Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê - tirşik
qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê
(3) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. qampanyaya ku ger bi sedemên derbasdar destpê bike, ez ê jî tevlî bibim *



peyamên derî formatê dikarin werin jêbirin, divê werin jêbirin jî. lê ji ber ku tirşik têra xwe ne populer e jixwe hejmara peyaman gelek kêm e, kes(tu moderator) naxwaze %70ê peyamên nivîskarên nû jê bibe. lê dîsa jî ez bixwe peyamên him li derî formatê ne him jî rasterast bersivê dide şexsê xwediyê peyama xwe û naveroka wê jî weke "erê welleh te rast got" fîlan e, jê dibim.



yanî problem ev e newsa: hemû peyamên derî formatê nayên jêbirin. gelo ev ne bêedaletî ye?



hema bêje nîvê nivîskarên tirşikê yên populer, jixwe moderator in. em yeko yeko wan bişopînin ka kî kîjan peyaman jê biriye û gelo li qesta wî li kesekî heye an na? an jî em tenê ragihandina xeletiyan/neheqiyan kontrol bikin? an jî pêşniyarek din?



mirovek tenê nikare kontrola hemû peyaman bike. loma divê pêşniyarek kolektîf bê dîtin.



03.04.2016 10:05 | simurg56

2. qampanyaya ku wê neçe serî, ji vir meheke berê di ekşiyê de jî qampanyayeke bi vî rengî dest pê kiribû, ji kerema xwe re pîne nekin, hebekî orjînal bin. egerên nivîskarên ekşiyê têra xwe maqul bûn lê egerên nivîskarê ku dixwaze eynî tiştî di vir de jî bike, qet maqul nîn e..

ez dizanim gelek kes dixwazin vê ferhengê wek forumekê bi kar bînin û hêmî rêzîkên tirşikê binpê bikin, ev yek daxwazeke bêwijdanî ye, min ne qebul e, ya ku vê ferhengê li ser piyan dihêle û ferqekê dixe mecrayên dî yên medyaya sosyalê, rêzikên wê ne, ango format e..

dema format were binpêkirin û moderasyon dengê xwe jê re neke ezê dev jê berdim û herim faceyê, wêga çi ferqa li vir û faceya xopan dimîne?

di vir de bila li gorî formatê herkes karibe raman û nêrîn û zanîn û û û agahiyên xwe parve bike, da yên dî sûdê jê werbigirin, heta aniha jî peyamekê jî ji ber nêrîna xwe nehatiye jêbirin



03.04.2016 12:31 | ferhenga şikestî

3. ev sê sal e ez li vir im heya niha tu peyameke min nehatiye jêbirin. ku ên hatine jêbirin hebin jî ez nizanim. * jixwe mesele jêbirina peyaman nîn e. heger bi rastî jî neheqiyeke hebe, jixwe ên ku di tirşikê de çalak in ne zêde ne, divê moderator wê şaşiyê rast bikin. ku neheqî tune be jixwe kes nikare deng bike. nizanim gava peyameke tê jêbirin agahdarî ji nivîskar re tê dayîn lê heger gava peyameke me jêdibin gerek e ji me ra bêjin ji ber van sedeman me peyama te jêbir. heqê me heye ku em bêjin agahdariyê bidin.



lê gotina ego tatmînkirinê jî bi rastî beşişîm. jixwe tirşikê de kes tune law ma egoya çi *



03.04.2016 13:45 | kurê xelkê

4. kampanyayeke ne diçe serî ne jî xweyîheqiya wê heye. her peyameke ji aliyê moderatorekî ve bê jêbirin jî, di danegeha tirşikê de qeydkirî dimîne. tenê simurg56 dikare van peyaman bibîne û paşve bîne. bi gotineke din delîl û ispatên me hene, peyamên zêde zêde derî formatê hatine jêbirin, li gor iddia û angaşta rasteqîn peyamên wî hatine jêbirin lê yên azad30 nehatine jêbirin, ev jî nerast e, ji 15 peyaman nêzî 10 peyam yên azad30 in. di van peyaman de tu agahî, ti zanîn tune ne, tenê bersiva peyama jor an bersiva keseke din hebû, ji ber vê hatin jêbirin. heke yek li dijî vê tiştekî bêje, vaye simurg56 li vir e, dikare derxe dane holê.



