fîlîk
(15) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî ciwan e. kîtêba wî ya çîrokan a bi navê "bêbavî" ji weşanên avestayê derketiye. bi ya min yek ji kîtêbên herî baş e ku di van salên dawîn de derketiye. terza wî ya vegotinê cûda ye. ger hûn dixwazin çîrokên xweş bixwînin teqez vê pirtûkê bixwînin.



27.03.2016 21:18 | roza

2. înanolo pê re sohbetek kiriye. aha ev jî lînka wê:



Here lînkê



30.03.2016 00:01 | înano lo

3. gelek zîrek e. dê bibe çîroknûsekî qenc.



30.03.2016 04:08 | terkexem

4. çîroknûsekî ecebê xwedî pirtûk e û ewk e, wulo ye.



30.03.2016 09:34 | tililili

5. Di sala 1982yan de li Semsûrê hatiye dinyayê. Beşa Mamostetiya Seretayî kuta kiriye. Nivîs û wergerine wî, di hin kovar û rojnameyên kurdî û tirkî de weşiyane. A niha digel karê mamostetiyê li Zanîngeha Entabê Beşa Hiquqê dixwîne.



Berhemên wî;



Hebanoka Çîrçîrokan, Weşanên Şarederiya Batmanê, Gün Matbaacılık, 2013

Bêbavî, Çîrok, Avesta, 2015

Bi navê “Çağdaş Kürt Öyküsü Seçkisi” wergereke wî derdikeve.



30.03.2016 21:19 | bêhna_piştî_baranê

6. keseki biaqil e, eferim jê re.



10.04.2016 13:44 ~2019.08.18 01:49 | bargiran baran

7. zahf jêhaatî ye. min mehek berî bêbavîya wî xwendibû. hevalkî min ji min re pêşniyaz kiribû gotibû divê teqez tu bixwîne. him ji alî ziman him ji alî rêbaza xwe ve nivîskarekî zahf jêhatî û resen e. derheq wî de tiştek din jî min seh kir lê ev taybetiya wî kesî ye. nikarim vira binivîsim. rêya wî vekirî be.



25.06.2016 16:32 | serdem herdem

8. Min pirtûka wî ji fûara pirtûkan a amedê kirî. Lê min hê nexwendiye.

Hevalê hevalê min e



27.06.2016 00:00 | cîncoqo

9. ne şaş bim ji vir çend meh berê ji karê xwe bi khk'yê hatibû avêtin.
(bnr: biryarnameya di hukmê qanunÊ de)

ji vir çend hefte berê jî gelek mamosteyên ku ji karî hatibûn avêtin, bi khk'yeke dî paşde hatibûn girtin.
meraq dikim aqubeta şêxo çibû gelo



24.01.2017 13:52 | ferhenga şikestî

10. raste 14 hezar mamoste ji karê wan dûrxistine. piştre piraniya wanak şûnde hatine girtin. hindikê wan (100 kes) hatine avetin. ji wan yek jî; şêxo fîlîk e

ez google de geryam hevpeyvînek daye (bnr: omer faruk baran)

Here lînkê



22.03.2017 23:45 ~2017.05.06 16:53 | kanî27

11. Hinek çîrok ji kurdî wergerandibu tirkî. Pirtuk jî can yayınları derket. Navê wê biraz dolasacagim e. Mi sitend lê hê keysa mi lê neket ku bixwunim.



23.03.2017 01:38 | hêvî

12. wê rojê min wî nas kir, hevala min em hevdu dan naskirin. dixwazim derheq wî de wê bibjem. hin tiştan hevala min gote min hinik jî min tespîtkir...

1.însankî zehfî mutewaziyî. qet ne nahşibe nivîskarên dinê pozbilind.
2.pir zana yî û qet popûlîzme heznake.
3.gere qedre wî bêzanîn ji ber ku kesen wek wî kêm tên dîtin. niviskarkî tirk bûna yanjî tirkî binivsanda tirkan ewê ser deste xwe bigirtana lê mixabin em qedrê wî nîzanîn.
4.welatparêzekî dirûste. bi rastî welatparîzya wî bandorke mezin li ser min berda
5.niha naşûxle ji kar îxrac bûye û aboriya wî qet nebaşe (hevala min gote) aboriya malbat jî xerabe lê dîsajî tu cara qala maxduriya xwe nake. ser maxduryeta xwe jixwe ra namdarî çenake.
digel ev tiştana nivîskariya wî jî zehfî serketye. îdola min êdî şêxo fîlîk e.



07.05.2017 20:17 ~20:19 | siyabendo

13. eva vî roportaja wî yê tirkîye. roportajek xweşe
Here lînkê



07.05.2017 21:55 | kanî27

14. nivîskarê pirtûka ew ne ez bûm.



17.04.2020 13:46 | roberz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêxo fîlîk

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî