Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
taybetmendîyên karekterîstîk yên ateîstan deîstan nizanim çi îstan - tirşik
taybetmendîyên karekterîstîk yên ateîstan deîstan nizanim çi îstan
(10) (9) (8)
di mijarê de bigere

1. Hizra wan kesan dema ku dîndarek bi wan re nîqaş bike dil da dibêjin ku ev dîndar me bi nezanîyê tawanbar dike û dixwaze me bîne "rîya rast" . li gor van hevalan yên dîndar jar û exsîrin û ketine dîv derewekê û dixwazin wan bînin hîdayetê. Dibêjin me nizanim qur'an xwendîye gazalî xwendîye nizanim xedîs xwendîye lê haya wan nîne ku enanîyetek(quretîyek) ecêp wan girtîye û çi gava dîndar çavkanîyek tîne jê ra dibêjin nizanim ew derewe, xelete . bi vî avayî fikrên xwe bi rîya derewkirina çavkanîyên dîndaran ji kurdîya vî nizanim "bilişsel çelişki" yê dûr dikin. Oxira wan ya xêrê be.



2016.04.03-01:44 | azad30

2. . sureya qesas: rastî ewe ku tu nikarî hezkirîyê xwe bînî hîdayetê lêbelê xwedê (yên ku dixwazin bawer bikin), dizane ku ka kî wê bê hîdayetê û wa tîne hîdayetê.



2016.04.03-01:55 | azad30

3. Enanîyet quretî di wan kesa de ewqas mezin buye ku çawa ku mûşrîk ji pêxember(sav) re ji ber ku ew xwe dizanî bûn ku muhemmed tu carî derewa nake jê ra gotubûn ku muhemmed (haşa) sehrbaze. Wek wiha jî îst îst ên vî zemanî jî wisane ku mirov heya siharê ji dehan pirtûkan ji dehan zanîstan ji sedan gotinan ji hezaran delîlan bîne ew hemî delîlan bi derewkarî yê tawanbar dikin. Û ji ber ku nikarin enanîyetên xwe bi perçiqînin bi rîya di derûnnasîyê de wek "savunma mekanizmas" tê gotin tawanbarkirina bi derewê xwe ji bêçaretîyê qaşo xilas dikin.



2016.04.03-02:02 ~02:04]| azad30

4. (bnr: xwedê îro ji bo te çi kir) *



2016.04.03-02:08 | endazyar

5. Dema ku mirov bi sedan delîla tîne ew bi yek carî dibêjin wax çavkanî ne raste wax derewe. Lê îst îstên hemû dînyayê bicivin jî nikarin derewekî hz muhammed(sav) peyda bikin, dema mirov vê yekê dibêje dîsa jî hişt dibin pişt dibin nizanim sist dibin mijarê diguherînin tînin ser rewşa xirab a bisilmana anjî daîş maîş a û bi vî avayî ji heqîqetê derewîn dikin.



2016.04.03-02:18 | azad30

6. sureya Rad ayeta 11 : heya ku civatek xwe dûrûst neke em jî wan dûrûst nakin. Mirov di vî ayetê dizane ku eger civatek ketibe rewşekî xirab ev sûcê wî civatê ye. Lê îst îstên me dîsa dewam dikin wax eger xweda heba çima dînya ewqas xirabe demek haşa xweda tûne law serhişko ma xwedê go te te mazlùma bikuje, zilmê bike nexwîne nepirse.



2016.04.03-02:34 | azad30

7. (bnr: bisilmanên ku bi entriyan dînê xwe xelas dikin)



piştî min nûçeya daişê ya serên pêşmergeyan jêdikin, xwend, van peyamên li jor ya reşkirinên malbata-îstan dikin, wekî xeberan min dan. mîna hewhewta dengên derve...



(bnr: 3 peşmergeyên ji aliyê daîş hatine serjê kirin)



2016.04.03-10:44 | biruya hayao miyazaki

8. gelek taybetiyên wan ên karekterîstîk hene, wekî hemî varyasyonên dî yên îdeolojî û ol û baweriyan lê bes ji navê mijarê jî xuya ye qenebî mîna dîndaran henek û tinazên xwe bi xelkê nakin û xelkê piçûx naxînin..

ger navê mijarê taybetmendiyên karekterîstîk yên ateîst û deîstan bihatiba vekirin min ê barek tişt di derheqê wan binivîsiya lê ev peyva nizanim çi îstan, ku qaşo henekên xwe bi wan dike, dilê min ji vê mijarê reş kir..



2016.04.03-12:24 | ferhenga şikestî

9. ji ber ku misilman tim û tim li ateîstan, xiristiyanan û yên ku mensûbê ol an baweriyên din in biçûk dibînin hizreke wan a wiha heye û dibêjin ev dîndar me bi nezanîyê tawanbar dike û dixwaze me bîne "rîya rast". min bixwe jî gelek caran dîtiye misilman di derbarê ên ku mensûbê baweriyên din in pir bi qurretî xeber didin. jixwe xiristiyan dibêje baweriya rastîn ya min e, cihû dibêje ya min e, misilman dibêje ya min e. gava ateîstek dibêje na ya rastî baweriya me ye zora xelkê diçe. e hûn çima wiha dikin?





2016.04.03-13:24 | kurê xelkê

10. li cem taybetiyên misilmanan, li gorî min malbata-îstan bêhtir rêzgirtinê heq dike. kar û şixulê misilman jî hema peyvavêtin û ziman dirêjkirin e. ha ez jî -qewla rihayiyan- bisilman im. lê îmana min ji van gelemperîkirin û gefxwarinên sofîyan tê. her çiqas kêfa min neyê jî gotinek bavê min carinan ji hêla rastiyê dibeşişe:



sofî kofî ye, çav beloq û rovî ye.



ji kerema xwe ji bilî danasînê bêyî destûra nivîskêr û weşanxaneyê bi tu awayî kopî nekin. *



2016.04.03-16:01 | biruya hayao miyazaki

11. Taybetmendîyên wan ewe ku bûye sebeb ku mijarek bi vê navê bête vekirin. Ger yên bêbawer gotinên eletewş neavêtibana dîndaran ger henek û tiranêt(dalga geçmek) çivêl ne gotibana da mijarek bi navî naête vekirin (bnr: taybetmendîyên karekterîstîk yên dîndaran) . ê willah bi serê dimka nîskekê ne xema mine ku bawerîye xelk û alemê çiye anjî bêbawerîya wan min eleqedar nake lê eger wek min gotî ger yên bêbawer henekê xwe bo dîndara bike ê willah wê yên dîndar jî ne hewceyê ku rumetê şanî îst îstan bike. Wê her tim heqê devê wan bide. Yên bêbawer bila bi rûmet bin paşî hîvya rûmetê bin.



2016.04.03-17:51 | azad30

12. di vir de têgeheke nû divê were ravekirin, etîk çi ye û awayê etîkê çaya ye?

ango ger refleksên me girêdayî gotinên xelkê be hingê bingeha me ya xurt a etîkê nîn e, li gorî vê tevgerê şaşiyên xelkê şaşiya me meşrû dike..



2016.04.03-19:06 | ferhenga şikestî

13. (bnr: ooo felsefe) *

(bnr: rehma xwedê li ser formatê be)



lê;

ji xwe li gorî xezalî û geniyên din, felsefe dijminê îslamê ye, nexwe ne ew bûn felsefe kafirî îlan kirin û ji dînê aforoz kirin. yanî lêxistinên felsefî* îst-e-îstî ne. * lê bi ya min herî girîng ev e:



(bnr: gelo fezayî hene ya na)





2016.04.03-19:15 ~19:16]| biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (Yên Din..)
haiku [1]
hebek ji min, ezbenî: guh bidin repînan (6 kite) (stur: ke...
aram tigran [1]
Hunermendekî bêhempa.Bi qasî ku ez dizanim bi eslê xwe ermen e lê stra...
aram tigran [1]
Humermekî her roj qedr û qîmeta wî zêdetir dibe. Xizmeta ku hunera Kur...
ebûlfîda [2]
Dîroknas û astronomê kurd. Ebû'l fîda (bi erebî: أبو الفداء, Abu'l-...
peymana sevrê [1]
Peymana Sevrê peymaneka aştiyê (bi fransizî: Traité de Sèvres)...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên klîbên stranbêjin kurd yên potporî
» yên ku îro têketine
» nizanim navê şîva min çi ye
» ciwan gasparyan
» istanbul

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî