Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    30 mijar û 42 peyam
    feleka bêbext - tirşik
    feleka bêbext
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. navê helbesteke osman sebrî ye.....

    helbesteke xweş e, lomeya xwe ji felekê dike..

    abdullah koçal vê helbestê jî bi deng kiriye..





    Feleka bêbext şikand darê min

    Nema kes rûniştî li ber arê min

    Ji du hezar sal hey bi îro

    Azadî nema di nav warê min

    Zorkerên bêbav bi fend û xapan

    Di berhev xistin dost û yarê min

    Qenc û çakên min tev dane kuştin

    Qelandin riça karguzarê min

    Serek û rêber di welêt neman

    Li erdê hiştin koç û barê min

    Ji hev perçe bû Kurdistana gewr

    Ket nava destê çar neyarê min

    Kirine guneh bi kurdî peyvîn

    Wan divê rakin ziman, zarê min

    Dewlemendê min hate şêlandin

    Ji welêt derket tev zîvarê min

    Ew kesên ku xwe mezin dinasîn

    Roja teng nebûn bendewarê min

    çend heb ji wana mabûn di meydan

    îro tev revîn ji ber barê min

    Hinek ji wana bê şerm û fihêt

    Bi destê neyar bûn sîmsarê min!..

    Dixwazin îro bi hîzebûnî

    Bi derxin kurdan ji ber karê min

    Qirakê, tot û tund ketin warê min

    Koleyên kolî kolîdarê min!..

    Ji xeynî felek min hene neyar

    Li dora welêt bûne çarnikar














    2016.03.31-22:38 | ferhenga şikestî

    2. min niha dît, nivîskar û dengxweş rêşad sorgul jî gotiye..














    2016.03.31-22:39 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kovara bar [2]
    le'net li #hejmarasêyem a wan be. bes e gidî, bi reklamên xwe yên agre...
    xapandina kurdan [1]
    kürtler osmanlı dağılırken devlet kurmadı . şimdi mi kuracak ? kurd...
    xapandina kurdan [1]
    kurd, ne kurdên berê ne. bes hîn jî dilê wan tenik e. yekê kêmeke xwe ...
    xapandina kurdan [2]
    dixwazin werin xapandin loma tên xapandin gelek kurd henin ne kes dik...
    mandariinid [1]
    Fîlm di nav xwe de peyamên xweş û watedar dihewîne. Wer xuya dike bi b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » feleka bêbext
    » bêbextiyên medyaya pkkê yên di barê barzanî û pdkê de

    Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî