Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
pirsgirêkên rêzikên îslamê - tirşik
pirsgirêkên rêzikên îslamê
(14) (10) (3)
di mijarê de bigere

12. sureya Rad ayeta 11 : heya ku civatek xwe dûrûst neke em jî wan dûrûst nakin. Mirov di vî ayetê dizane ku eger civatek ketibe rewşekî xirab ev sûcê wî civatê ye. Lê îst îstên me dîsa dewam dikin wax eger xweda heba çima dînya ewqas xirabe , kurd ji ber îslamîyetê ketine vî rewşê ,demek haşa xweda tûne law serhişko ma xwedê go te te mazlùma bikuje, zilmê bike nexwîne nepirse. Ma xwedê go te kurda yekîtîya xwe ava nekin hevdû bikujin, eşîrtî bikin, dewletek sva nekin bo we herame. Tabî tu heya siharê biaxive ew li gor qur'an êdî dilê wan (ji ber kirinêt wan) hatîye mohr kirin.



03.04.2016 02:38 | azad30

13. Endazyar; dema ku min endazer nivîsîbû min behsê te nekiribû. Viyabû te hilnedaba ser xwe.



03.04.2016 03:51 | azad30

14. pirsgirêkên cûrbcûr in. lê ne yên li jor in. eyb e ku mirov behsa van tiştan bêje pirsgirêk.

ji ber ku mirovek ku bi qasê dînê red bike aqil be, divê bizane ku pirsên bi vî rengê amator in.



1- meseleya rojiyan. di quranê de ji bo demên rojê, du wext hatine diyarkirin: hilhatina rijê û avabûna wê. hûn şerta herî girîng ya rojiyê jî karîn e. yanî ger hûn nekarin (sedema wê bêsînor e) hûn ne mecbûr in ku bigirin. bûna li qutbên dinyayê, bûna li deverek bêderfet, nexweşî û gelek tiştên din dikarin bibin sedem. loma ger hûn nikarin (ku ne pêkan e) negirin û xelas. erê xelas.

ha, mirov ger bixwaze dikare li gorî saetên weke mînak mekkeyê jî bigire. mirov dikare her wextê salê, ji bo xêrê û terbiyeya nefsa xwe rojî bigire. ji bo vê yekê astengî tune. ez jiyana li qutban nizanim. lê îhtîmalek mezin, wan bi awayekê ji xwe re saeta şiyarbûnê (hilhatina rojê) û şevê (çûna ava) diyar kirine. nexwe saetên rojiyê jî dikarin werin diyarkirin. ji bîr nekin, xwedê dibêje ez ne muhtacî rojiyên we me. yanî rojîgirtin sembolek e, îbadetek e. niyet û armanca wê girîng e yên din ne...



2- li gorî quranê kesên ku ji xwedê bawer dikin, dikarin herin bihûştê. yanî ne tenê misilman. tiştek wisa tune yanî.

ger xwedê ji bo her şexsî, pêxemberek bişanda jixwwe wateya vê dinyayê nedima. ger jiyan azmûnek be, ev azmûn %100 takekesî ye. daxwazên mirovan, derfetên wan, tiştên tên serê wan, gelê wan, çanda wan û her tiştên wan ji hev cûda ne. xwedê jixwe nabêje li dinyayê wê edalet hebe. edaleta xwedê wê ne li vir be. lê wê li gorî şert û mercên hûn tê de ne, wê hesab were pirsîn.

ger mirovek bi saya daîşê îslamê nas bike û jê bawer bike belkî wê here cehnimê û ger înkar bike wê here cinnetê. em bi hêsanî her tiştî kategorîze dikin lê ji bo biryar û baweriyên mirovan gelek parametre hene. ger di şert û mercên van parametreyan de mirovek ji dil be û qenc be, bêguman tenê xwedê zane ka wê kî here bihûştê û kî here cehnimê.



03.04.2016 09:49 | simurg56

15. yek jê jî nakokiya hedîs û ayetan e....

niha li jor ji daîşê mînak hatiye dayîn, li qisûrê min negirin lê daîşa xwînxwar çalakiyên xwe li gorî hedîsan dike. de vêca hûnê bêjin çi eleqeya hedîsan pê heye û gelek hedîs derew in falan fîlan.. wêga emê çawa sahîhbûna hedisê esseh bikin?

ev mijara hedîsan gelek şolî ye, dema li hesabê wan re nayê cihde dibêjin ev hedîs ne rast e, pekî li gorî çi ne rast e? berhevkirina hedîsan hama bêje 200 sal piştî mirina hz. mihemed dest pê kiriye, ango bi qasî deh nifşa ku piştî mirina wî mezin bûne, van hedîsan berhev kirine, ma ez çima jê bawer bikim ku sedî sed gotinên pêxemberî ye? hûnê bêjin ger hedîs bixwe bi ayetekê re nekeve nakokiyê... wêga hemî hedîsên ku bi quranê re nakevin nakokiyê rast in? meriv dikare bi hezaran tişt bêje ku bi quranê re nekeve nakokiyê...

problem ev e jixwe, dema li hesabên wan re were qebul dikin lê dema li hesabên wan re neyê qebul nakin, ma ne ji ber wê ye ku ji quranekê, di nava misilmanan de hezar sazî û tevgerên ji hev cûda, hetta neyarê hev derketin? çawa dibe ku ji kitêbeke zelal hezar rêxistinên li dijî hev ava dibin?



tev ji ber nakokiya hedîsan in. dema daîş jî çalakiyekê dike ji hedîsan mînak dide ango ji hedîsan xwe piştrast dike û kiryara xwe li gor îslamê meşrû dike.. çênabe ku meriv ji hin hedîsan re bêje erê, ji hinan re bêje na, dema wisa bibe herkes li gorî xwe eyar dike..

dema em hedîsan rakin jî, îja problema fêmnekirina quranê û pratîzebûna wê derdikeve holê..





03.04.2016 12:41 ~12:44 | ferhenga şikestî

16. Ew problem in ku dema hêdîs weke referans werin girtin hejmara wan dibin bi milyonan.

Li ser rûyê dinyayê hedîsek tenê ku mirov jê bawer bike.

Li gorî quranê ne hedîs heye ne jî çavkaniyek din û quran dibêje tenê quran bes e.

Ger tu bêjî quran ne bes e jixwe ev dibe înkara quranê. Tu pêdiviya misilmanan bi hedîsan tune jixwe sedsala ewil ya îslamê de nividandina wan qedexe bû. Ger quranê çavkaniyek wisa pêşniyar bikira wê rêbazên nivîsandina wan nîşan bida. Lê tam berevajiyê wê her tim dibêje çavkaniyek din tune tenê ez heme û pêxember jî tenê peyamnêrê min e.



03.04.2016 14:31 | simurg56

17. çare fazlurrahman e. *



03.04.2016 16:05 | biruya hayao miyazaki

18. madem ayet bixwe bes in wêga pirsên min cardî bê bersiv dimînin, ji ber ku di ayetan de qala cemsaran nekirine, hetta ji xeynî erdê ereban qala tu cihî nekirine, li gorî nivîskêr em nikarin şîroveyekê jî bikin ji lew dibe şîrk



03.04.2016 19:03 ~19:04 | ferhenga şikestî

19. ew pirs in ku divê her tim jê re bersivek taybet û takekes neyê gerîn.

weke me gotî, di quranê de bi 2-3 xalan behsa çawaniya rojiyan tê kirin û ger pêkan be pêkanîna wan tê pêşniyarkirin. jixwe ya bimantiq jî ev e. em bêjin behsa cemsaran an jî çend rewşên din hat kirin, wê demê piştî 100 salan jî wê pirsgirêka mirovên ku çûne li marsê dijîn derketa.

armanca îbadetan nêzikbûna xwedê an jî bîranîna xwedê ye. divê bi vî mantiqî were fikirîn.

di quranê de ji bo piraniya îbadetan bi şerta ger we karî tên vegotin. li gel vê nêrîna quranê dana zorê, ne hewce ye.



- ez ê bi çi destmêj bigirim?

+ bi avê.

- ger av tune be?

- bi axê.

+ ger ew jî tune be.

- bi çîmentoyê.

+ ger ew jî tune be.

.....

...

..

(bersiva çend pirsan were dayîn bila bê dayîn. dawiya dawîn wê bersiv ev be: heyran ger tu nekarî negire , ne şert e)



03.04.2016 21:21 | simurg56

20. madem xwedê hemû tiştî dibîne çima kesekî ji xwe meztir nabîne *



04.04.2016 01:27 | shorbevan

21. Mijareke bê hemdî lê rast hatime ye
Ji ber heqaret û dijun tûnene min xwest ez jî çend tiştan bêjim

Hin kesên bêbawer dibên peyamger li gor xwe ayetan dadixist dema ku diket zorê an jî sebra wî li tiştekî nehata di derbarê wê de ayet ji xwere dadixist
Yek ji wan ayetan ji ahzab-53 ye ezê niha binivîsim lê ji ber min kurdîya wê nedît min bi xwe wergerand min navê ayetê nivîsî hun dikarin bi zimanê din jî binehêrin
gelî bawermenda ! Bê yî ku demekî heta ku hûn ji bo xwarinekê nehatin vexwandin nekevin mala peyamger. Ancax dema ku hûn hatin vexwendin têkevinê. Piştî we xwarin xwar belav bibin,nekevin sohbetê. Ji ber ev tevgera we peyamger xemgîn dike.lê ew fedî dike ji were bêje .Lê belê xwûda ji gotina rast xwe venakişîne .dema we ji pîrekê peyamger tiştek xwest di pişt perdê de bixwazin. Ev yek hem ji bo dilê we hem jî bo dklê wan tevgerekî paktir e. Xemgîn kirina peyamger û zewaca bi pîrekî wî re ya li piştî wî tû car caîz nabe.ji ber ev yek li cem xwûda (gûneheke mezin e. )

Û wekî din dibêjin gelo mislimantî çawa hatîye nava kurda
Di derbarê vê yekê de helbestek kevnar ya bi kurdîya berê hatîye nivîsarê li başurê kurdistanê hatîye dîtin lê evêya jî min bi xwe wergerand lê lînka ya resen jî ezê li binî bidim

hurmuzgeh wêran bûn. Agir temirîn.
Mezinê mezina xwe veşartin
Erebên gazinkar her derê xera kirin
Heya gihaştin şehrê zor
Jin û keçan dîl girtin
Mêrên azad di xwînê de hiştin
Cema zerdeşt bê xwedî ma
Hurmuz arîkarîya tû kesî nekir


Here lînkê

Dema misliman ketin bajarê kûrda û ji xelîfe omer pirsîn di derbarê pirtûkên zerdeşt go dema me wan dît em çi bikin
Omer got heke ew pirtûk li gor quranê bin ne hewce ne
Heke li dijî quranê bin çewt in û hewce nake gel çewtîyê fêr bibe


Çavkanî: ethem xemgîn,bawerîn olî yê kurdistanê û bandora wan

Hişyarî: law eşeda xwe bênin û dev ji van tiştê tewşo mewşo berdin û zêde nefikirin heke zêde hûn bifikirin ........



02.02.2020 13:50 ~13:54 | tîrêj zana 21

22. pir in û ji aliyê misilmanan ve nayên zanîn.
bi rastî jî haya misilmanan ji kuranê tune ye.
mirov behsa ayetek dike. jê dipirse bê ka çawa rave dike, çi difikire di derbarê de, mêrik/jinik sund dixwe dibêje ayetek wisa tune ye, tu ji ber xwe diavêjî. paşê nîşanî dikî, dibêje kem, kûm ka ez lêkolîne bikim nizam çi.

yanê dikarim bibêjim ku, haya sedî %99'ê misilmanan ji îslamê û kuranê tune ye. hema wisa çi seh kiribin bawer kirine û qebûl kirine.



02.02.2020 23:51 | brusk56

23. Mijara ku derbarê wê de pirs li min hat kirin û min nikaribû bersivê bidim e
Yekî pirsî got tiştekî di îslamê de hebe û di dînekî din de tûnebe dikarî bêjî
Û min jî çi hat berdevê min min got lê pê qeyl nebû û tiştên min got hemu di dînê berî îslamîyetên de got hene û yek bi yek rê min da
Min nizanbû ezê bêjim çê û ez hûşbûm

Hişyarî: qaşo 2 sala jî çûme medresê bila seydayê min bi vê bûyerê nehesin



02.02.2020 23:59 | tîrêj zana 21

24. Birêzên hêja;

mirov ku dixwaze xwe rast bike mirov ku dixwaze jiyanê xwe durist bike divê haya mirov ji qur'ana kerîm bibe. Tenê bi bihîstinan çênabe. û yekî ku dixwazê haya wî ji qur'anê hebê ango ji qur'anê têbigihê divê hîn tegihan bizanê. Ku haya yekî ji wan têgihan nebê ji qur'anê tênagihê. Ango jî karê yekî encam nadê belkû encamên nebaş jî derxê.

Wek mînak mijar li ser îslamîyetê vebûye ji ber vê ez jî dikarim û dixwazim ji vir destpê bikim.

îslam çi ye?
li zimanê erebî peyv dikarin bên tewandin. ji rehekî gelek peyv bi tewandinan tên çêkirin. Qur'an jî bi erebî ye. îslam, selam, selîm, musluman, teslîm .... hemî ji reha slm tên. slm aşitî ye aramî ye ewlehî ye. îslam jî jiyana ewlehiyê, aramiyê û aştiyê ye.

rêzikên îslamê rêzikên jiyaneke biewle bi aram û bi aşitî ye.

misilman ew kesin ku xwe teslîmî rêzikên jiyana aşitiyê kirine. xwespartiyeke bi dilsozî xwe spartine li rêzikên îslamê.

Dînê misilmanan îslam e. Xwediyê îslamê tenê xwedê ye. Divê her kesek bala xwe bi vê ekê bide, xwediyê îslamê bes xweda ye. Pêxemberman jî tê de tevahiya misilmanan xwe teslîmî xweda kirine. Xwe dispêrin îslamê, rêzikên xwedê.

ku yekî bibêje ku pirsgirêk li îslamê, li rêzikên îslamê heye rasterast dibêje pirsgirêk li xwedê heye. Ew jî birastî rewşekî zehf bitalûke ye. Mijareke dî ye û gelek direj e.

Pirsgirêka rast gava mirov xwe xwediyê îslamê zen dike derdikeve. Vêca xwediye zenê pûç li gorî xwe rêzikên xwedê ditewînê. Sibeh û êwara wî mirovî nezan li hev nenihêrê. Li gorî berjewendiyên xwe ji xwe re fitû derdixe. kar û barê wî li rê bê di nav şaşiyên xwe de wenda dibe. karê wî xera û barê wî xwar bê ji pirsgirêkan Îslamê tawandar dike. pirsgirêk li rêzikên xwedê dibîne. Lê belê pirsgirêka rasteqîn bixwe ye.

dîn ji reha deynê tê. wateya rast a vê peyvê rêzikên deynê ye. A rastî beşek ji rêzikên îslamêye. Vega wateya xwe berfireh kiriye bûye pênasê hemî rêzikên baweriyê.

li jor hatiye gotin pirsgirêkên îslamê pirin ji ber ku misilmanan %99.9 ji qur'anê bêhay in nizanin pirsgirêk çi ne.

li qur'anê dibêje '' Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Bawer bikin ..... '' (nîsa,4/136)
li qur'anê gelek deveran ji bo însanên baş vegotinê '' gelekî pir kêm '' tê bikaranîn.
pirsgirêk li rêzikên îslamê nîn e li vir pirsgirêk li mirovan e.

Dîsa li jor hatiye gotin tiştên li îslamê hene li dînên dîn de jî hene.

Ku yeki qur'anê bixwîne an jî xwendî be bizane ku xweda ji insanê yekem çi xwestiye ji me jî ew dixwaze. Pergaleke nû nîn e. tekane pergal e û yegane riya rast ev e. Ji hemî pêxamberan re heman tişt ferman kiriye ku li mirovan rabigihînin.

ji limêjê bigirê heta rêzikên odeya razanê hemî qaîde û qanûn eynî ne. Xweda mudaxile li her keliyen jiyanê dike û her gavê jiyanê sererast dike bo ku mirov di nav aşitiyê, aramiyê û ewlehiyê de jiyan bikin.

Pirs gelek in, bersiv jî henin. ku mirov li dû bersiva pirsa xwe nekeve pirs dibin pirsgirêk.

Qur'anê bixwînin dakû ji rastê averê nebin, xwe wenda nekin di nav pirsgirêk û bîr û baweriyên pûç û beredayiyan da.



03.02.2020 04:06 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêkên hunermendên kurd
» rêzikên hiqûqê

Kategoriyên mijarê:: tekili cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî