Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
feleka bêbext - tirşik
feleka bêbext
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke osman sebrî ye.....

helbesteke xweş e, lomeya xwe ji felekê dike..

abdullah koçal vê helbestê jî bi deng kiriye..





Feleka bêbext şikand darê min

Nema kes rûniştî li ber arê min

Ji du hezar sal hey bi îro

Azadî nema di nav warê min

Zorkerên bêbav bi fend û xapan

Di berhev xistin dost û yarê min

Qenc û çakên min tev dane kuştin

Qelandin riça karguzarê min

Serek û rêber di welêt neman

Li erdê hiştin koç û barê min

Ji hev perçe bû Kurdistana gewr

Ket nava destê çar neyarê min

Kirine guneh bi kurdî peyvîn

Wan divê rakin ziman, zarê min

Dewlemendê min hate şêlandin

Ji welêt derket tev zîvarê min

Ew kesên ku xwe mezin dinasîn

Roja teng nebûn bendewarê min

çend heb ji wana mabûn di meydan

îro tev revîn ji ber barê min

Hinek ji wana bê şerm û fihêt

Bi destê neyar bûn sîmsarê min!..

Dixwazin îro bi hîzebûnî

Bi derxin kurdan ji ber karê min

Qirakê, tot û tund ketin warê min

Koleyên kolî kolîdarê min!..

Ji xeynî felek min hene neyar

Li dora welêt bûne çarnikar







31.03.2016 22:38 | ferhenga şikestî

2. min niha dît, nivîskar û dengxweş rêşad sorgul jî gotiye..







31.03.2016 22:39 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» feleka bêbext
» bêbext

Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî