1. Rewş û hîsên ku di bin bandora dopamîn û noradrenalînê têne holê. |
|
02.04.2016 03:58 ~11:27 |
gumgumok
|
2. Hesteke super xweş e. Wek ku di zikê meriv de perperîstank bifire. Her tim dixwaze qala wê/î bike filan, wek çîrokeke bêdawî. Jixwe destpêke de meriv nêzî 2-3 mehan 32 diran digere li derdore * |
|
02.04.2016 09:57 |
gulêê
|
3. mijara ku ji mirov "rewşa nivîskarên jin yên tirşikê ne ti rewş e" dide gotin e. xwedê dawiya me xêr bike, bi hatina biharê ve tev ne tenê kulîlkên deşt û çiyayên kurdistanê, kulîlkên dilê nivîskarên jin yên tirşikê jî vekirine. |
|
02.04.2016 10:50 |
nazim tolhildan
|
4. Kesê/a evîndar xwe dide helbestê (bnr: çarînên nivîskarên tirşîkê) |
|
02.04.2016 11:45 ~11:46 |
azad30
|
5. Ger evandî(maşûk) di beş an jî zanko yek din da be mirov bêseb rojê 5 wexta diçe wêrê. Wax ezê çime pirtûkxanê, wax hevaleke min heye ezê jê pirtûk bixwazim eve hemî hecetin. Armanc dîtin e û dema ku dibîne jî mîna dîna nizane çibike rûyê wî/ê sor dibe kelekel dibe xwûdan dide. Bêyî ku guh bide hevalê/a xwe a ku gelêk(bi hevre) hatîne ji bo her gotinêt wî/ê dibêje erê an jî dibê "hesen te go çi?" hesen jî hêrs dibe û dibêje "law kero aqlê te kîrê ye tu bo guh nadî min" . .... |
|
02.04.2016 12:07 |
azad30
|
6. (bnr: hoşt ji te re) |
|
28.02.2018 23:00 |
biruya hayao miyazaki
|
7. Here lînkê Bi Almanî jî heman yekê wekî "schmetterlinge im bauch fühlen" rave dikin. Yanê ji zikê xwe de perperokan hest dikî. Niza'm, ez wekîlê gotinan im. |
|
01.03.2018 19:18 |
jifêzagorda
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |