![]() |
ez ê yekî bikujim | 2012 Nivîskar: Firat Cewerî | kurmancî | roman | 152 rûpel Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û a... |
1. pirtûkekî a firat cewerî ye. pirtûk di cûreya romanê de ye û 2008 an de ji weşanxaneya avesta derket. |
|
2013.08.16-19:05 |
brusk56
![]() |
2. (bnr: ez ê di yekînim) |
|
2013.08.17-20:33 |
tivirloismail
![]() |
3. pirtukeke firat cewerî ye. nivîs behsa têkçuyiyên tevgerê dike. ristin û pêdeçuna pirtukê bi awayeke zane baş hatiye lêkirin û pirtuk xwe dide xwendin, mirov pê dikeve. lê weke ku dawiya pirtukê nehatî temamkirin e. pirtuk ji du beşan pêk tê û her beşekê de yê raveker cuda ye, lê awayê vegotinê naguhere, buyerên tê de pir in lê kitekitên wê weke ku hinekî kêm mabe. |
|
2013.08.27-18:46 |
azadixwaz
![]() |
4. (bnr: ev bajarê ku ez demekê li dû rizgarkirina wê bûm) * |
|
2013.08.27-18:58 |
brusk56
![]() |
5. (bnr: peyamên li cihên xwe yên nû) |
|
2013.08.27-20:08 |
azadixwaz
![]() |
6. navê pirtûkê ji pirtûkê gelekî xweştir û serketîtir e. |
|
2013.08.28-01:22 |
giyanstêr
![]() |
7. romana ku helîm yûsiv digot firat cewerî ew ji niza'm kîjan çîroka min diziye. bo xatirê xwedê, ne romaneke wisa serkeftî ye ku mirov hesûdiya wê bike. erê, teknîk filan baş e, ziman herikbar e, hunandina wê kêm zêde dişibe tevna romaneke modern lê ji serî heta binî oryantalîzm e baba. temsîlên wê jixwe haho haho! min nedin axaftin. |
|
2013.08.28-06:18 |
terkexem
![]() |
8. bûye sedem ku bîranîneke min were bîra min. |
|
2013.08.28-23:06 |
quto
![]() |
9. romana firat cewerî ye.(bnr: )http://www.idefix.com/kitap/ez-e-yeki-bikujim-firat-ceweri/tanim.asp?sid=OUYBAF9XIE5BTR0IZZWJ |
|
2013.09.13-22:20 |
firat
![]() |
10. di vê romanê de firat cewerî dawiya romanê herimandiye, ji ber ku lehengên romanê ji nişka ve winda dike û romanê diqedîne; ango ecele dike û hewl dide ku roman zû biqede, ji ber vê jî ketiyê di kêmasiyê de. dema min ev roman xwendî romana lokman polat a bi navê "kewa marî" xwe li ser bîra min kûr dikir. |
|
2014.03.28-00:08 |
zero
![]() |
11. berhemek hêjayî xwendinê ye. min duh destpê kir û îro jî qedand. niha li nobetê me, lê ji ber vê romanê min dev ji kar û bar berda û vêga xelas kir. yanî pirtûk xwe baş dide xwendin. |
|
2014.06.29-17:55 |
simurg56
![]() |
12. romana ku bi romana lehî dewam dike. lehî derketiye û ji pirtûka yekemîn stûrtir e jî. |
|
2014.07.13-00:50 |
simurg56
![]() |
13. pirtûka ku wextê xwe de hatiye îdîakirin ku ji mijara çîroka helîm yûsiv ya bi navê meha sêzdehan hatiye dizîn. |
|
2014.08.01-01:29 |
simurg56
![]() |
14. (bnr: piştre ez ê bikutim yên mayî). |
|
2014.11.11-21:24 |
tivirloismail
![]() |
15. Helîm cil û bergê xwe girt xencera xwe da dest xwe lê meyzand go ezê îro yekî bikujim û ji mal pekiya derket.Gava derkete kolanê rast berê xwe da rawestgaha otobûsa gelî,Li rawestgehê zelamek li mil çentekî reş bihemdê xwe rûniştibû,Silav dayê zelam silavî lê vegerand ,go navê te çi ye.Zelam hinkî şaş û maşo go firat.Helîm xencera xwe ji ber xwe kişand li nava dilê wî de çikand, pêre go bimre ferat ev çito nave qeşmer. Ferat cîde rihê xwe teslîm kir helîm xencara xwe ye ku jê xwîn dilopîkî ji nava dilê camêr kişand li ber xwe nihêrî ku otobês hatiye bi dengekî bilind kir qêrîn go ezê îro tekerekî biteqînîm ,bi wê hevê re xwe gihande ber otubêsê teker da ber xencara fisînî ji tekera reben çû go tu çito tekerî ulan û arkasi yarin. |
|
2015.04.04-00:00 |
tivirloismail
![]() |
16. ez e îro tekerekî biteqînîm.em benda te ne.. |
|
2015.04.04-00:06 |
cemilcanbegî
![]() |
17. pirtuka xuyaye versiyonên wê derdikevin e. xêre tivirlo, tu ji kê aciz bî(ya rast xuya ye ji kê!)? aram be, easy! |
|
2015.04.04-00:14 |
azadixwaz
![]() |
18. pirtûka firat cewerî ye. pirtûka serîpirtûk a yekeme, ya duyem jî ''lehî'' ye. pirtûka ku seydo aydogan di kovara wêje û rexneyê de li serê gotarek weşandibû û di gotara xwe de rexneyên gelek giran lê kiribûn. piştî vê rexneyê ya rastî ez hinekî jê sar bûm, lê ne ev tenê lewra firat cewerî jî nivîskarekî qureye hinekî. awayê romanên wî hinekî dişibin hev. |
|
2015.04.04-00:15 |
subasi842
![]() |
ala kurdistanê [2] |
|
![]() |
propogandaya rojava [3] |
![]() |
li van ê ji bo hilbijartina dersa zimanê kurdî xebatek baş [1] |
![]() |
dijûnên kurdî [1] |
![]() |
dijûnên kurdî [1] |