03.04.2016 13:59 | xendekî

5. Qampanyaya ku dema çûm malê ez ê îdiayên wê derxim holê ka rast in an na.

Dema çûm malê ez ê derxim holê bê ka di wan mijaran de kijan peyam hatine jêbirin.



03.04.2016 14:36 | simurg56

6. agahî;



peyamên ku îro û duh hatine jêbirin ji vê wêneya li jêr, dikarin werin dîtin.

Here lînkê



di vê wêneyê jimareya berî peyamê nimroya nivîskar e. weke mînak;

azad30=1295,

xewnname=212,

biruya hayao miyazaki=733,

hozan serhad=13939,

rasteqin=987,

gulee=847,

terkexem=528



hûn dikarin wêneyê li vir mezintir jî bibînin; Here lînkê



03.04.2016 21:38 ~21:39 | simurg56

7. mijara ku diviyabû bibûya qada pêşniyaran lê dîsa tenê gûftûgoyên bêencam hene.



weke min li jor jî got: mirovek tenê nikare hemû peyaman kontrol bike û sereraast bike. loma moderatorî heye û ji her fikr û baweriyan moderator hene. yek ji karên van moderatoran ew e ku peyamên çewt û derî qeydeyên tirşikê, jê bibin.

lê problem ew e ku carina moderator bixwe bi mehan nakevin tirşikê. û kes naxwaze peyamên nivîskarên nû jî jê bibe da ku ji tirşikê sar nebin.



niha moderatorek were, çend peyamên dijî formatê bala wî bikişînin û wan jê bibe lê paşê bîhna wî teng bibe an jî karek wî derkeve fîlan û dev ji jêbirina peyamên din berde, em nikarin tiştek bêjin.



- divê hemû peyamên ne li gorî formatê, werin jêbirin (peyama ye ya li jor jî)

- ji bo nivîskarên nû toleransek heye

- di hinek mijaran de pêkanîna formatê hinekî zehmet e, ji ber vê yekê dîsa carina moderator toleransê nîşan didin.



lê carina di binê mijarekê de êdî bihêlin derketina ji formatê, rewş ji formata foruman jî derdikeve û dibe mîna chat-room'an. wê demê moderatorek hêrs dibe û wê mudaxaleyî wê mijarê dike. şert e ew e ku di van kirinan alîgirî tune be. bi qasê nas dikim, tu moderatorên me ne mirovên wisa ne ku erkên xwe yên moderatoriyê di riyên nebaş de bi kar bînin.



tê gotin nexwe çima hemû peyamên derî formatê nayên jêbirin. ev pirsek mafdar e. ger peyamek ku derî formatê be û atmosfera tirşikê xera bike hebe, ji kerema xwe re ragihîne moderatoran ku ew jê bibin. weke hûn zanîn li gel ku %100 gorî formata tirşikê dinivîsand dîsa jî shorbevan ji bo heftiyekê hatibû astengkirin. yanî ya girîng ew e ku atmosfera gûftûgoyên rêzdar û parvekirina agahiyan xera nebe.



diviyabû polîsên trafîkê ceza bidana hemû ajokerên ku xeletiyan dikin lê nikarin. dema carina xwe li qunceke riyekê veşêrin û çend heban tespît bikin û ceza lê bibirin jî kes nikare îtîraz bike.



03.04.2016 22:17 | simurg56

8. 9 peyamê min hatine jêbirîn hinek însaf*



03.04.2016 22:51 | azad30

9. Fikrekî wisaye kû ti xêr û bêr têde nîne û ji dil û kezebê xemgîn kirime.



Heke moderator sûcdar be çi gunehê tirşikê heye



Heke tirşikvan sûcdar be çi gunehê tirşikê heye



Heke pergal sûcdar be, dîse çi gunehê tirşikê heye



Heke format jî sûcdar be vêca dîse çi gunehê tirşikê heye



Hema bêje ji te pêve herkes û her tişt sûcdar e dîse û dîse û dîse çi gunehê tirşikê heye



Çi hebê jî divê ev qempanya nebe !!!

Tirşikvanek nikare wekî nivîskarekî ekşî'yê peyamên xwe jêbibe. Ûrê tirkan têr e. Pişta wan biqewet e. Ji bo tirkî bi hezaran mirov û sazî dixebitin. Dewlet di bin emrê tirkî de ye. Di dinyayê de xwedî rêz in. Law ma çî me heye em vê nîqaş û qampanyaya nebixêr dikin. Hêvî û pêşeroja gelekî li me çend xorta ye. Lê mixabin weke kal û bavan , kur û nevî û nevîçirk jî va dikin pev herin.

Heyf. Heyf û sed carî heyf.



03.04.2016 23:01 ~23:06 | gumgumok

10. qampanyaya ku kesên hişmendbin tevlî nabin û gû kî wisa naxwin *, moderator bi xebera min bikin peyamên ne li gorî formatê bin jî jê nabin yanî kurdîya îro (çêr, şer, pevçûn, gotinên argoyî.. ) bira hebin ev kurdîya tirşikê ewê ji pêşerojêre lazim be..., qampanyaya ku simurg56 bî xêra wê îtîraf kiriye gotiye shorbevanê bê zar û ziman * yê bê sûc û guneh hatiye astengkirin ezê dewa tazmînatê lê vebikim divê cirmê xwe bide *



04.04.2016 00:16 | shorbevan

11. qampanya min bi xêra wê dîtiye peyama min a di sernivîsa taybetmendiyên karekterîstîk ên dîndaran peyama wiha; "(bnr: reşşik) *" min piçek li gorî formatê û rast gotiye dema meriv ji dîndara xeberdide reşşik didin* ez bawerim peyam nehatiye fehmkirin jiber wî hatiye jêbirin.



04.04.2016 00:26 | shorbevan

12. qampanyayeke çiqas bêjî bê armanc, bê wate û nehewce ye. û tişteke tê ji bîr kirin jî heye: hinek dibêjin jixwe peyamên tirşikê kêm in, her çiqas derî formatê be jî, peyamên heyî jî em jê nebin filan û bêvan. bi rastî bi ya min nivîsandina derî formatê bi avayeke din dîsa hejmara peyaman kêm dike, ji ber ku gelek kes jî ber nivîsandina der formatê nanivîsin. lewra rewşeke zehmet e. xwedê alîkarê moderatoran be.



04.04.2016 10:53 | nazim tolhildan

13. Ne kampanya ye. Şaşiyek e û xirabiyek e. xebînetê!
Kurmanc, ne weke tirkan e. Ew zehf in. Her roj di ekşiyê de belkî bîst hezar (20 000) peyam tên nivîsîn.. hew tên qelandin. Lê em kurd, yê ku jxwe re xêran dikin kêm in. Her roj 40 peyamên me tên nivîsîn. Ew luksa me nîne ku em tîpekê jî jêbibin. ji xwidê ve gunehê e

Gelek mijar bêxwedî û sêwî man.


Lê belkî îhtîmal hê jî hebê ku peyamên jêbirî werin vegerandin. rasteqîn û hevalên dî dikarin ji moderatorekî bixwazin. J'kerema xwe re, ji moderatorekî bipirsin!



13.01.2018 02:39 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê
» jêbirina hesabê facebookê
» entryên nivîskarên tirşikê xîtabê pêşarojê dike
» xwedê delîl e
» serê vê sibê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî