Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
pirsgirêka dengê daçekan - tirşik
pirsgirêka dengê daçekan
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê gotareke bahoz baran e..

bahoz baran di vê gotara xwe de li ser problema nivîsandina daçekan bi mînakan bi awayekî objektîf nirxandineke gelek baş kiriye..

armanca nivîsê zelalkirina nivîsandina hin daçekan e..



Here lînkê



ji nivîsê;



''Em li ser vê meseleyê bi giştî digihîjin van encaman:



1. Pirranîya gelê Kurd, di van daçekan da, awayê “a”yê bi kar tîne.



2. Di edebîyata Kurdî a klasîk da, ev daçek bi awayê “a”yê hatine bikaranîn.



3. Folklora Kurdan, bi pirranî li gorî awayê “a”yê ye.



4. Di zaravên Kurdî da û di Farisî da, di van daçekan da awayê “a”yê tê bikaranîn.



5. Di warê rêziman û nivîsê da, vê guhertina hanê, bi Celadet Alî Bedir-Xanî dest pê kirîye.



6. Celadet Alî Bedir-Xan, di vê meseleyê da hesabê pirranîya gelê Kurd nekirîye li gorî tradîsyona Kurdî neçûye.



7. Di nivîsên Hawarê da, herdu awayên van daçekan jî hatine bikaranîn.



8. Sivikkirin û hêsankirin îzafî ne û li gorî kesan diguherin û ji bo vê meseleyê nabin palpiştên zanistî.



9. Ev dengê daçekan, tesîrê li ser aheng û muzîka zimên çêdikin.



10.Awayê berbelav bê guhertin û êdî neyê bikaranîn arûz û qafîyeya helbestên lêkirî xirab dibe.



11.Ev daçek ji ber ku heşt heb in, pirr tên bikaranîn û tesîrê li ser ahenga peyv û gotinê çêdikin.



12.Hin weşanxane, rojname û kovar, dengê van daçekan şaş dihesibînin û wan diguherînin. Gerek bi tu awayê ew deng neyên guhertin.



13.Herdu awa jî rast in û ev mesele, meseleya rastnivîsê nîn e.



14.Hêmanên van daçekan, “da” û “ra” zêde tên bikaranîn.



15.Hêmana “va” û “ve”yê ya van daçekan pirr kêm tê bikaranîn û di klasîkan da “va” jî hatîye bikaranîn “ve” jî hatîye bikaranîn.



16.Ji ber ku daçek, di zimên da bi peywira gellek tiştan radibin, zimanê meriv li gorî wan dengên daçekan teşe digire. Zehmet e ku mirov dengê daçekên xwe biguherîne.



17.Frekansa van herdu dengan çi ye? Dirêjbûn û kurtbûna van dengan, çi tesîrê li ser awayê vegotinê çêdikin, em nizanin.



18.Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, sibê roj dê di warê perwerdehîyê da gellek alozî derkevin.



19.Li ser vê meseleyê gerek lêkolîn bên çêkirin. Ji alîyê fonolojîk da taybetîyên dengê “a” û “e”yê bên dîyarkirin.



20.Lazim e, ev guhertin ji alîyê sosyolojîk û psîkolojîk va jî bê nirxandin. Gelo deng çi tesîrê li ser derûnîya însanan çêdikin, gerek li ser vê yekê xebat bên kirin.''



02.04.2016 14:48 | ferhenga şikestî

2. versîyonên e-yê sivik in û xweş in û ji xwe dê û bavê min jî ew kurmanciya xwe ya fesîh daçekên e-yê bikartînin. va, ra, da... çi tehl û qîrêj in. çima pirsgirêkek wanî derxistiye holê nizanim lê belê ez pir hindik rastî bikaranînên a-yê hatime di zimanê nivîsandî de (ku di van rojan de bi hûr û kûr dibim, yeko yeko pirtûkan xelas dikim û nexasim cudahiya wergêran baldar im). mêrxas gotiye klasîk û nizanim çi, yên ku bibînin dê bibêje qey dîroka rastnivîsa yekahengî kurdî heye û bedirxan bi kêran ketiye li nav wan! wê demê camêr dibe ji nav versîyonan yekî hilbijartine yan jî bi random kîjan hatiye ber wan bikaranîne. çi qebhet e ma. heger tenê yên "a"yê, yan jî yên "e"yê hilbijartina, dê emê anuha çi bikirana? ji bo versîyona ne ya nivîsandî ye, emê şer derxista?! heta nuha vana hatine bikaranîn û ketiye riya belavbûnê, ka hela derdê a-yê çi ye ma? * *



tew camêr hema koma "...pirranîya gelê Kurd û di folklora Kurdan da..." bikarneanîye, min dîn kir! ewê yeqîn bikin, qey nexşeya devokên kurdî hatiye derxistin û ew jî wê şîrove dike. (gelek nexşeyên zimanên xelkên sowyetê hatiye çêkirin û ez a zimanê azerî bi heyranî mêzekiribûm. li ser me kurdan jî îşela )



hela dramaya folklor... naxwazim bibêjim. keko xwezî te ew wateya "pirranî" wekî hejmar ji ser sedî jî eşkere bikira!



min anuha "ji bo rastnivîsînê ferhanga kurdî(kurmancî - tirkî)" ya weşanên rûpel vekir. amedekarê weşanê malmîsanij e. beşdarên xebata hilbijartina bêjeyên kurmancî yên sereke jî mistefa aydogan, zana farqînî, newzad hirorî, huseyîn kartal, remzî kerîm, mahmûd lewendî, m. emîn nawrozî û reşo zîlan in.



û daçekên "de, ve, re" wekî rastnivîsîn hatiye hilbijartin. helbet bilêvkirinên versîyonên a-yê ne çewt in, lê ji bo nivîsandî divêt bibe xeletî! hoste jî bi vî avayî biryar dane.



her wiha pirsgirêkek çêkirî(sûnî) ye.



nîşe: frenkêştaynekî heye, nabe ku ez tiştekî nebêjim:

çi ji min "10.Awayê berbelav bê guhertin û êdî neyê bikaranîn arûz û qafîyeya helbestên lêkirî xirab dibe." ma klasîk mane. bira bicehime qedera arûz û qafiyeyê. him ew klasîk çi ye gelo? sînor û pênasên klasîk çi ne? ecêb kurd bi rastî jî xwediyê klasîk in? yên klasîk, her tim a mînakê ne? û hwd.



02.04.2016 20:19 ~20:49 | biruya hayao miyazaki

3. Di zimanê nivîskî da ji ber bandora celadet bedîrxan hima bêje mînakên -da,-ra,-va ket nayên bi kar anîn. yanî ne ku gel wisa diaxive lê ji ber zimanê çêkirî wisa ye. Ev yek pirî caran xweşa min jî naçe lê carek wisa rûniştiye. Lê heya ji min hat ez ê di nivîsên xwe da yên din jî bi kar bînim û fonetîka -a ji ya -e xweştir û di kurdiya zindî de -a tê bikaranîn



02.04.2016 20:35 | ceso

4. erê ji xwe zimanê standart bi referandûmê tê hilbijartin.

(bnr: bravo)



zêdeyşin:

ceso jî gotiye "di kurdiya zindî de -a tê bikaranîn". qey dayik û bavê min ji fezayê ne û ji bo kolonîkirina kurdistanê hatine. * tew gotiye ezê êdî yên a-yê jî bikarbînim. erê wele yadê, li hêla me jî kişandina kesên lêkeran hemû e ne. î-ya tu-yê û in-a pirjimar wele bile di devoka me de bi tevahî e ne. ji ya î- (tu çawa yî :/ ) xweştir e. erê ezê jî êdî tenê dengê e-yê bikarbînim. ev çi derd bû ma, nedihat kişandin. heta ku kurdî bibe kafirkeratî yên ku dixwazin bira pêşniyar û çalakiyên xwe yên din a rastnivîsînê parve bike, bira netirse, hema bira linavhevketiya dengên kurdî dijwartir be. bira gunê wan sax be * bi rastî pêşniyarên qala nivîsandinên lêkerên gerguhêz-negerguhêz ên tirkmancî be, baştir be. amîn. *



02.04.2016 20:49 ~21:04 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: dê û bavên postmodern)*



erê welle ez dibêjim qey dawiya dawî her kurdekî ji ber serhişkî û yeknebûnê wê ji xwe alayek û dewletekî û zimanekî ava bike*



02.04.2016 21:00 | ceso

6. law camêr rabûye li ser dehan kitêb û kovaran lêkolînekê kiriye û hatiye ramanê xwe di gotarekê de li hev aniyê û xwestiye bêje em li ser biponijin.. tê bêjî qey şerê li hemberê rûsya û amerikayê ragihandiye, loma rastî rexneyên welê hatiye*



tê gotin ku di pirranî herêmên kurdistanê de bi tîpa a'yê ye, ez çima dibÊjim tê gotin? ji lew ranebûme û yek bi yek bajar û bajarok û gundên kurdistanê negeriyame, tu jî negeriyayî û welle qûsir mÊze neke em nikarin li ser awayÊ bilêvkirina dÊûbavên te standartîzasyonekê çÊkin*



ez bi tîpa e'yê dinivîsim, ji ber ku wisa hewisîme, nikarim ji vî emrî şûnda rabim 9 salên xwe li dû xwe bihÊlim bikevim sererastkirina daçekan, lê di axaftinê de ez hê jî bi a'yê bi kar tînim, min bala xwe baş dayê, bi rastî jî ger hezar car bi kar anîbim nehsed jê bi a'yê xelas dibin daçekên min...



gotarên wilo baş in, ber bi nîqaşê vedikin, cihde xwe dînomîno nekin*



02.04.2016 21:25 ~21:26 | ferhenga şikestî

7. Çespandin û pêşniyarên rast kiriye ji ber ku…

Di kurmanciya hin gundên eşîra atmî û hemû gundên eşîra baliyan ên aliya başûra meletî de dengê -a, -o tê bilêvkirin, dengê -e jî -a tê bilêvkirin..

Wekî “ez hatim” li wan herêman de dibe “az hot im”, “ker” dibe “kar”, rast dibe “rost”, "dest" dibe "dast"..hwd

mirovên ji wan herêman li gorî rêgeza jor dikarin bi hesanî hînî xwendinê bibin..lê di daçekan de dengê -e dibe -o…daçek ne li gorî rêgezê ne, di dengên daçekan de pirsgirêk hene..

Paşdaçekên kurmancî yên sereke -de, -re û -ve dibin -do, -ro û -vo..

mînak: “Ji min re” dibe “ji min ro”.... “di vir de” dibe “di vir do”..an jî weha tê bilêvkirin..

Yên ji wan herêman gava bi kurmanciya herêma xwe hînî xwendinê dibin di daçekan de tengasiyê dikişînin…



13.04.2016 22:56 ~2016.04.14 00:08 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka lînkê
» dengê motosiklêtan

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî