Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
modernîteya derengmayî - tirşik
modernîteya derengmayî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. teoriya gregory jusdanis e ko li ser gelên bindest û hejar û belengaz behsa derengmayîna bo modernîteyê dike. remezan alan jî li ser rêçika wî, bi vê perspektîfê kultur û edebiyata kurdî dinirxîne û bi min jî di cih de ye. jixwe kambaxa bêdewletiyê jî ma ne derengmayîna me kurdan e ji bo trêna medeniyetê? dê ka werne suhbetê..



28.03.2016 19:06 | terkexem


3. beriya ku meriv li ser vê têgehê nîqaşek bike, divê bersiva pirsa gelo modernîte çi ye bide

ku bi ya min modernîte ne îcadek e ku meriv bi dest bixe, an jî ne hew pêvajoyek e ku meriv jê derbas bibe, bi min, herikîna zemên e ligel herikîna zemên, adaptasyona civatê ya pÊşveçûnan e.

geşendan û pêşvebûna zanîstiyê krîterek e, entegrasyona civatê jî nîşaneyek e.

bi pêşveçûna zanîstiyê civat di gelek mijaran de xwe pêşve dibe. zanîstî di heman demê de bandora xwe li ser edebiyatê, felsefeyê, hunerê û îdraqa estetîkê jî dike. berfirahbûna cosmosê ne bi tenê bi kêrê fîzîkê hat, îroj em dizanin ku dinya ne li ser qiloçên gamÊşekî de ye, ev bivê nevê raman û nêrîn û helwesta me ya jiyanê diyar dike..

ji vir bi qasî hezar sal berê jî kurd derengmayiyên zanîstiyê bûn, îroj jî, dema dewleta osmaniyan rêvebiriyeke navendî ava kir û hemî êlên dî yên tirkan têk bir û koka wan qeland, em kurd wan çaxan êl û êşîr bûn. ango me wê demê jî têra xwe bêhna rihê zemanî nekişandin hundirê xwe. piştî ewqas geşedanan, dewleta osmaniyan têk çû û tirk dewletekî netewî ava kirin, em hê jî êl û êşîr bûn, parametreyên me yên jiyan û tevgerê li ser esasê êşîriyê bûn...

kitêbên me ev deh salên vê taliyê gihîştin ber destên me, em hîn niha dest bi xwendinê dikin, pir kêm be jî reaksîyon hene, lê îja jî wexta pirtûk û defteran xelas bû, heyama dîjîtal welidî, êdî xelk ji dêvla kitêban, li ser netê hînî dinyayê dibe, li cem me hê jî çalakbûna li ser înternetê, wek qebhetekê tê dîtin..



min mijar hinekî tevlihev û şolî kir, biborînin. dixwazim wek dawî vê bêjim, gelek amûr û nîşane û çalakiyên ku aîdê vê heyamê ne, hene, lê em kurd bi giştî jê bêpar in, yên heyî jî qels û zeyîf in, çawa ku ji vir 500 sal berê em ji emareyên pêşvebûna wê demê dûr bûn, aniha jî em ji emareyên vê demê dûr in. kurd dereng mane, di her dewrê de ji her tiştan.



29.03.2016 22:27 ~22:29 | ferhenga şikestî

4. nexêr modernîte îcadek e û ji ber hin sedemên dûvedirêj dereng gehiştiye rojhilata navîn. hewce nake em kurd bi vê kompleksa derengmayînê xwe li 'erdê xin. wek qadeke rexneyê na, wek tesbîteke sosyo-kulturî divê bê xwendin. bindest her derengmayî ye, ev gelek normal e lê yewnan, tirk, faris û 'ereb jî derengmayiyê modernîteyê ne. bi geşedanên serê sedsala 20em ve têkildar e û têra xwe jî pêwendiya vê meselê heye li gel kolonyalîzmê. Ne ku em kurd gerîzekalî û paşverû bûn û me berê xwe neda modernîteyê. Wisa qewimî, tarîxê ji me re wisa lê anî. Ev ne sûcê me bû.



30.03.2016 04:01 ~04:02 | terkexem

5. bi min kurd roja îro jê derbas bûne û derbasî postmodernîteya derengmayî bûne. ku ev yek her çiqas ne mimkûn e jî lê kurd her gav bi awayekî bêmimkûn dijîn. bêhenek carna difikirim gelo ez kurd im? yan jî mefhûma kurdbûnê bi tirkbûnê, farisbûnê, erebbûnê û wd. re çiqas wekhev e? ango pirsa ku ji xwe dikim statûya însanbûnê bi kurdbûnê û tirkbûnê û amerîkayîbûnê ve çawa diguhere?

çand elzem e yan mehrûmbûna me ya ji hilbijartinên mînanî çand, dîn û ziman em mehkûmên wan mefhûman in û jiyana xwe badilhewa derbas dikin?

ev pirs ne tenê li ser kurdan, li ser tevahiya însanan tên hişê min.



28.08.2020 14:40 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» modernîteya derengmayî

Kategoriyên mijarê:: cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî