1. (bnr: zarok?) |
|
30.03.2016 01:11 ~01:12 |
shorbevan
![]() |
2. Ne ji ber wan amûrane . Ji ber ku malê e'dem dikin. |
|
30.03.2016 01:17 |
biaqila malê
![]() |
3. Di sala 2008 an de min bi kedeke mezin pereyên xwe dabu ser hev û qonsolên listika atarîyê kirîbu. Zarên mevana hatin ew qonsolê min şikênastin. Ew roj ev rojê ez û zarê mêvana em li hev nakin. |
|
30.03.2016 01:46 |
bûtîmar
![]() |
4. piranî "di eslê xwe de gelek miskîn û guhdar e lê dema tê em diçin mêvaniyê her dibin" in. |
|
30.03.2016 18:17 |
simurg56
![]() |
5. ev zarok nîn in, teba nin, cinawer in ! hiş aqilê wan tev li ser miziriyê, hilweşînê dixebite û xwediyê enerjiyeke bêhempa ne. dema digihîjin hev teqes yekî netebitî wek bekoyê ewan ji wan re serkêşiyê dike û dest bi kare xwe yê nebixêr dikin * me, wextekî dema cînarên werin dolabên malê ên tê de pirtûk û tiştên girîng hene çep dizvirand û ev jî dibû sedema kenên şiheşih * niha hat bîra min me navê ji wan zarokan a yekî danîbû "hovo" * ji ber qerasebûn û miziriya wî... hovo çi dike gelo niha ? |
|
30.03.2016 19:10 |
sergijik
![]() |
6. yaa starrr! xwudê hîfza meriv ji wan bike! ez ku gelek hej ji zarokan dikim, lê dema ew zarok dibin mêvan, di çavê min de ji şeytên xirabtir in, îmana min ji wan diçe, ji ber qetrê mêvanan meriv nikare di mala xwe de ji wan re bêje kirt.. |
|
30.03.2016 19:26 |
ferhenga şikestî
![]() |
7. îmana min ji zarokan zêdetir, ew mevanên ku ji zarokên xwe xweyî darnakevin û ji zarokên xwe re tiştekî nabêjin diçe. ew qas rihet, ew qas guhnedêr in ku, tu yê bêjî qey naçin mevaniyê, zarokên xwe dibin lûnaparkê. bi vî avayî zarokên wan jî wek kerê ku benê xwe qetandiye her rêxî dikin. ne tenê kulfetê malê, cînaran jî aciz dikin. |
|
31.03.2016 10:52 |
nazim tolhildan
![]() |
8. Tiştekî nabêjim wan ji xwe zêde zarok nayên mala min. Weke din kurê min carekê çayê rijandibu ser koltuqên spî yên hevalê min. Loma zêde tiştekê nabêjim. Weke din ev jî heye: |
|
31.03.2016 12:42 |
azadixwaz
![]() |
9. ew zarên ku kutanê heq dikin ew in. ku meriv heqê wana didê jî diqêrin û digirîn. bona ku deng neçe milet eja meriv ber digere |
|
31.03.2016 23:16 |
bûtîmar
![]() |
![]() |
di bavê berê de minafiq in [1] |
![]() |
mirî [2] |
![]() |
heste [4] |
![]() |
mirî [1] |
![]() |
nazım hikmet ran [3] |