ez ê yekî bikujim | 2012 Nivîskar: Firat Cewerî | kurmancî | roman | 152 rûpel Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û a... |
39. Pirtûka ku min di du rojan de xwendiye û teva kiriye. Wekî jor hatiye gotin xwendina pirtûkê pir bi hêsan û sivik e. Meriv hînî çend gotinên nû jî dibe. |
|
15.08.2021 01:42 ~01:53 |
çomo
|
40. Bi min nav pirtûkên Firat Cewerî de an herî xweş ev bû. Miheqeq bixwînin. |
|
15.08.2021 21:52 |
şev
|
41. Pirtûka Firat Cewerî ya ku bi xêra pêşbirka mamoste @pirtûkhez min xwendîye. Di pirtûkê de 3 serleheng hene û pirtûk ji 2 beşan pêk tê. Ji bo lehenga jin, nivîskar beşek din veneqetandîye û hiştîye ku jinik (bnr: dîana) qala serpêhatiya xwe bike. Pirtûk bi rastî jî wek pirtûkên Rûsîyan dest pê dike û heta beşa 2 yan bi bûyereke ku mero tucar bîr nabirre dawî dibe. Dû ra gava em derbasî beşa dudiyan dibin vêca dengê zilamek din bilind dibe û em bi helwesta wî ev bajarê ku herkes xwestîye ji serdestan rizgar bike lê bi awayek dibin bindest û tehdexwarên vî bajarî, li ber me dixe. Beşa dudiyan em bi çîroka lehenga jin dihesin û dilê me pê dişewiti û hindik maye ku em bêjin Feqîra Xwedê ê talî xwe xilas bike lê nivîskar li vir mirîyan ji tirban derdixîne û pirtûka xwe bi şêweyek ecêb û ne xweş xilas diki. |
|
13.03.2023 19:22 ~19:24 |
pîroz
|
horhorik [2] |
|
tehdîdên kurdî [1] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |