Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; telegram
peyamên çepikkirî

87056. Sepaneke ku bi whatsappê re pêşbazîyê dike. Bi gelek teybetîyêb xwe ji whatsappê çêtir e:



1. Ewlehî : mînaka wikileaksê ti agahîyan bi dewlet û şîrketan re parvekane. Ji bo wisa rêveberê telegramê ji welatê xwe (rusya) bazdaye û ji bo ku newê girtin her dem rewî ye.



2. Heta 1.5 GB data ji bo dosyayan cih dide endaman.



3. Agahîyên endaman bi sistemên herî baştir têne spartin.



4. Hejmara koman heta 5.000a ye.

Not: whatsapp heta 100 kesî ye.



5. Destûra Dengûbêj û axaftinên ''bi dizî '' dide. Mîna snapchatê piştî axaftin û chata bi dizî, hemu agahîyan ji telefonê têne jêbirin.



.

.

.

Û çend teybetîyên din jî hene.



Not: gelek komên illegal, weke daiş ji bo ewlehîyê vê sepanê bikar tînin. Lê dîse telegram Agahîyên wan bi dewletan re parvenake. Sedeme ev e: di be heke em destûra wan li vê sepanê nedin ewê sepaneke xwe ava bikin û ew rewş xirabtir e.



27.10.2013 15:55 | simurg56

113256. Salan in bi kar tînim û ev demek dirêj e piştgiriya kurdî jî dide. Ji ber wê kêfa min gelek jê tê. Min hemû heval û hogir û malbat kirin telegramvan. Ji ber wê ye, xeynî kesên biyanî an jî nasên dûr, hewce nakim têkevim WhatsAppê. Dema têkevim jî, destên min dihere livok û lêdayekên telegramê û hay lê dibim ku tune ye, yekcar digirim.

Tê de gelek kom û rûpelên kurdî hene qala mijarên cur bi cur. Wekî:

@Kurmancîzan کُرمانجی‌زان
Ziman û wêjeya Kurdî (Kurmancî)
Here lînkê

@Muzika_kurdi
@tenduristi

Hwd

Ji bo qala nûçeyên herî dawî ya telegramê bi kurdî bişopîne, li vê qanalê bitikîne:

@Tele_Kurdi
Telegram Kurdî
Kenalê me nûçeyên telegramê, derbarê Rojanekirinê , û rêûnamyên bikaranînê di xizmet we de ye .
Here lînkê

Heke hûn bibin șînokek şêrîn, hûn dikarin feyde jê bistînin *

(bnr: lêdayek)
(bnr: livok)



06.06.2013 16:08 | endazer

113282. Ji bo sepandina kurdî hûn dikarin li vê qanala fermî ya kurdî vebikolînin

@L10N_kurdî
Kanala cîgehîkirin (localisation
, berbelavkirina sepan û nivîsbariyên kurdî û gengeşiyên peywendîdar.
A channel for localisation of apps and software into Kurdish, their dissemination and relevant discussions.)
Here lînkê

Û li wêneya jêr sepandina zimên tê terîfkirin:
Here lînkê



06.06.2013 16:08 | endazer

129970. qet pratîk nîne û bikaranîna wê gelekî zehmet bo min tê. belê di warê securityê de ji whatsappê çêtir e.



15.06.2013 19:35 | simurg56

130168. ev dora salek e, nikarim kurdiya wê ya peyitandî bi kar bînim ji ber çewtiya teknîkî ku nivîsandina latînî mîna ya erebî cih dike. ji ber wê pakêta "kesane" bi kar tînim. lê ev jî salek berê sekinî û her bi pêşveçûna telegramê, rêjeya wergerandî kêm dibe û yên îngilîzî zêdetir dibe.

telegram û signal, di nav hemû sepanên ragihandinê de yên herî ewle ne. lê di nav xwe de signal dikeve pêşiya telegramê. di du noqteyê de:

1. her du jî kodên xwe bi raya giştî re parve dikin. erê şîfrekirina peyaman bi her du aliyan ve tê çêkirin di her du sepanan de jî. lê belê rajekarên telegramê girtî ne, kontrolkirina wan rajekaran ji aliyê kodê ve tenê ji aliyê xebatkarên telegramê ve mimkûn e. lê berevajiya wê yên signal li bazarê li hêviya xelkê ye ji bo venêrîn û vekolandinê û rajekarên navendî tune ye. peyamên şîfrekirî di telefonên bikarhêneran de dimîne. ji xwe xerakirina wan şîfreyan ne mimkûn e. mîsal di 2016an de (an jî piştî salekî) mehkemeya dyayê dibêje agahiyên filan kesî bide min. signal jî dibêje derheqê wê de du tişt li cem min qeydkirî ne: 1. tarîxa qeydkirinê 2. roja her dawî ya ku bikarhêner têketiye signalê (ne saet û deqîqe ha, navê roj dide, hew) lê belê li vir divê bala we bikişînim ser rewşekî: erê li ba signalê, ev taybetmendî rewşa dezavantajiyê dide telegramê. lê belê divê bê zanîn ku rajekarên telegramê ne navendîkirî ne. bi kurt û kurmancî, ne di cihekî navendî ne, li gelek welatan de cihkirî ne. mîsal ji ber dozekî, mehkeme serî li telegramê da û agahiyên wî/wê kesî/ê jê xwest. Telegram li vir yekser qebûl nake, û wê celba mehkemeyê dibe mehkemeyekê din a welatekî din. yanî mêrik, hevoka "law ez nadim ha!"yê bi hiqûqî dibêjin. îja rûsya û îran û çîn bînin bîra xwe. her sê jî ji ber antî-dozên telegramê û eşkerenekirina wan, sepana telegramê qedexe kirin. û ev telegram, li axa rûsyayê hatiye îcatkirin. îja mêrik nade hikûmeta xwe, gelo ew ê bide kê? Ev pirs ji bîr nekin.

Li aliyê din tu dikarî telegramê mîna "signal"ê bi kar bînî. Çawa? tu dikarî peyamên xwe bi riya "gotûbêja veşarî" ji rajekarên telegramê dûr bixe. Hew. yanî hemû taybetiyên signalê di taybetiya telegramê ya "gotûbêja veşarî" de cihkirî ne.

û em werin ser xala duda.

2. signal weqf e û der-menfeet e. yanî ji bo pereyê nakin vî karî. lê telegram şîrketa pavel durov e. ev çi tê maneyê? niha, şîrket meta ne, mal in mîna pez û dewaran. dikarin bên firotin û kirrîn. lê tu nikarî weqfê bikirî. niha pavel durov ji aliyê parastina heqê mehremiyetê gelek nivîsên ji dil û tetmînkar dinivîsîne û vê jî bi kirin û çalakiyên xwe yên telegramê rastîtir dike. çawa? reklamê nastîne û agahiyên bikarhêneran hev nade. îja pavel durov lîberalîst e. lê xwediyê signalê moxie marlinspike anarşîst e. ev tê çi meneyê hûn dizanin? mînakek bidim. hûn vk-yê dizaninî ne? hah ew jî ya birayên durovan bû û facebook cihê xwe yê bilind, bela vk-yê winda kiribû li rûsyayê. îja hikûmeta rûsyayê wê demê dîsa bi darê zorê agahiyên bikarhênneran xwestibû û birayên durov jî cara yekê nedan, cara dudan nedan... bi darê zorê hikûmet wê malpera vk-yê da firotin an na ew ê durovan biavêtana hepsê. îja telegram piştî wê derket. niha, ya hikûmetekê din derkeve û telegramê bi darê zorê bide firotin? (whatsapp û twitter û yên din bifikirin. di serî de xwediyê van şîrketan giringî didan mehremiyetê lê piştî firotinê, her yek bûn kapîtalîstê dane-xwar. û ji xwe xebatkarên wan weqfa signalê avakirine)

li aliyê din, li signalê 36 kes dixebitin. lê belê xebatkarên telegramê jê pirtir e. îja telegram ne mîna signalê tenê "ragihandina peyaman" e, di heman demê de medyaya civakî ye jî û ji ber wê hewcedariya pêşvexistinê pir mezin e. erê ji aliyê hejmara qehremanên xwebexşan ve gelek qelebalix e û niha durov jî zengîn e ha. lê heta kengî wê durov ji bêrîka xwe pere bide? avên bîran jî bi sexbêr e. îja wê rojê pavel durov mesele anî ser pereqezenckirinê. şexsen ez li bendê bûm. çimkî karên ewlehiyê bi serê xwe pereyên mezin e... mêrxas dibêje, ez ê reklamê bînim lê bêyî berhevkirina agahiyên bikarhêner, mîna bişkoka tirşikê wê çawalêhato bin. û ew ê xwediyên qanalanjî pere qezenc bikin. li vir, şexsen ez hinekî di vê astê de me: "ka bila dest pê bike mêrxaso û em bibînin gelo tu li ser gotina xwe ye yan na!"



06.06.2013 16:08 | endazer