1. Mêrên ku hin caran mirov ji pişt ve dibe qey jin in wisa bêdew xuya dikin. Lê hin jî dema ku pora xwe kin dikin dibin yekî din wusa qeşeng dibin. Ger por hebkî zer û dirêj be rasta pir xweşik dibe. |
|
29.03.2016 11:23 |
gulêê
![]() |
2. Do mehe nîyetim 5 meh şûnda pordirêjim .tabi cermê min cermê kurdane porê min jî porê kurdana . Çi porzerim çi jî xizim zerim erê gava brad mired a dinihêrim dibejim axx axx xwazil porê min jî gava dirij be mîna porê wan be . Lê ez jî zanim wisa nabim lê dibêjim bila dilê min da nemîne . |
|
29.03.2016 14:53 ~15:00 |
xeteraqirêj
![]() |
3. ez im. |
|
29.03.2016 21:30 |
simurg56
![]() |
4. di nava civata kurdan de karekî zehmet e (bnr: modernîteya derengmayî) |
|
29.03.2016 21:56 |
ferhenga şikestî
![]() |
5. Bi ya min mêrên sîmanê wana girover in û qelew in por li wana nay. |
|
14.01.2017 15:08 |
bûtîmar
![]() |
6. Ger ew mêr pordirêj û porkurîşk be ser de jî çav, birû û bijangên wî jî reş bin dê gelekî qeşeng bibin. Bila mêrên Kurdan guh nedin mezinên xwe.Poran dirêj bikin, hin kî jî xwe qurre bikin. Keçên qêmîş nekin ku li we binihêrin. |
|
09.11.2019 16:36 |
fatoş xanim
|
7. ez bi xwe pordirêj im lê min tu sûdê jê negirtiye. tenê pîra min carina dibêje eyb û hew * neyse sedema min ê dirêjkirina porê ne sûdwergirtin bû. dilê min usa xwest loma. |
|
28.11.2019 00:26 ~00:27 |
kurê xelkê
![]() |
8. Bila mêrên porfirêj bibexşînin lê li gorî min porê dirêj qet li mêran nayê * |
|
28.11.2019 07:41 |
xabûrî
![]() |
9. Porê gava dirêj dibe, dibê Mina hirîyê û qet jî li min nayê. |
|
28.11.2019 15:15 |
seryasêdilşûşe
![]() |
10. ev 14 sal in ku ez im. havînê an divê hinekî were kurtkirin û patik hewayê bistîne an jî divê were girêdan. ez girê nadim lê kurt dikim carina. ger na patika mirov dişewite. |
|
30.11.2019 20:57 |
simurg56
![]() |
11. Porê me jinan jî bêhtirî dirêje, lê ne giranî dike ne jî şûştina wê bizehmet e. Hetta gava dibe zivistan ew por rû û stûyê me xweş germ dike* * |
|
30.11.2019 20:58 |
fatoş xanim
|
12. Di demên zanîngehê de ez bûm, ya star, ew çi wêrekî bû law. Te bîra min dema min porên xwe jê kirin çawa bûbûn çivîkek sivik û azad... |
|
30.11.2019 21:24 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
13. weke gelek kesan wextê li zaningehê bûm, min jî porê xwe dirêj kiribû. tibabekî dirêj bû tam dirêj bû yanî. |
|
30.11.2019 21:38 |
brusk56
![]() |
14. Qet ji min nayê. Lê birê min ên mezin hemû di wextê xwe da porê xwe dirêj kiribûn. |
|
01.12.2019 00:56 |
kajav
![]() |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |
![]() |
vivaldi [6] |
![]() |
heye ku [1] |
![]() |
hovalak [1] |
![]() |
seks [1] |