Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
bi tenê çûna sînemayê - tirşik
bi tenê çûna sînemayê
(4) (0) (11)
di mijarê de bigere

1. tevgera ku nîşana "tenêbûna kûr û daxwaza derketina ji vê rewşê" ye. şikir, heta niha nehatiye serê min.



2013.08.16-17:04 | simurg56

2. tişteke ku bi tenê li malê mayînê çêtire ye.



2014.01.24-01:56 | nazim tolhildan

3. Mîna bi tenê çuyîna masîya ye. Di wextên wiha de mirov li paş rudine û diponije..



2014.05.09-01:07 | birho_fîlo

4. tişta ku hûn min bikujin ez nakim. çawa bi tenê yaw ? wele nabe.



2014.05.09-01:08 | brusk56

5. dêvla vê lêkerê hema ji xwe re li malika xwe rûnên û ji kombersa xwe fîlman temaşe bikin!..



2014.05.09-01:16 | mergehez

6. tiştê ku 2 car hatîye serê min. ne tiştekî xweş e. qet tewqe nakim!!



2014.05.09-10:30 | rûbar payîz

7. Tişte ku gelek cara hatiye sere min. xweş e lÊ ew qas na ema qaf e mirov rihet e. eger tu tenÊ here tu kengÎ bi xwaze te here, ew kese ku li cem te kÊf xweşe an na derde ki wulo nabÊ. careke ji min pÊştir kesek di salonÊ de tine bu.*



2014.05.09-13:36 | xwelî li ser

8. tişta ku ez hergav dikim. û heya niha min qet ji xwe re nekiriye kompleks. xuyaye ku ji hinekan re weke tiştekî travmatîk e. ha tu tenê çûyî ha tu bi hinekan re, yanî tercîh e. tu çawa bixwazî.



2014.05.09-14:02 | ceso

9. (bnr: ma eyb e)



2014.05.09-14:07 | xwelî li ser

10. (bnr: eyb e şerm e)



2014.05.09-14:18 | mergehez

11. mijara ku serê min neêşandiye*. heta nekevin internetê ez seyra tu filma nakim.



2014.05.09-14:33 | kevçiyê dil

12. ji bo geyekî xort dibe ku mecburmayîn e. dema ez diçûm lîseyê, di pola dawîn de fîlma brokeback mountain ketibû vîZyonê. heta wê çaxê ez neçûbûm sînemayê û ji bo vê fîlmê jî nedkarîbûm bangî hevalekî xwe bikim. siwarbûm minibûsê û çûm bakırköyê. têketim nav avm-yekî û min seansa fîlmê pirsî. li ser afîşa fîlmê "+18" dinivîsand û ez gelekî ditirsiyam ku hek emrê min bipirsin ez ê nikaribim temaşe bikim. alîyê din xiroş û hêcan jî hebû. ji ber ku fîlm "gey" bû. xwedayo! LÊ ŞUKR KESEKÎ MİN NEPİRSÎ. ez ketim, min temaşe kir û derketim. ji wê çaxê vir ve (2006) ez ji TENÊ ÇÛNA SÎNEMAYÊ hez dikim. wekî xwendina pirtûkê li ba min çûna sînemayê jî ji bo kesekî ye. her du jî huner e. her du jî konsantre dixwaze. hema dema hûn pirtûkê dixwînin an jî fîlm temaşe dikin, ne hewce ye ku kesek din li cem we hebe.

edît.



2014.11.28-20:46 ~2019.12.13 23:53]| biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirşikvanên 16 salî [2]
Kesên divê bên pîrozkirin in. Di vî temenê biçûk de ew hişmendî ne tiş...
gelawesh waledkhani [1]
wênesazê (vbnr: wêneyê şervanên ypjê ku bûye sedema krîzê di navbera n...
wêneyê şervanên ypjê ku bûye sedema krîzê di navbera norwec û tirkiyê de [1]
Li Osloyê ji aliyê şaredariya bajar ve wêneyekî şervanên YPJê li dîwar...
tirşikvanên 16 salî [2]
Kul û derdê min bû. Piştî kul û derda xemakê ya (paldayi: pêşn...
tirşikvanên 16 salî [3]
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)...
belki ev jî bala te bikişînin
» tenet
» çûna kar bi duçerxeyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî