1. Bawerim Curbecur in û pir in. Bila ya pêşîn a min be; ez hê gelek biçuk, min ava sirehiyê mezin a ji ser sobeyê hatî xwarê rijandiye ser xwe û gelekî şewitîme. |
|
31.03.2016 12:45 |
azadixwaz
|
2. Min derî, pencereyê malê hemu dişkênastin. |
|
31.03.2016 15:03 |
bûtîmar
|
3. di dibistana seretyî de şikadina busta atatirk. |
|
31.03.2016 15:06 |
nazim tolhildan
|
4. hê ez piçûk bûm, min û kurxaletê xwe bi darikekî dirêj kuna sêwa xira kir, mixaletiyê min darik kir qulê, her kir û derxist sêw (mozên sor) derketin û ketin pey me, dora me girtin. mixaletiyê min baz da û xwe xilas kir, lê min nekarî, cizmeyeke mezin di piyên min de bû, ji ber wê cizmeya mezin ez mam nava sêwan de, heta nava lingê min her derê min gez kirin û dawiyê ez bi nexweşxanê re derxistim. |
|
31.03.2016 15:17 |
xendekî
|
5. (bnr: zarokê xelkê ez im) |
|
31.03.2016 21:26 ~2019.11.30 20:22 |
biruya hayao miyazaki
|
6. Rojekî min xanî da agîr. Min bi çeqmeqê dilîst hema nizam çawa çêbû mi dî agir bi perdê ket. |
|
31.03.2016 21:51 |
xwelî li ser
|
7. qebehetên ku ezê yekî bibêjim diduya bibêjim.. lê niha wextê min tune ez yekî jî nabêjim bira jiwere bibe mereq heye ku bibe kul û derdekî..ez dikarim viya bibêjim dû sê gund ji destê min di tayê de bûn ez ji xwe gundê me na hesibînim * |
|
01.04.2016 02:26 |
shorbevan
|
8. qebehetên ku li gorî fikra kesan, dibe ku qencî bin jî. |
|
01.04.2016 13:27 |
simurg56
|
9. qebehetên min hingî pirin kî qebehetek xwe bibêje yê min jî jê heye * |
|
20.08.2016 22:58 |
shorbevan
|
10. me gergerîkên cûrbicûr hev didan û dixistin qûtiyekê ku nedişiyan jê birevin. îja bi hev re şer dikirin, nig û destên hev diqetandin. û kêfa me ji darî kirina vê dihat :( dema em aciz dibûn jî me qûtiyê dişewitand, tev gergerîkan. nizanim em çima wisa bûn, niha jî bo pê li gergerîkekê nekim awirên min li erdê dimeşim. bibexşînin gergerîkno :( |
|
05.01.2021 10:29 |
keyomerd
|
12. Nizanim qebhet e an na lê xwediyê xaniyê xaltîka min tirkên nîjadperest bûn û nedixwestin em biçin mala xaltîka xwe min jî her carê kilîda wan a derve didizî û davêt. Feqîra çend caran kilîdên nuh derxistin * |
|
29.05.2021 20:43 ~20:47 |
biaqila malê
|
13. Qebehetên ji ber bertekên dê û bavên me, bi taybetî dayik, dibûn sedema tirsê û me newêribû êdî tiştekî bike. Nezanî gelekî zehmet e, ew bertekên dê û bavan bandoreke mezin li ser zarokan dihêlin û zarok zû bi zû nikarin wê ji ser xwe bavêjin. |
|
30.05.2021 15:18 |
xabûrî
|
14. Yek heye ku qet jibîra min naçê, dibe ku hinekî we xemgîn jî bike* |
|
30.05.2021 17:24 ~17:25 |
merwano
|
15. di biçûkaniya xwe de min henekê xwe bi zarokekî bi asteng dikir, min jê re digot "ozurlu, spastik" hwd piştre diya wî dihat bi gotinê xwe yê dramatîk min dixist binê erdê. aniha bêhtir fehm dikim bê ez çi zarokekî pîs û xedar bûm. |
|
30.05.2021 18:31 |
hueyn
|
16. qebehetên ku min gotibû qewlî camêrek ji hazira çêtir ezê jî ji rizgo helalî bixwazim, ji mihemed sihîdo, ji mele emin, ji meta mexbûlê, ji xatiya siphiya, ji apê heybeto, ji apê bihemedo, ji xalê lutfî , ji metînê tablecî, ji şewketo ji hecî ahmed, ji amojina fexirya, ji muhabîrên france4 ê,.... û li gundê kurbeytê mal bi mal bigerim.. ezê ji kî helalî bixwazim û ji kî nexwazim * |
|
30.05.2021 21:29 |
shorbevan
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |